Dayikên Aştiyê yên Stenbolê: Li dijî êrişan ne bêdengî têkoşîn hewce dike

  • 09:05 23 Nîsan 2022
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê êrişên Arteşa Tirk ên bi hevkariya PDK’ê pêk tê şermezar kirin û gotin: "Wê nikaribin Gelê Kurd tunebikin. Em bang li Barzanî dikin ku destê xwe ji zarokên me bikişîne."
 
Arteşa Tirkiyeyê li hember herêmên Zap, Metîna, Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê di 23’yê nîsana 2021’ê de operasyona leşkerî da destpêkirin û ev saleke operasyon didome. Tirkiyeya ku encama dixwest nikaribû bidestbixe hewldanên xwe yên li hember herêmê didomîne. Piştî trafîka dîplomasiya di navbera Enqere-Hewlêrê de zêde bû şûnde, bi hevkariya AKP-PDK’ê di çarçoveya operasyona derveyê sînor de amadekarî hatin berfirehkirin. Operasyon û êrîş bi piştgiriya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) didomin û Gelê Kurd jî banga dijberiya şer li PDK’ê dike.
 
Li aliyê din 16’ê nîsanê de serokê Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê  Mesut Barzanî hat Tirkiyeyê û piştî hevdîtina bi serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan şûnde li hemberî herêma Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan ji nû dest pê kirin.
 
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê êrîşên didomin şermezar kirin û der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Navnîşan Îmraliye’
 
Perîhan Akbulut bertek nîşanê operasyonan da û got: “Her kes li pey berjewendiyên xwe ne. Ez bang li Barzanî dikim. We jî bedel dan. Ev 50-60 sale hûn di şer de ne. Îro tiştên hatine bidestxistin ne yê eşîra we ne. Kurdistan, ya Gelê Kurd e. Gelê Kurd bedelên mezin dan. Wê dîrok ji Barzanî hesab bipirse. Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û çareserî pêk bê. Vî gelî bedelên mezin dan. Navnîşa aştiyê Îmraliye. Bila biçin li ser maseyê bi Ocalan re rûnin. Bila zarokên me nemirin. Gelo wê Barzanî hesabê vê çawa bide. Bla kurd neyên listikan. Em aştiyê dixwazin. Bila dayik negirîn. Rondikan nebarînin. Heta ku aştiyeke mayînde neyê wê kurd tu car dest ji doza xwe bernadin. Em wekheviyê dixwazin. Bila Gelê Kurd li dijî êrîşan bêdeng nemîne û rabin ser piyan. Barzanî tu car nebûn dostên kurdan. Lîstikên Barzanî tu car neqedyan. Ez bang li kurdan dikim, bila  li ser maseya aştiyê rûnin. Mîmarê aştiyê diyare. Bila êdî kezeba dayikan neşewite.”
 
‘Kurd sedsal in li ber xwe didin’
 
Bîrgul Muhîkanci jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Gelê Kurd sedsal in tên qetilkirin. Lê Gelê Kurd bi qetilkirinê tune nabin. Ji ber ku Gelê Kurd gelekî xwedî hişmende. Daxwaza Gelê Kurd jiyanek wekheve. Tu car wê nikaribin Gelê Kurd biqedînin. Sedsal in kurd li dijî îmhakirinê li ber xwe didin. Em cudahiyê nakin navbera tu kesî. Çima faşîzm û nîjadperestî tê kirin. Em vê naxwazin. Kurd ne şer, aştiye dixwazin. Dayikên Aştiyê her tim ji bo aştiyê têdikoşin."
 
‘Bila zarokên me nemirin’
 
Zeynep Calihan bi eslê xwe tirke û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Li ku hatiye dîtin bira birayê xwe dikuje. Gelo wê çi bikeve destê wan. Gelo peymanek çawa bi Tirkiyeyê re kirine. Gelo rehet radizên. Ez wek dayikek tirk rehet ranazim. Ew zarokên me hemûyan e. Leşker zarokên me ne, gerîla zarokên me ne. Zarokên xizanan e. Gelo hûn ji xwînê têr nebûne. Bila ev şer bidawî be, zarokên me nemirin. Êdî bes e. Em vê qebûl nakin.
 
 
‘Êdî bes e’
 
Emîne Erbek jî bal kişand ser bêdengiyê û got: "Her cara Barzanî tê Tirkiyeyê her tişt tevli hev dibe. Bila ev şer êdî bidawî be. Yên li alî Barzanî şer dikin jî kurd in yên li alî Tirkiyeyê jî kurd in. Leşkerên tirk jî dimirin. Êdî bila ev şer bidawî be. Hemû zarokên me ne. Bila kes nemire. Em aştiyê dixwazin. Bila hemû kes destê xwe bidin ser wijdana xwe û bêdeng nemînin.”