Ayşe Sîdo: Ola me bingeh e bingeh jî tune nabe

  • 10:45 19 Nîsan 2022
  • Rojane
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Rêvebera Yekîtiya Êzdiyên Efrînê Ayşe Sîdo, têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê û lêkirina dîwar a di navbera Şengal û Rojava de ji aliyê Iraqê ve axivî û got, : " Ola me Bingeh e, bingeh jî tune nabe. dema ku em bahsa Civka Êzidî dikin em bahsa koka kurdayetiyê dikin û ji ber vê ye ku careke din dagirkerên vê xakê, di serî de jî dewleta  tirk êrîşî Şengalê dikin."   
 
Hikumeta Îraqê ji 30'ê Adarê ve li ser sînorê di navbera Şengalê û Rojava de zemîna komkujiyên nû yên li ser êzdiyan bi dîwar û çeperên ku datîne amade dike. Dewleta Tirk jî bi hevkariya ku ji PDK'ê diigre êrîşî başûr û bi taybetî jî Şengalê dike.  Dewleta tirk û hevkarên wê bi dîwarê tê lêkirin û êrîşên ku dikin dixwazin ku Şengalê ji Rojava qut bikin. Her wiha fermên tên serê êzdiyan û qirkirina wan berdewam bikin. Lê li hember vê êzidî helwest û nerazîbûnên xwe nîşan didin. 
 
Têkildarî mijarê û geşedanên dawîn ên li herêmê Rêvebere Yeîtiya Êzdiyan a Efrînê Ayşe Sîdo ji ajnsa me re axivî û nirxandin kir.
 
'Êzidiyan ol û kevneşopiyên xwe parastine' 
 
Ayşe Sîdo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li dijî jinên êzidî û wiha berdewam kir : "Ev 4 sal in ji ber zext û hovîtiya dewleta tirk em li li Kantona Şehbayê koçberin. Ola Êzdî ola herî kevnar û koka Gelê Kurd e di Rojhialta Navîn de. Lê belê ger em vegerin dîrokê, Civaka Êzidî  ji aliyê dewletên faşîst û desthilatdaran ve di 74 fermanan re hatiye derbaskirin. Lê ruxmî vê yekê jî heta roja îro jiyaye, li çiyayan ol û kevneşopiyên xwe parastiye. Bi şoreşa Rojhilata Navîn re jî dîsa êzidî her tim hatine hedefgirtin. Hemû dewletên navnetewî bi destê dewleta tirk zext dane ser tevahî Rojhilata Navîn û bi taybet civaka êzidî. Dijmin dema ku ev çeteyên DAIŞ'ê perwerde kirine, destpêkê berê wan ber bi civaka êzidî vekirin, ji bo ku me qir bikin. Ev 11 salin şoreş li Rojhilata Navîn dest pêkriye lê êrîşa ku bi ser Şengalê û Civaka Êzidî ve hatiye cudatir ji ya li ser hemû ol û netewan bû. Ji ber ku 7 hezar jinên êzdî ji Şengalê hatin firotin, tecwizkirin û di komkujiyan re derbas bûne."
 
'Bi Civaka Êzidî re em bahsa koka kurdayetiyê dikin'
 
Ayîşe Sîdo di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser siyaseta dewleta tirk ku li ser êzidiyan meşandiye û ev tişt got : "Dema ku em behsa Civaka Êzdî dikin, yekser em behsa koka kurdiyetê dikin. Ji ber vê yekê dîsa di van demên dawî de dewleta tirk dest avêt ser axa Şengalê, ev jî tê wateya ku dixwazin di şexsê Civaka Êzidî de gelê kurd tune bikin. Ewqas qirkirin, hovîtî, sûcên dermirovî û tecawizkirin li ser me hatine meşandin, lê dewletên nevnetewî bê dengin. Hikumeta PDK'ê bi hemû hêza xwe û leşkerên xwe dema ku êzidî di komkujiyê re hatin derbaskirin paş de çû. Ji ber ku Hikumeta PDK'ê jî hevkarê dewleta tirk e. Li pêşiya çavê dinyayê dewleta tirk çeteyên DAIŞ'ê anîn û li herêmên dagirkerî bi cih kirin, hemû sûcên dermirovî kirin, lê mixabin hemû dewletên navmeteweyî û Rêêxistinên Mafên Mirovan bê deng in. Armanca wan ji vê yekê ew e ku em axa xwe berdin û xwe radestî desthilatdaran bikin. Dema qirîzê li vê derê dest pêkir dagirkeran deriyên Ewrupa ji me re vekirin, ji bo ku em berê xwe bidin derveyî welat û me biçewsînin. Ji ber ku ger em ji welat derkevin, wê civaka me perçe bibe û hêza me namîne."
 
'Em bi hêza xwe hene û em ê her tim hebin'
 
Ayşe Sîdo da zanîn ku ew weke Civaka Êzdî bi hêza xwe hene û wê her tim hebin û wiha got: "Dema ku dewleta tirk   dît ku me hêza xwe ya jinê avakir ye, kêfa wî nehat ji ber vê yekê rojane bi tang û topên xwe êrîş şervanên me dike. Li hember van sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê her kes bê deng e, ev yek jî diyar dike ku bê dengiya wan tê wateya razîbûn û hevkariya wan. Ji ber ku me bi felsefeya Rêber Apo bi Sîstema Netewa Demokratîk  xwe rêxistin kir  dewleta tirk gelek caran pêşengên me hedef girtin. Bi vê yekê xwastin ku êzidiyn bitirsin û paş de vegerînin, lê êzdiyên sedsala 21'an de ne êzidiyên ku di fermana re derbas bûne ne. Me xwe baş rêxistin kiriye û em dikarin li hember dagikeran şer bikin ji bo mafê xwe." 
 
'Ola me bingeh e, bingeh jî tune nabe'
 
Ayşe Sîdo diyar kir ku dewleta tirk dixwaze êzidiyan li hev sor bike û wiha dirêjî da axaftina xwe : "Dewleta tirk û komên girêdayî wê gelek caran hewil dan ku zarokên me perwerde bikin ji bo ku li dijî me şer bikin. Lê bi ser neketin. Heta niha vê siyaseta xwe ya qirêj di Efrîna dagirkirî de dimeşînin, zarokên me perwede dikin û di gundên me yên êzdiyan de mizgeftan ava dikin. Ji ber vê yekê jî armanca wan pir zelale, lê nikarin bighêjin armanca xwe, ji ber ku ola me bingehe û bingeh jî tune nabe. Ji ber vê yekê jî li Efrînê bi darê zorê ola Îslamê li ser êzdiyan ferz dikin û rojane wan îşkence dikin. Dewleta tirk a dagiker li hemû herêmên dagirkerî gelê me qir dike, bi tang û topên xwe êrîşî Şehbayê jî dike ji bo em jî belav bibin. Lê bila baş zanibin ku çi bikin jî berxwedana me mezin dibe û nikarin rawestînin. ."
 
'Bi lêkirina dîwar nikarin êzidiyan ji hev qut bikin'
 
Ayşe Sîdo balkişand ser lêkirina dîwarê şermê yê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve  di navbera Şengal û Rojava de lê dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Vê carê jî dewketa tirk a dagirker bi siyaseta lêkirina dîwarê şermê di navbera Şengal û Rojava de, dixwaze êzdiyan ji hev qut bike. Bi lêkirina vî dîrwarî re dixwazin bikin bîra me ku amedekarî ji bo fermanek nû bikin. Bi vê yekê dixwazin gelê me lawaz bikin û bitirsin ji bo ku axa xwe berdin. Lê bila baş zanibin ku dilê me, rihê me, mejiyê me, hêz û vîna me yeke. Ji ber ku bi fikir û felsefa Rêber Apo îro gelê me perwerde bûye û xwe rêxisitn kiriye, ji ber vê yekê jî em dev ji axa xwe bernadin û xwedî vîn in. Ev jî bi saya fikir û felsefa Rêber Apo ye ku hişt em çavên xwe vekin û xwe nas bikin. Dewletên desthilatdar em fetsandibûn, lê Rêber Apo em ji wê rewşê xilas kirin û em vegerandin koka me."
 
"Em ê dîwarê dagirkeriyê hilweşînin"
 
Ayşe Sîdo di dawî de bang li Civaka Êzidî kir ku bi yek rihî û yek dest bin heta ku jinên di destê çeteyan de rizgar dikin û berxwedana xwe li hember dijmin bilind bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bangawaziya min ji hemû êzdiyan re ye û bi taybet ji ên li Ewrupa dimînin re ye. Divê em  bi giştî destê xwe bidin hev berxwedanî û tekoşîna xwe berdewam bikin. Her wiha her kes  bila xwedî li ol û koka xwe derkevin, çanda xwe biparêzin.  Em ê bi yek rihî dîwarên dagirkeriyê hilweşînin."