Jinên Botanê: Rojnamegerên kurd bûn dengê civakê

  • 09:34 22 Nîsan 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX -  Bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurd, jinên Botanê bal kişandin ser rol û mîsyona rojnamegeran û gotin: "Qirkirin, kuştin, binçavkirin, girtin, êriş û binpêkirina mafan a ku li ser axa Kurdistanê pêk tê bi saya rojnamegerên kurd derdikeve rûyê erdê. Rojnamegerên kurd dibin dengê jin û dayikan." 
 
Rojnameya Kurdistanê di 22’ê Nîsana 1898'an de li Qahîre ya Misirê dest bi weşana xwe kir û ev 124 sal e kevneşopiya çapemeniya kurd ligel hemû zor û zehmetiyan bê navber berdewam dike. Ji ber vê jî her sal roja 22’ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegerên Kurd tê pêşwazîkirin. Rojnemegerên kurd ku niha jî di şert û mercên dijwar de rojnamegeriyê dikin, her tim dengê çapemeniya kurd bilind dikin û rastiyan eşkere dikin. Jinên Botanê bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurd ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Li Tirkiyê rojnamegerî gelek zehmet e’
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr, anî ziman ku beriya 124 salan rojnameya bi navê Kurdistan di nava şert û mercên zehmet de hewl da ku bibe dengê Gelê Kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sed sal berê Gelê Kurd ji axa xwe hate sirgûnkirin û sînor li hemberê wan hat danîn. Desthilatdaran xwestin ku dîroka çîroka Gelê Kurd heta îro nivîsî bidin windakirin û Gelê Kurd bêhêş bihêlin. Lê belê bi saya rojnamegerên kurd li dijî hemû dorpêçkirin û zehmetiyan Gelê Kurd hem muhatabê xwe avakiriye û di heman demê de neyartî û înkara li hemberê Gelê Kurd gihiştandine hemû cîhanê. Ji ber vê yekê keda pîroz a rojnamegeran pîroz dikim. Di bin şert û mercên giran de karê xwe dikin. Mixabin li Tirkiyê rojnamegerî gelek zehmet e.  Medyaya alîgir jî ji aliyê desthilatdar ve teslîm hatiye girtin. Ev qas kujerî û êrîşên ku li ser axa Kurdistanê tê kirin bi saya rojnamegerên kurd hemû cîhan vê dibihîze û dibîne. Hewl dan ku bibin dengê jin û dayikên kurd."
 
‘Rojnamegerên kurd tên astengkirin' 
 
Nuran, diyar kir ku jin di televîzyon û ajansan de kedek mezin didin û got: “Faşîzîm her ji deng, ronahî, fikr û ramanê ditirse. Ji ber vê yekê jî di serî de êrişê çapemeniyê dike. Naxwaze êrişen ku dike bê bihistin û dîtin. Êrîşên ku li hemberî Gelê Kurd û saziyan tê kirin de seranser li ser çapemeniya kurd jî tê kirin. Yên ku fikrê demokrasiyê diparêzin îro di girtîgehan de dîl hatine girtin. Çawa ramanê qada siyasetê tê astengkirin di heman demê de jî ragihandina rojnamegeran jî tê astengkirin. Desthilardariya Tirkiyeyê ji mêjiyê mêranî hatiye û dixwaze vê mêjiyê radestê hemû civakê bike. Lê rojnamegerên kurd vê jî guher. Ango di sedsala 21’emîn em çiwqasî bêjin jî bi kedê û têkoşînê qedera jiyan, welat û pêşeroja xwe biguherîne. Li dijî vê dorpêçkirina li ser çapemeniya kurd jî divê Gelê Kurd di malên xwe de Sterk Tv bişopîne. Di cîhanê de qanaleke serbixwe ya jinan tuneye. Jinên kurd Jin TV ava kir. Divê Gelê Kurd zarokên xwe bi çand û televîzyonên xwe mezin bike. Em xwedî çapemeniya xwe derbikevin û lê bişopînin.”
 
‘Ger ku rojnamegerên nebûna dê tu kes rastiya Cizîrê nebihîsta’
 
Ayşete Atabey, di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de kurê xwe winda kiriye û hêj jî cenazeyê wî nedîtiye, bi lêv kir ku rojnamegerên kurd bûne dengê wan û ev tiştan got: “Li ser çapemeniyê zilm û zext tên kirin. Ji ber vê yekê hinek ji wan hatine girtin. Hinek neçarî dibînin diçin. Her wiha heta îro gelek rojnameger hatin qetilkirin û windakirin. Rojnameger bûne dengê Gelê Kurd. Zilma ku li ser me kurdan tê kirin bi saya çapemeniyê li hemû cîhanê hatiye belavkirin. Ger ku ew nebûna dê kes dengê me nebihîsta. Bi êrîşan dixwazin me kurdan û rojnamegeran tune bikin. Dewlet naxwaze ku rojnameger rastiyê ragihînin. Dewlet dixwaze rojnameger hemû li gor wê tevbigerin. Lê rojnamegerên kurd li hemberê vê tiştî serî natewînin û rastiyê dinivîsin. Ger ku rojnameger tunebûna dê agahiya me ji vê şerê tunebûn. Ew li her derê bi pênûsa xwe karê xwe yê heqîqetê dikin. Di dema şopandina nûçeyan de êrîşê rojnamegeran dikin û alavên wan dişkînin. Ger rojnamegerên kurd nebûna dê ev rastî hertim di tarîtiyê de bima. Rojnameger dengê dayikan e. Ger ku rojnamegerên kurd nebûna dê tu kes rastiya Cizîrê nebihîsta."
 
'Rojnameger eynika civakê ye’
 
Zînet Kuçuk jî diyar kir ku rojnameger deng û û eynika civakê ye û wiha bi lêv kir: “Hikûmet dixwaze Gelê Kurd tune bike. Lê belê yên ku vê rastiyê dinivîsin hene û ew jî rojnamegerên kurd in. Lewra jî êrîşê rojnamegeran dikin û dixwazin wan bigirin û bikin girtîgehan. Rojnameger di her aliyê de dibe dengê gel. Hikûmet jî naxwaze ev rastî bê bihîstin û zanîn. Lewra rojnamegeran hedef nîşan dide. Rojnamegerên bûne dengê Gelê Kurd. Rojnameger dev û çavên me ne. Çawa ku pêdîviya mirovan bi nan û avê heye, pêdîviya me jî bi rojnamegeran heye. Rojnamegeriya kurd ji bo me gelek girîng e. Bi qutkirina dengê çapemeniyê dixwazin dengê Gelê Kurd bifetisînin. Bi saya rojnamegerên kurd me dengê dayika Emîne Şenyaşar bihîst. Tu kesî dengê wê nedibihîst. Çawa ku Gelê Kurd hedef hatiye girtin, rojnamegerên kurd jî hedef hatiye girtin. Her rojnamegerek ji bo me wek welatekî ye. Ew ji bo me wek heyv û rojê  ne. Divê hemû kes xwedî li rojnamegerên kurd derbikeve.”
 
‘Em ê xwedî li rojnamegerên kurd derkevin’
 
Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ya Şirnexê Zozan Fendîk diyar kir ku bi salane rojnamegerên kurd dengê kurdan û gelan radigihîne tevahiya cîlanê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi salane li hemberî çapemeniya kurd êrîşek heye. Her wiha bi salane Gelê Kurd bin êrîşê zor û zehmetiyê de ne. Ev êriş, zor û zehmetiyan ji hêla çapemeniya kurd ve tê ragihandin. Rojnamegerên kurd jî li hemberê hemû êrîşan li ber xwe didin. Di vê hêlê de divê gel alîkariya çapemeniya kurd bike û xwedî li wan derkeve. Çapemeniya kurd ev 124 sal in bênavber karê ragihandinê dide meşandin. Rojnamegerên kurd şagirtên Mûsa Anter û Gurbet Ellîersoz in. Rojnamegerên kurd xwedî pênûsa wan derketin. Her wiha li gor raporên herî dawî îro 63 rojnameger dîl hatine girtin. Bi sedan rojnameger hatin qetilkirin. Li dijî kuştin, girtin û binçavkirinan jî rojnameger kar û xebatên xwe berdewam kirin."
 
‘Me serî netewand û em natewînin jî' 
 
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut jî destnîşan kir ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin û van rojên dîrokî yên herî baş ragîhîne jî çapemeniya azad e. Zeynep, got ku li Tirkiyê herî zêde çapemeniya azad di bin zext û êrîşan de ye û ev tiştan anî ziman: “Bi tevî zext û êrîşan jî ji sekna xwe tu carî gav paşve navêje. Dema mirov li Botanê dinêre li her kolan, tax, navçe û gundên wê tundî, zext, zilm û bêmafî heye. Lê bêguman li hemberî vê jî berxwedanek jî heye. Vê rastiyê yên ku derbixin holê jî çapemeniya azad e. Ji ber vê yekê jî her çixwasî ji destê me tê em hewl didin ji civak û cihanê re ragihînin. Carna em tên girtin, zext li ser me tê kirin. Lê em tu carî ji sekna xwe tawîz nadin. Ew çixwasî êrîşê me dikin, em ewqas nûçeyan zêdetir çêdikin. Ew çixwasî bi ser me ve bên, em têkoşîna xwe mezintir dikin. Derxistina rastiyan ji Apê Mûsa dest pê kir û heta roja me ya îro jî berdewam dike. Îro bi dehan hevalên me di girtîgehan de ne û lêpirsîn derbarê wan de hatiye vekirin. Ez jî ji van yek im. Gurbet Ellîersoz di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da. Lê piştî Gurbet Ellîersoz bi sedan Gurbet Ellîersoz hatin. Mînaka vê ya herî ber bi çav jî JINNEWS'ê. Wek xebatkarên jin ên çapemeniya azad di qadê de rastî tacîz, gef û êrîşan tên. Lê nikarin me bidin sekinandin. Bi salan dijî çapemeniya azad ev polîtîka berdewam dikin. Lê me serî netewand û vê demê şûnde jî natewînin. Ger ez îro bêm girtin dê hevalek din bikeve şûna min.”