Duriye Kaygusuz: Ez bi hesreta dîtina kurê xwe me

  • 09:05 21 Nîsan 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
DÎLOK - Duriye Kaygusuz a ku kurê wê girtî ye, îşkenceya li ser girtiyan û bêdengiya civakê ya li hemberî rewşa girtiyan şermezar kir û got: “Em dixwazin di demekê nêz de girtî ji zindanan derkevin. Çareseriyek divê.  Heta ku çareseriyek neyê dîtin ne ew baş dibin ne jî em baş dibin. Ez bi hesreta dîtina kurê xwe me.”
 
Binpêkirina mafan li girtîgehan xwe veguherandiye rêbazek îşkenceyê. Girtî ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin û bi muameleya kêfî re rûbirû tên hiştin. Girtiyên ku ew polîtîkayên îşkenceyê napêjirînin û li dijî van derdikevin, zext û îşkenceya li ser wan jî zêdetir dibe. Hewildanên şikandina vîna girtiyan ku ji hêla rêveberiya girtigehê ve tê kirin polîtîkayên 12’ê îlonê tîne bîra meriv. Tevî van yekan girtî li dijî van polîtîkayan derdikevin û ji bo ku ew îşkence û binpêkirina mafan protesto bikin li hin girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.
 
Li ser rewşa girtîyan xizmên wan banga hestiyariyê û xwedî derketina dikin. Şaban Kaygûsûz ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’ a Bunyana Keyseriyê tê ragirtin û destek û lingekî wî tune ye, ji sedî 90 rapora wî heye. Dayika Şaban, Durîye Kaygusuz bêdengiya li ser rewşa girtîyan şermezar kir û destnîşan kir ku bila hemû kes destê xwe bidin li ser wîjdanê xwe û bibin denge girtiyan. 
 
‘3 sal in nikarim biçim kurê xwe bibînim’
 
Duriye, anî ziman ku  ew ji rewşa tenduristiya kurê xwe gelek bi fikar e û wiha axivî: “Şaban 4 salan di girtîgeha Amedê de ma. Piştre di 19’ê Cotmehê 2021'ê de sirgûnî Girtîgeha Kayseriyê hat kirin. Reşwa kurê min gelek xirab e. Ez 3 sal in nikarim wî bibînim. Ez du caran çûm ber girtîgeha Amedê lê bi hincet pandemiyê nehiştin ku hevdîtina vekirî bikim. Herî dawî jî du caran çûm girtîgeha Kayseriyê lê dîsa jî nehiştin ku wî bibînim. Bêrîya hevdîtinê min telefonê girtîgehê dikir  ku ka bê hevdîtin heye an na. Li gorî wê ez diçim lê mixabin ez bêyî kurê xwe bibînim vegeriyam. Gelek neweşiyên min ên wekî; tansiyon, şekir û astimê hene. Ez tevî nexweşiyên xwe ewqas rê çûm û vala vegeriyam. Dilê min êşiya. Ew nêzîkatiya li hemberî  malbatan  zilmekê pir mezin e.”
 
‘Em bi fikar li nûçeyan temaşe dikin’
 
Duriye, diyar kir ku dayik naxwazin dile tu kesan bişewite û wiha banga hestiyariyê kir: “Em her roj temaşeyê nûçeyan dikin û cenaze ji girîgehan derdikevin. Bi vî awayî fikarên me jî zêdetir dibin. Zarokên me niha di zindanan de bi gelek pirsgirêk û cureyên îşkenceyê re rûbirû nie. Ev rewşa ku tê de ne me malbatan jî xemgîn dike. Ji ber ku dilê min ewqas bi êş e ez êdî nema dikarim biaxivim jî. Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin. Ew kezeba me ne. Banga min a ji bo hemû gelan ew e ku bila xwedî derketinek mezin pêk were. Ji girtîgehan cenazeyên zarokên me derdikevin. Kî wî tiştî qebûl dike ku bêdeng dimîne. Heke ewqas bêdengî tune be wê ewqas zilm jî li ser zarokên me neyê kirin. Zarokên me ne bê xwedî ne.”
 
‘Kurê min nikare pêdiviyên xwe bicîh bîne’
 
Duriye, bilêv kir ku bila tedawiya girtiyên nexweş were kirin û aaxftina xwe wiha berdewam kir: “Rewşa girtiyên nexweş her sal girantir û zêdetir dibe. Hemû girtî piştî demekê li girtîgehan nexweş dikevin. Tevî van nexweşînên xwe li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin e. Ez bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan û kesên ku ji xwe re dibêjin ez mafê mirovan diparêzim dikim bila deng bidim girtîyên me.  Ez televîzyonê temaşe dikim dile min dişewite. Ez banga edaletê û bang l wijdanan dikim. Bes e êdî bila dilê dayikan bişewite. Bila ew girtiyên nexweş tedawî bikin. Ez li ser navê kurê xwe bêjim. Mil û piyên kurê min nînin. Nikare pêdiviyên xwe bi cîh bîne. Heta ku hevalekî wî alikarî neke nikare bi tenê serê xwe bişo.”
 
‘Êdî bes e, çareseriyek lazim e ji bo vî welatî’
 
Duriye, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çareseriyek ji vî welatê re pêwist e û got: “Daxwaza me ew e ku bi awayekî azad em li ser xaka xwe bijîn. Em aştiyê dixwazin. Ew di zindanan de ne rehet in em jî di hundirê mala xwe de ne rehet in. Em naxwazin ku zarokên me di vî halê de bin. Em dixwazin di demekê nêz de girtî ji zindanan derkevin. Çareseriyek pêwist e. Çareseriyek ji vî gel û welatî re lazim e.  Heta ku çareseriyek neyê ne ew baş dibin ne jî em baş dibin. Me gelek caran bang kiriye. Êdî em nizanin çi bikin. Em heta wezerata edaletê jî çûn. Êdî bes e bila çareseriyek bibinin. Em naxwazin dile dayikan bişewite û zarokên me bimirin. Heta ku dereng nebûye bila zarokên me serbest werin berdan.”