Jinên Xanesorê bertek nîşanî êrişan dan: Em ê li ber xwe bidin

  • 11:26 20 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ŞENGAL - Jinên li gundê Xanesorê ya Şengalê dijîn bertek nîşanî êrişên Arteşa Iraqê dan û gotin berxwedana êzidiyan dê bi her awayî bidome. 
 
Civaka êzidî di rojên dawî yên pêşwazîkirina Cejna Çarşema Nîsanê de bi êrişa Arteşa Iraqê ve rûbirû ma. Artêşa Iraqê êriş bir ser nokteyên Asayîşa Êzidxanê ya li Dugirê û hewl da ku desteser bikin. Piştî şerê li vê derê Artêşa Iraqê êriş bir ser nokteyên asayîşê yên li Sinûnê, Şengalê û Xanesorê. Piştî vî şerî artêşa Iraqê berê xwe da Geliyê Şîlo û Sikêniyê ku di bin kontrola YJŞ û YBŞ’ê de ne. Leşkerên Iraqê êrişî nokteyên YJŞ û YBŞ’ê kirin û ji ber vê yekê jî şer qewimî. 
 
Her wiha piştî êrişên Arteşa Tirk a bi hevkariya Partiya Demokratîk (PDK) a li hemberî Herêma Parastina Medyayê pêk hat, Arteşa Iraqê jî êrişê Şengalê kir. 
Êrişên ku bi hevkariya Enqere, Hewler û Bexdayê pêk hatî li gelek deverên Kurdistanê û cîhanê hatin şermezarkirin nîşandan. 
 
Jinên li gundê Xanesorê ya Şengalê dijîn nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.
 
‘Ji duh ve li vir berxwedanek heye’
 
Naîme Semîr, di axaftina xwe de bertek nîşanî êrişên Arteşa Iraqê da û got: “Kesên ku li vir me diparêzin ên asayîşê ne û yên yên me ne.  Ji duh ve asayîşa me li ber xwe dide. Ligel berxwedana asayîşê jî gelê me jî nesekiniye. Bi taybetî ez bang li jinên ciwan ên êzidî dikim ku li hemberî êrişan rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Êrişên ku pêk tê qebûl nekin.”
 
‘Di her cejnan de êrişê li me dikin’
 
Naîme, da zanîn ku bi taybetî di demên cejnan de êrişê li civakê dikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Di dîroka me de her tim li hemberî me êriş pêk hatin. Naxwazin civaka me êzidî pêşde biçin. Xweşiyê bibînin. Bi taybatî jî rayedarên Iraqê nahelin ku êzidî di  nava  keyfxweşiyê de bijî. Bi taybetî jî di her cejnên me de êrişê li me dikin.”
 
‘Em dikarin xwe biparêzin’
 
Naîme, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser parastina xweser: “Hewcedariya me bi parastina kesên din nîne, ne pêwîste hêzek din bê me biparêze. Ji ber ku YJŞ û YBŞ’ê heye, asayîşa me heye. Dikarin me biparêzin. Ez wek jinek ciwan piştevaniya YJŞ û YBŞ’ê dikin û em ê heta dawiyê jî piştgiriyê bidin. Em terka wan nakin.
 
‘Em rê nadin êrişan’
 
Şîlan Hisên jî di axaftina xwe de bal kişand êrişa ku duh pêk hatî û got: “Duh serê sibê êrişê asayîşa me kirin. Xwestin wan desterser bikin. Lê divê bê zanîn ku em rê nadin êrişkaran. Em piştevaniya asayîşa xwe dikin. Dema em pêşwaziyeke cejnekî bikin êrişê li me dikin. Hûn jî dizanin Cejna me ya Çarşema Sor e. Nahelin ku em cejnên xwe pîroz bikin.”
 
‘Ji bo êzidiyan tifaqbûn hewceye’
 
Şîlan, daxuyand ku bi çi awayî êriş dikin bila bikin lê berxwedan jî dê bidome û wiha bi lêv kir: “Em ê ligel êrişan eyda xwe pîroz bikin. Her wiha ne îro em ê her tim li ber xwe bidin. Em dev jî asayîşa xwe bernadin. Heke êzidî bibin tifaq û piştgiriya hevdû bikin tu hêz nikarin êzidiyan têk bibin. Em ê xwe jî xwişk û birayên xwe biparezin.”