Xizmên girtiyan li ber edliyê daxuyanî dan

  • 14:41 21 Nîsan 2022
  • Rojane
 
AMED - Xizmên girtiyan ên di "Nobeda Edaletê" de di çarçoveya çalakiya xwe de li ber edliyê daxuyanî dan.
 
Çalakiya "Noabeda Edaletê" ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiya xwe de li ber edliyê daxuyanî dan.
 
Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nehatine berdan û yên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro jî li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Di çalakiya îro de endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Herêma Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, TMMOB, Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî amade bûn. 
 
Ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî axivî û wiha got: “Di Qanûna Bingehîn de tê gotin ku heke cezayê kesekî kete bin salekî, divê ew girtî were berdan. Lê tevî vê yekê jî girtî nayên berdan. Rewşa girtiyên nexwşe girantir dibe. Weke malbatên wan em di hêla wijdanî de xwe gelek nerehet hîs dikin. Em ji partiyên siyasî û rayedaran dixwazin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Hewcehî ne bi gotinan lê bi avêtina gavan heye. Em dixwazin ku daxwazên me bên qebûlkirin.” 
 
'Girtî nayên berdan'
 
Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî anî ziman ku ew dixwazin dengê wan bê bihîstin û wiha domand: “Heke berdana bikontrol a di qanûnan de ji bo girtiyan bikeve meriyetê, dê gelek ji van girtiyên nexweş bên berdan. Lê tevî ku cezayê wan xelas bûye jî nayên berdan. Divê partiyên siyasî jî guh bidin daxwazên me, mijarê têxin rojeva meclise û vê pirsgirêkê çareser bikin.” 
 
'Êdî bes e'
 
Di çalakiyê de ji xizmên girtiyan Nûray Abay jî got ku ew edaletê dixwazin û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan û edalet pêk bê. Ne tenê ji bo zarokên xwe lê em ji bo hemû girtiyan bi mehane nobetê digirin. Êdî bes e. Bila edalet pêk bê. Bila 100 salên girtîgehê nedin girtiyan û înfazên wan neyên şewitandin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.