‘Denîz Poyraz ji ber kurd bû hat qetilkirin’

  • 09:04 17 Nîsan 2022
  • Rojane
AMED - Parêzer Berfîn Polat der barê rûniştina doza Denîz Poyraz de banga xwedî derketinê kir û da zanîn ku Denîz ne ji ber ku tenê jin e, ji ber ku kurd bû hatiye qetilkirin û ev di esasê de qirkirinek bû.
 
Di 17’ê hezîrana 2021’ê de li hember HDP’a Îzmîrê êrîşa çekdarî pêk hat û gumanbar Onur Gencer xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Doza ku gumanbar jê tê darizandin ya sêyemîn wê di 29’ê nîsanê d li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê dîtin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Berfîn Polat der barê runiştinê de nirxandin kir.
 
‘Lêpirsîn bi awayekî bandor nehat meşandin’
 
Berfînê destnîşan kir ku êrîşa nîjadpest ya li hember Denîzê li navenda Îzmîrê li avahiya HDP’a Îzmîrê hat jiyîn, di bin çavdêriya polîsan de pêk hat û got: "Tevî van esas, lêpirsîn li dijî mevzuata netewî û navnetegweyî hat meşandin. Hêzên ewlehiyê payîn ku gumanbar karê xwe biqedîne. Tora têkiliya wan derket holê. Der barê ku gumanbar beriya bûyerê bi kê re ketiye îrtîbatê bi kê re têkiliya wî heye nehat tespîtkirin û lêkolînkirin. Gumanbar di otelên luks de mabû lê di vê mijarê de lêkolînek nehat kirin. Dîsa kesên ku piştgiriya lojîstîk dabûnê nehatin tespîtkirin. Dema em dinêrin dibînin ku lêpirsîn bi bandor nehatiye meşandin.”
 
‘Her du rûniştinên din normal nebûn’
 
Berfînê daxuyakirin ku Komelaya Jina a Rosa, gelek parêzvanên maf, STK, serokên baroyan û sazî tevli rûniştina yekem bûne û wiha bi lêv kir: “Ji bo ev cînayeta siyasî ya organîzekirî û zîhniyeta qirêj derkeve holê piştevanî û piştgiriyek mezin hebû. Lê kujer Onur Gencer li salona dadgehê bi tevgerên rehet tevgeriya û cesaret girt. Rûniştian yek wisa ne rûniştinek normal bû. Kujer bi hêzên ewlehiyê re henek dikir û dikeniya. Heqeret li birayê Denîz Poyraz kir. Beyî ku îfadeyên muştekiyan bê girtin, beyî ku daxwazên tevlibûnê bên girtin rûniştin taloqî 24’ê çile kirin. Rûniştina duyem de jî tevlibûnek mezin hebû. Lê salon biçûk bû û salonek din tahsîs nekirin. Tenê kesên nûnerî girtibûn girtin salonê. Me Komeleya Jinan a Rosa cihê xwe li wir girt. Me daxwaz kir ku em tevli bibin. Lê daxwaz hat redkirin.”
 
‘Planek girantir kiribû’
 
Berfînê destnîşan kir ku gumanbar poşman nebû û wiha anî ziman: “Gumanbar got ku ziarek hîn mezintir plan kiribû û li gorî plana wî bûyer pêş neketiye. Got ku planeke hîn bêtir giran plan kiribû. Heyeta dadê mudaxaleyek li dijî van gotinan zêde nekir. Hemû hiqûqnas û sazî ji vê rewşê neheret bûn. Piştî kujer Orhan Gencer, mafê gotinê dan malbata Denîz Poyraz. Dê û bavê Denîzê îfadeyên bi hêvî, der barê aştiyê de daxwazên xwe, gotin bila li vî welatî tu jin neyên qetilkirin. Axaftinên wan gelek girîng bûn. Dayikek li dijî kujer ev gotin anî ziman. Bi rastî jî gelek bandor li mirovan dikir.”
 
Banga piştevaniyê
 
Berfînê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em li qirkirinan re rû bi rûne. Daraz divê bi STK’yên wek me re bikeve hevkariyê. Her kesê têkoşîna azadiyê dide bi tacîza darazê re tê rû hev. Em li vî welatî jinên hatine qetilkirin nikarin kurdbûnê ji nasnameya wan paqij bikin. Denîz Poyraz jinek bû lê ji ber kurdbûnê hat qetilkirin. Ev di esasê de qirkirinek bû. Bi armanca piştevanî û piştgiriyê divê em 29’ê nîsanê de li Edliyeya Îzmîrê bin.”