Li Girtîgeha Sîlîvriyê Tîma A!

  • 10:15 16 Nîsan 2022
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama OHD'ê ya Stenbolê Mîzgîn Argiş diyar kir ku li Girtîgeha Sîlîvriyê Tîma A ya ku ji gardiyanên ku bi taybetî hatine perwerdekirin heye û got: "Li tevahiya girtîgehê îşkence heye. Girtiyên li Sîlîvriyê jî li hemberî bê helwestbûna raya giştî jî bi gazinc in." 
 
Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan bi ser qawîşa karantînayê ku 55 girtiyên edlî tê de bûn, girt. Di serdegirtinê de îşkence li girtiyan hate kirin û 9 girtiyan hewl dan xwe bikujin. Ji van girtiyan Ferhan Yilmaz jiyana xwe ji dest da. Piştî ku bûyer aşkera bû girtiyan sewqê girtîgehên din kirin. Heta îro jî ji rayedaran tu daxuyaniyek nehatiye dayîn. 
 
Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) derbarê mijarê de lêkolîn kirin û raporên xwe aşkera kirin. Li gorî raporên ku hatin aşkerakirin li girtîgehan îşkence didome û gardiyanên sûcdar jî hêj li ser pêywîrê ne. 
 
Derbarê mijarê de endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê û parêzer Mîzgîn Argiş axivî. 
 
Mîzgîn, diyar kir ji 6'ê nîsanê heta îro li Sîlîvriyê mafê girtiyan tê binpêkirin û got: "Bûyer bi toqat avêtina gartiyanê dest pê dike. Piştre 10 girtî ji koguşa ku 60 girtî dimînin tên derxistin û wan bi kelepçekirî dibin odeya bi singer. Li vir bi şîdeta fîzîkî re rûbirû dimînin. Ev tişt ji hêla girtiyên siyasî ve jî te piştrastkirin. Piştî ku girtiyên edlî bûyerê ji malbata xwe re radgihînin 60 gardiyan û midûrê girtîgehê bi ser koguşê de digirin. Midûr bi zorê hewl dide ku gardiyanê ku toqat avêtibû girtîyekî lêborînê bixwaze. Li hemberî lêborînê jî hewl didin ku girtî dev jî giliya xwe berde. Piştre jî girtî tê tehdîtkirin ku heke dev jî giliya xwe bernede dê daxuyanî bidin û bêjin ev bûyer derew in. Her wiha dema girtiyên edlî û girtiyên siyasî li dijî binpêkirina mafan derkevin ji hêla îdareya girtîgehê ve bi betalkirina înfazê tên tehdît kirin." 
‘Ferhan ji aliyê girtiyên din ve nayê nasîn' 
 
Parêzer Mîzgîn, destnîşan kir ku 60 kesên ku bi hev re dimînin ne mimkune ku ji hevdû nas bikin û wiha axivî: "Cenazeyê Ferhan Yilmaz ji girtîgehê derket. Wêneyên wî gihîştin çapemeniyê. Em ji wan wêneyan dibînin ku ew hatiye îşkencekirin û kuştin. Lê belê Ferhan Yilmaz ji aliyê girtiyên din ve nayê naskirin.  Em tenê dikarin li ser girtiyên ku em dikarin bi wan re hevpeyivîn bikin tiştekî zelal bibêjin, lê em nikarin raveyên rast û zelal li ser girtiyên li qawîşên din bidin. Em wisa nafikirin ku ev êrîş tenê bi qawîşekê ve sînorkirî ne.
 
'Têkiliya wan a derve tune' 
 
Mîzgîn, da zanîn ku derbarê bûyera ku li Sîlîvriyê hatî jiyin agahiyên ne zelal hene û wiha bi lêv kir. "Wekî her girtîgehê, li Girtîgeha Sîlîvriyê jî pêkanînên kêfî tên kirin. Saetên civînê saet di 22:00 de ye. Ger parêzer li hundir be, hevdîtina dawî saet 00.00 bû. Ev sepana keyfî ye. Tevî hemû hewldanên me jî muzakere pêk nehat. Gardiyanên girtîgehê dibêjin ku talîmat dane wan û ji ber vê yekê nahêlin em hevdîtinê bikin, lê belê belgeyeke nivîskî nîşan nadin. Ji bo me wek parêzer ketina girtîgehê ewqas zehmet e, gelo rewşa girtiyan çawa ye? Têkiliya wan a derve tune. Ev hemû ji bo ku em negihin agahiyên hundir." 
 
‘Îşkenceyek sîstematîk heye' 
 
Mîzgîn di axaftina xwe de wiha bal kişand ser mirina Ferhan Yilmaz: "Bijîşk bi xeletî ji malbatê re dibêje ku Ferhan li girtîgehê miriye. Malbata Ferhanê diyar kiribû ku ne tenê zarokên wan malbatên din jî hene ku cenazeyên zarokên wan li girtîgehê derketiye. Binpêkirina mafan a li Girtîgeha Hejmara 5’an a Sîlîvriyê nîşanî me dide ku nêzîkatiyeke sîstematîk heye. Qetilkirina Garîbe Gezer û mirina girtiyê siyasî Sînan Kaya ya li Îdirê, bi nîşaneyên şênber radixe ber çavan ku bê ferq û cudahiya siyasî û hiqûqî zilmeke sîstematîk heye."
 
Li girtîgehê Tîma A... 
 
Mîzgîn, daxuyand ku li girtîgehê komek bi navê Tîma A, hatiye avakirin û ev tîm îşkence li girtiyan dike û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rêveber û dozgerên girtîgehê qet bi me re nakevin têkiliyê, hevdîtinên me qebûl nakin. Em nikarin têkiliyê deynin. Daxuyaniyan didin ku ger binpêkirina mafan hebe serî li dozgeriyê didin. Em serî li dozgeriyê didin, lê ji ber ku lêpirsîneke bibandor nîne, bi encam nebûna dozgeriyê. Dema ku gelek saziyên sivîl û gelek wekîlan ku di nav wan de birêz Omer Farûk Gergerlioglu jî hebû, li girtîgehê geriyan û pirsa 'Gelo bi rastî jî li girtîgehê wekî ku di çapemeniyê de hat ragihandin binpêkirina mafan pêk hatiye?' daxuyanî dan û gotin: 'Na tune, binpêkirina mafan bi vî rengî'."
 
'Dê pêvajo nêz ve bê şopandin' 
 
Mîzgîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê xwedî li girtiyan derkevin, ji ber ku daxwazek wisa ya girtiyan jî heye. Dewlet ji domandina jiyana girtiyan a li girtîgehan berpirsyar e, lê erka xwe bi cih nayîne. Em dibînin ku der barê mirinên li girtîgehê de lêpirsîneke bi bandor nehatiye encamdan. Pir girîng e ku civak li hemberî binpêkirinan çawa tevbigere û xwedî derkeve. Em ê bi Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê re lêkolîneke hevpar bikin. Em ê bişopînin dema ku ew rastî muameleyên li dijî maf û rûmeta mirovan tên, bêyî ku tu cudakariya siyasî û edlî bikin. Divê her kes bişopîne."