Gotina herî dawî ya Mihrîbana ku hatî qetilkirin 'Min xilas bikin'

  • 10:04 23 Nîsan 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Mîhrîban Şengîl di 21’ê nîsanê de hat qetilkirin, xwişka wê Taybet Uren wê gavê li cem xwişka xwe bû û bû şahîdê qetilkirina wê. Taybeta ku daxwaza cezakirina kujer kir û got: “Xwişka min ligel temenê xwe yê ciwan hat qetilkirin û di nava xwînê de ji min re got 'Min xilas bikin'..."
 
Mîhrîban Akturk (31) a li navçeya Qilebana Şirnexê dijiya ji aliyê Metîn Şengîl ve ku dev ji hev berdabûn, bi êrişa çekdarî re rûbirû ma. Dayika du zarokan  Mîhrîban bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî ku rewşa Mîhrîban giran bû sewqî nexweşxaneyeke din hat kirin, Mîhrîban li vir jiyana xwe ji dest da. Duh cenazeyê Mîhrîbanê ji aliyê bi dehan jinan ve hat definkirin. 
 
Metîn Şengîl ê ku piştî êrişî reviya hêj jî nehatiye girtin. Xwişka Mîhrîbanê Taybet Uren bû şahidê mirina wê. Derbarê bûyerê de ji ajansa me re axivî. 
‘Dema ducaniya 28 rojî bû tundî dest pê kir' 
 
Taybet, anî ziman ku ew di malê de ji Mîhrîbanê re digotin Bêrîvan û wiha behsa xwişka xwe kir: "Bêrîvan 9 sal beriya niha bi Metîn Şengîl re zewicî. Berîvan dema ducaniya 28 rojî bû bi tundiyê re rûbirû ma. Tundî heta roja mirina wê berdewam kir. Xwişka min ji ber tundiyê gelek caran hewl da ku dawî li jiyana xwe bîne. Rojekî ji min re peyam şand got ‘Ez ê dawî li jiyana xwe bînim’. Ez  lêz û bez çûm malê û min nehişt ku xwebikuje. Metîn Şengîl gelek caran bi kêrê êrişê wê kir û ew birîndar kir. Ji ber birîndariya xwe gelek caran çû nexweşxaneyê. Raporên wê jî hene. Du sal beriya niha jî dîsa bi çekê êriş kiribû û ew birîndar kiribû. Ji ber vê sedemê xwişka min di stargeha jinan de hat bi cihkirin. Dilê me nexwest ew li vir bimîne û me ew anî mala xwe." 
 
‘Her tim bi kuştinê dihat tehdîtkirin' 
 
Taybet, da zanîn ku piştî xwişka wê hatiye li malê tehdîtên Metîn berdewam kiriye û got: "“Ev kes her roj bi dîmen xwişka min digeriye û kêrê dida ber qirika zarokên wê û digot ‘An tu yê şansekî bidî min, an jî ez ê zarokên te bikujim’. Rojek şev nîvê şevê hat malê û ji birayê min û ji xwişka min lêborînê xwest. Digot ‘Ez ê xwe biguherînim û rûpelek nû vekim’. Xwîşka min ji ber zarokên xwe neçar ma biçe. Çawa ku xwîşka min çû malê bi peynek pişta wê de dabû û tundiyê lê kiribû. Dîsa tundî cihê mayî berdewam kir. 9 meh beri niha xwişka min dîsa bi kêrê hat birîndarkirin. Xwişka min dema li nexweşxaneyê bû telefon vekir û agahî da me. Me jî telefon ji emniyetê re vekir û me gilî kir. Dozgerî ji bo du mehan biryara dûrxistinê da. Dema dûrxistinê dema xilas bû me carek din daxwaz kir. Dozgerî 6 mehên din jî da. Ligel biryara dûrxistinê jî xwişka hat tehdîtkirin. Ji ber tundiyê xwîşka min biryarda ku veqete û doz vekir. Di 28’ê nîsanê de jî doza wan a cudabûnê dê bihata dîtin. Xwîşka min 3 caran biryara dûrxistinê girt û carekê jî di stargeha jinan de ma.”
 
‘Di nava xwînê de got ez nikarim vê êşê rakim’
 
Taybet, wiha behsa roja bûyerê kir: "Bêrîvan xwest ku ji kurê xwe re tiştek bistîne û em bi hev re çûn sûkê. Di navbera mala min û birayê min de 20 gav hebû û em dimeşiyan û texsiyeke spî hat pêşiya me sekinî. Xwîşka min bi carekê got ‘Meto’. Kurê xwe girt hembêza xwe û xwe li pişt min veşart. Min xwest ez bibim asteng. Lê serê çekê girt û xwar kir jêrê. Min tevda ez ketin erdê. Xwişka min kurê wê di hembezê de beziya. Xwîşka min girt û 3 gule berê wê da. Ew wisa di nava xwînê de ma. Zaroka wê ya 7 salî jî birîndar bû. Xwîşka min di nava xwînê de herî dawî ji min re got ‘Min xilas bikin. Min bikin razînin, ez nikarim vê êşê rakim’. Dema xwîşka min rakirin nexweşxaneyê di serî de gotin başe û piştre hatin gotin jiyana xwe ji dest da. Xwîşka min ligel temenê xwe yê ciwan xilas nebû.”
 
‘Hûn dewletê û dadgehê mijûl dikin’
 
Taybet, destnîşan kir ku hêj jî Metîn Şengîl nehatiye binçavkirin û ev tiştan anî ziman: “Ev kes heta niha divê bihata binçavkirin. Em kengî biçûna li cem dozgeriyê ev kes dihat parastin. Ji me re gotin ‘Hûn dewletê û dadgehê mejûl dikin. Berê jî te tundî didît, tu çima jê cuda nebûyî’. Xwîşka min ji ber mezinên malbatê neçar dima vedigeriya cem wî kesî.”
 
‘Bila zarokbê dayik nebînin’
 
Taybet, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Cîhana me xirap bû. Êdî ji kuştina jinê re bes e. Bila jin neyên kuştin û zarokên bê dayîk nebînin. Xwîşka min ligel temenê xwe yê ciwan hat qetilkirin. Em dixwazin ev kes cezayê herî giran bigire.”