Salîha Aydenîz: Armanca êrişan ne tenê PKK ye

  • 09:27 20 Nîsan 2022
  • Ramyarî
Medya Uren - Derya Ren
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku şîrîkatiya PDK’ê ya bi Tirkiyê re ne li ser berjewendiyên Gelê Kurd e û got: “Em ji dîrokê ve bûne şahidê polîtîkayên dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û dewletên hegomonik. Em van polîtîkayan nas dikin lê belê em yekitiya PDK’ê ya bi wan re qebûl nakin.”
 
Piştî hevdîtina di navbera Enqere û Hewlêrê, Enqere û Bexdayê, li hemberî Zap, Avaşîn û Metînayê êrişên hewayî û bejahî, li hemberê Şengalê jî êrişên Arteşa Iraqê dest pê kir. Li hemberî êrişên ku pêk hatin nerazîbûn her diçe zêde dibin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)ê Salîha Aydenîz têkildarê êrişan de ji ajansa me re axivî.
 
‘Divê destkeftî werin parastin’
 
Salîha di destpêkê de qala êrişên Tirkiyê û armanca wan kir û got: “Êrişa dewleta Tirk ne tenê bi pêvajoya îqtîdara AKP’ê û MHP’ê ve sînordar e. Ev êriş demek berfirehe tê kirin. Bi polîtîkayek tund û kolonalîst nêzî kurdan dibin. Di demên dawî de jî êrişên Tirkiyeyê ya li ser başûrê Kurdistanê tê meşandin di rojevê de ye. Ev saleke jî hevdîtin û peywendiyên PDK’ê bi Tirkiyê re germin. Ango ji 23’yê nîsana 2021’ê ve bi sernavê qedandina PKK’ê êrişên dijwar ji aliyê Tirkiyê ve tên meşandin. Lewra armanc ne tenê tunekirina PKK’ê ye. Ev tenê gavek e armanca wan e. Di vê êrişê de jî ya tê xwestin tunekirina statûya Başûr e. Dixwaze weke wîlayetek girêdayî xwe bike. Îqtidara AKP’ê û hevkarên wan bi taybetî li ser Kerkûkê gotinên dikir ji xwe diyar dikir. Kerkûk weke parçeyek yê Tirkiyê dihesibînin. Di salên 2017’an de dema başûrê Kurdistanê xwest referanduma xwe ya xweseriyê îlan bike lê Tirkiye li dijî wê derket. Divê ji vê kiryarê herî kêm feresate Tirkiyê were xwendin. Danûstandinên tên kirin li ser vê esasê ne û qirêj in. Lewra başûr bi bedelên mezin vê statuyê bidestxistiye. Lê belê malbata Barzanî nikare weke milkê xwe bikarbîne û nikare li ser tîcaretê bike. Divê ev destkeftî werin parastin.”
 
‘Êdî PDK bi eşkere piştgirî dide êrişan’
 
Salîha got îqtidar bi êrişan asta dijminatiyê nîşa dide û wiha berdewam kir: “Bê guman di van êriş û armancan de Tirkiye ne bi tenê ye. Dewletên herêmê û yên hegomonîk şîrîk in. Tirkiye hêza xwe li başûr komkir lê deng ji kesê derneket. Bi taybetî jî bêdengiya PDK’ê cihê nîqaşê ye. Ji xwe bêdengî hertiştî vedibêje. Beriya niha jî ev şîrîkatî hebû di salên dawî de jî vê bi awayê eşkere dikin. Şîrîkatiya PDK’ê ya bi Tirkiyê re ne li ser berjewendiyên Gelên Kurd e. Li dijî wê têkiliya heyî destkeftiyên Gelê Kurd tune dike. Di meha sibatê de hevdîtina malbata Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê re çawa pêkhat piştî wê li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê êriş hate kirin. Îro cardin Mesrûr Barzanî bi serokkomar re hevdîtin kir û li ser Qadên Parastina Medyayê êriş pêkhat. Di heman deme de jî dixwazin bi destê PDK’ê êrişên provakatîf pêkbînin. Bûyera Zînîwartê tê bîra me. Bi heman rengî ji bi dehan bûyer qewimîn. Di salên 93’yan de bakurê Kurdistanê çi hat jiyîn îro jî li Başûr tê jiyîn. Di salên 93’yan de li Bakur bi hezaran gund hatin valakirin û bi heman hişmendiya kolonyalist li Başûr jî gund tên valakirin. Çawa ku xwezaya Bakur, daristanên wê tên talankirin li Başûr jî heman tişt tên jiyîn. Waliyê Şirnex û waliyê Hewlêrê li ser dagirkirina Başûr hevdîtinan pêk tînin.”
 
‘Hevkariya PDK’ê nayê qebûlkirin’
 
Salîha bal kişand ser êrişên li ser Mexmûrê tên meşandin û wiha bi lêv kir: “Mexmûr wargehekî ku ji salên 1998’an ve di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye. Lewra bi hevkariya hikûmeta herêmê, hikûmeta Hewlêr û Tirkiyeyê di nava ambargoyê de ye. Di heman deme de jî rastî êrişên hewayî tê. Dixwazin Mexmûrê jî vala bikin. Lê ji ber ku dizanin valakirina wir ne hêsane êrişên dijmirovahiyê pêk tînin. Hîna Yekitiyên Netewî jî di vê mijarê de bêdeng e. Bêdengiya wan ji nayê qebûlkirin. Di heman demê de peymana 9’ê Cotmehê ya ji bo Şengalê hatiye îmzekirin jî yek ji van mijara ne. Li hemberî kurdan hemû alî bûn yek. PDK jî di nav de. Ji ber ku kesek ji wan jî kurdek azad naxwaze. PDK jî tê lîstokên wan. Em ji dîrokê ve bûne şahidê polîtîkayên dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û dewletên hegomonik. Em van polîtîkayan nas dikin lê belê em yekitiya PDK’ê ya bi wan re qebûl nakin.”
 
‘Divê dîmenên hevdîtinan baş werin xwendin’
 
 Salîha derbarê hevdîtina Mesrûr Barzanî ya herî dawî bi serokkomarê Tirkiyê re kiriye de jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Dîmenên ku di hevdîtina li koşka Dolma Bahçe pêkhatiye divê baş werin şîrovekirin û xwendin. Em jî asayî dibînin ku hevdîtin bi welatên cîran re pêk werin. Bê guman divê di aliyê dîplomasî de hevdîtin pêk werin. Lê belê divê di wê dîmenê de jî tu cihê xwe bizanibî. Tu serokwezîrê herêma Kurdistanê yî. Li jor serokkomarê Tirkiyê li kêlekan Mesrûr Barzanî û li beramberî wî jî serokê MÎT’ê Hakan Fîdan rûniştiye. Li xwe negirtin ku ala Herêma Federal ya Kurdistanê li wir deynin. Vê dîmenê xwe ji weke xurtkirina bazirganiya her welatî pênase dikin. Raste hûn bazirganiyê dikin, lê belê ew bazirganiya ji bo şer bû em encamên wê jî dibînin.”
 
‘Li dijî berjewendiyên kurdan tevdigerin’
 
Salîha têkildarê şêweyê rêveberiya PDK’ê ya li Başûr dimeşîne van gotinan kir “Em dibînin li Tirkiyeyê rêveberiyeke bi qeyran heye. Li Başûr jî heman rêveberî heye. Ji ber ku hişmendî heman e. Hikûmeta Başûr di nava qeyraneke wisa de ye ku nikare mûçeya karmendên xwe bide. Lewra serweta mala Barzanî ya li welatên din komkiriye eşkere bû. Ev ji diyar dike ku di hemû hewldanên xwe de ne ji bo berjwendiyên kurdewarî, ji bo berjwendiyên malbata xwe tevdigerin.”
 
‘Ev êrişên li çarparçeyan tê kirin ne tesadûfî ne’
 
Salîha, da zanîn ku “Operesyona pençe” temamkirina amadekariyên peymana Lozanê ye û wiha pêde çû: “Di peymana Lozanê de kurd tune hatin hesibandin û hatin parçekirin. Êrişên hevpar li dijî me hatin bikaranîn. Demeke li her çar parçeyên Kurdistanê liv û tevgerên amadekariya Peymanan Lozanê hene. Li Rojhilat Îran êrişî siyasetmendar û saziyên kurdan dike, li Rojava êrişên dewleta Tirk, li Başûr û Bakur jî bi haman rengî ne. Ev hemû jî bi hev ve girêdayî ne. Dixwazin parçebûna kurd weke fersend bikarbînin û êrişên xwe careke din hevpar li dijî kurdan bidin meşandin. Em nikarin van êrişan cuda bigirin dest û her wiha jî ne tesadufî ne.”
 
‘Bi dijminatiyê xwe li ser lingan digirin’
 
Salîha, destnîşan kir ku welatiyên Tirkiyeyê jî baş dizanin ku îqtidara heyî li ber tunebûnê ve diçe û wiha pêde çû: “Bi qasî me îqtidar jî bi vê yekê haydar e. Bi qeyranên di nava civakê de avakirine re tiştek nemaye pêşkêş bikin. Tiştek wan jî nemaye rave bikin. Fersendên xwe yên dawî bikartînin. Ev jî êrişên li dijî Gelê Kurd e. Bi êrişa dawî re jî dixwaze bi destê PDK’ê xwe li ser piyan bihêl e. Gelê Kurd hemû jî li hemberî vê nêzîkatiyê û hevkariya PDK’ê bi bertek e. Divê bi taybetî gelê Başûr bertekek mezin nîşa bide. Ango divê hemû gelên demokrat jî berteka xwe nîşa bikin. Bi dijminatiya kurdan re dê Rojhilata Navîn her tim di nav qeyran û şeran de be.”
 
‘Pêwîstiya kurdan bi wan nîne’
 
Salîha wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bê guman di êrişa dewleta Tirk ya li hemberî rêxistina azadiyê de PDK piştgirî dide û ev êriş jî bandorek mezin li ser yekitiya netewî ya kurdan dike. Lê belê divê em bine wê xêz bikin ku kurd bêyî PDK’ê yekitiya xwe pêkanîn e. Newroz jî mînaka vê ye. Gelê Kurd êdî baş nas dike û şiyar bûye. Dizanin ka kî ji bo berjewendiyên wan bedel didin. Ji ber wê yekê jî wê hewildanên wan vala derbikevin. Pêwîstiya kurdan jî êdî bi wan nîne. Wê kurd yekitiya xwe jî û destkeftiyên xwe jî li dijî mala Barzaniyan biparêzin.”