Li Cizîrê gel di çalakiya nobetê de ye: Em ê xwedî li partiya xwe derkevin

  • 09:08 13 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Piştî serdegirtinê, welatiyên Cizîrê li pêşiya HDP’ê dest bi nobetê kirin. Jinên ku tevlî nobetê bûn gotin: "Em ê heta dawiyê xwedî li partiya xwe derkevin. Berxwedana me dê heta dawiyê dê bidome.”
 
Beriya du rojan di saetên serê sibehê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de hat girtin û di dema serdegirtinê de deriyên avahiya partiyê û pace hatin şikandin û alavên di hundir jî hatin belavkirin. Di heman demê li gelek taxan bi ser gelek malan de jî hat girtin û 9 kes hatin binçavkirin. Her wiha di nava 4 mehan de du caran bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de tê girtin û rêveberên wan hatin binçavkirin.
 
Li dijî serdegirtina avahiya HDP’ê û binçavkirinan, HDP’ê li ber avahiya xwe ya Cizîrê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya nobetê kir. Çalakiya nobetê bi tevlîbûna bi dehan kesan bi coş derbas dibe. Welatiyên ku tevlî çalakiya nobetê bûn, diyar kirin ku dê xwedî li partiya xwe derbikevin û li hember zilmê tu carî serî natewînin.   
 
‘Em ê li hemberî êrişan li ber xwe bidin' 
 
Dayika bi navê Kumrî Babet a ku ji navçeya Hezexê hatiye tevlî çalakiya nobetê bûye û wiha axivî: "Bi awayek hovane êrîşê partiya me dikin. Em ev êrîşên tên kirin şermezar dikin. Heta ku em saxbin em ê dev ji partiya xwe bernadin. Me tu carî serî xwe li ber wan natewînin. Heta damleyek xwîna me hebe em ê dev ji doza xwe bernadin. Em ê hertim xwedî li partiya xwe derkevin. Heta êrîşên li ser partiya me bi dawî bin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo partiya xwe em ê hertim piştgiriya hevdû bikin. Îqtîdar êrîşê partî, mal û welatê me dike. Zarokên me dikin binçavan û digirin. Bi van êrîşan dixwazin me bitirsînin. Lê belê em bi van êrîşan natirsin. Ev sed sal in em li ber xwe didin û ji vê şûnde jî berxwedana me dê bidome. Em tu carî serî natewînin. Bi van êrîşan dixwazin kurdan tune bikin. Lê belê kurd xilas nabin. Kurd ji wê xewê beriya bi salan jiyar bûn û îro li ber xwe didin. Kurd niha li çar parçeyê Kurdistanê li ber xwe dide û têdikoşe. Heta niha nikaribûn kurdan tune bikin û ji vê rojê şûnde jî dê nikaribin tune bikin. Li hember van êrîşan em xûrtir dibin. Li dijî van êrîşan gelê me bêdeng namîne û piştgiriya hevdû dikin. Kesên ku dibêjin em xwedî wîcdanin bila bên li vir xwedî partiya xwe derbikevin. Bila gelê me yê kurd rabe li ser piyan. Ne dema xewê ye.”
 
‘Bê dengî zilmê mezin dike' 
 
Hulya Dalmiş li Cizîrê dijî ji bo piştevaniya bi HDP'ê re berê xwe da cihê nobetê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Di saetên serê sibehê de bi ser mala me de jî girtin û kurê tiyê min kirin binçavan. Li dijî me kurdan neheqî tê kirin û ev tişt tu carî nayê qebûlkirin. Heta ku em saxbin em ê xwedî li doz û partiya xwe derbikevin. Li hember hemû êrîşên tên kirin em ê tu carî dev ji doza xwe bernadin. Li ser me kurdan hertim neheqî tên kirin. Lê em kurd li dijî êrîşan serî natewînin û xwedî partiya xwe derdikevin. Gund û bajarên me şewitandin, malên me talan kirin, di qedexeyê de malên me hemû şewitandin. Lê dîsa jî gelê kurd dev ji doz û partiya xwe berneda. Heta em saxbin em ê li ser şopa zarokên xwe bin. Ji ber ku em kurd in ev êrîş li ser me tê kirin. Em şer naxwazin. Em azadî, aştî û demokrasî dixwazin. Li Botanê her şev bi ser malan de tên girtin. Dema ser mala cîranê me de tê girtin, wekî bi ser mala me de tê girtin. Mafê wan tuneye vê zilmê li me kurdan dikin. Bila Gelê Kurd rabe li ser piyan û xwedî li partiya xwe derbikeve.  Bila tu kes bêdeng nebîne. Bêdengî zilmê mezintir dike. Em bi girtin, binçavkirin û kuştinê xilas nabin. Her sal bi ser partiya me de tê girtin. Ev zilma li ser partiya me tê kirin nayê qebûlkirin. Her kengî hevalên me li vir rûnên em ê jî bên li vir bin.”  
 
‘Li hember êrîşan em ê yekitiya xwe ava bikin’
 
Delal Dalmiş a Cizîrî jî tevlî çalakiyê bû û destnîşan kir ku Gelê Kurd bi salane li hemberî zilmê li ber xwe dide û îro jî ev berxwedan berdewam dike û wiha bi lêv kir: "Zilmê li me kurdan û partiya me dikin. Heta ku em saxbin jî em ê xwedî li doz û partiya xwe derkevin. Bila gelê me bibe yek û yekitiya xwe ava bike. Ger ku yekitiya me hebûya dê ev êrîş çênedibûn. Divê li hember zilmê em demildest yekitiya xwe ava bikin.  Ji 7 salî heta 70 salî em dewa azadiyê dikin. Em dayik şer naxwazin. Em edalet û jiyanek wekhev dixwazin. Em kurd in û heta dawiyê em ê xwedî vê nasnameya xwe derkevin. Ev êrîşa ku li ser partiya me hat kirin şermezar dikin. Partiya me partiya heqîqet, edalet û demokrasiyê ye. Em dixwazin Gelê Kurd li ku dibe bila bibe bila xwedî li partiya xwe derkevin. Banga min ji hemû gelê Botanê re ew e ku werin em destên xwe bidin destên hevdû û yekitiya xwe ava bikin.”