‘Dest ji hiqûqa dijminahiyê berdin’

  • 09:07 13 Nîsan 2022
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Endama Platforma Jinan a Wanê Zozan Ozgokçe û endama Komeleya Jinan a STAR'ê Sevgîn Ozdînç balkişandin ser rewşa Aysel Tugluk û diyar kirin ku nêzîkatiya li hemberî wê hiqûqa dijminantiyê ye û banga piştevaniyê li her kesî kirin.
 
Yek ji cihên ku tecrîd bandorek mezin lê dike girtîgehin. Li girtîgehên ku girtî bi guman jiyana xwe ji dest didin, tên qetilkirin û îşkencê dibînin, bi taybet binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên nexweş balê dikşînin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Aysel Tugluk e û tevî ku rewşa wê her diçe giran dibe jî nayê tahliyekirin. Ji bo  Aysel Tugluk ku nexweşa demansê ye, gelek rêxistinên hiqûqê û derdor bang dikin. Hevpîşeyên wê di 6’ê Nîsanê de çûn girtîgeha Kandariyê  Aysel ziyaret kirin û piştî serdanê bang li rayedaran kirin.
 
Endama Platforma Jinan a Wanê aktîvîst femînîst Zozan Ozgokçe û endama Komeleya Jina a STAR''ê Sevgî Ozdînç der barê Aysel û girtiyên din ên nexweş  de axivîn.
 
‘Êrîşên li dijî cenazeyê dayika wê bandor lê kirin’
 
Zozan Ozgokçe destnîşan kir ku êrîşa li dijî cenaza dayika Ayselê pê re travmayek giran çêkirin û 14 sal cezayê li Ayslê hatiye birîn jî dijhiqûqiye û berdewam kir, " Rewşa girtiyên nexweş qet nebaş e. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ye. Mehmet Emîn bi kelepçê dibin dadgeh û nexweşxanê. Mirina girtiyan nayê qebûlkirin. Binpêkirinên mafan yên li ser girtiyan nayên qebûlkirin. Li ser girtiyên jin ên kurd binpêkirin bandorek mezin dikin. Tiştên ku Aysel dijî wek mirov bandoreke gelek mezin li min jî kir. Divê her kes li dijî van pêkanînan bi hestiyar tevbigerin û bertek nîşan bidin.”
 
‘Tu hinceta wê tune’
 
Zozanê nivîsa siyasetmedar Gultan Kişanak a girtî, ya der barê Aysel Tugluk de nivîsiye jî bi bîr xist û wiha dirêjî dayê: “Di nivîsê de Gultan diyar dike ku dema Aysel ji pêlikan tê xwarê ji bîr dike dakeve, dema derdikeve hewadankê ji pişt ve derî digire, ji ber îhtîmala ku porê xwe bişewitîne tenê nahêlin cigarê bikêşe. Di rewşeke wisa hinceta girtinê tune ye.  Aysel nayê tahliyekirin. Ev hiqûqa dijmin e. Ev dijminahiye. Di vê rewşê de girtina Ayselê ne rast e. Gelo wê kîjan ewlehiya dewletê bihejîne. Wê welat parçe bibe. An jî wê pergala destura bingehîn xera bike.”
 
Zozanê destnîşan kir ku divê li dijî pêkanînên li hemberî Aysel û girtiyên din tu kes bêdeng nemîe û wiha dirêjî dayê: “ ATK’ê rapora dikare di girtîgehê de bimîne da Ayselê. Bijîşkên ATK’ê parçeyekê vî sûcî ne. Dewlet van girtiyan wek dijmin dibîne. Bi rayeya taybet a serokomar re ev girtî dikarin bên derxistin.  Wekê ku sond xwarine tevdigerin. Bi pêkanînên li ser girtiyên nexweş dixwazin peyamê bidin civakê. Tiştên tên jiyîn bêwijdanî û  bê edaletî ye.”
 
‘Divê her kes xwedî li mafê jiyanê derkeve’
 
Zozanê diyar kir ku girtiyên nexweş divê demildest bên berdan û wiha dawî lê anî: “Ya li girtiyên nexweş tê kirin hiqûqa dijminahiyê ye. Divê dest ji vê hiqûqê berdin. Divê her kes li dijî vê bisekine. Belê împaratoiriyek tirsê heye. Lê divê her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike.  Jiyan mafê her kesî ye. Bila mafê her kesî bê radestkirin.”
 
‘Rapor nikare bê qebûlkirin’
Endama Komeleya Jinan a STAR'ê Sevgî Ozdînç jî balkişand ser rewşa Ayselê û ev tişt got: “Ger kesek nikaribe hewcedariyên xwe pêk bîne, jiyaneke îzole ne pêkane. Divê Aysel di nav mirovan de be û jiyana xwe wisa bidomîne. Lê biryara ‘dikare hewcedariyên xwe pêk bîne’ hatiye dayîn. Ev hiqûqa dijminahiyê ye. Ev hiqûqek ku nayê qebûlkirinê ye. Ev biryar ne ji bo Ayselê ne ji bo girtiyên din nayê qebûlkirin.”
 
Bila hiqûq tişta pêwist bike
 
Sevgiyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku Aysel bîra hemû civakê ye û wiha daxuyand: “Em hemû şahidên xebatên wê yên di têkoşînê de ne. Bi salane em siyaseta wê ya aktîf dizanin. Ji bo vê kampanyayek saziyên jinan heye. Dîsa baroyan kampanya dane destpêkirin. Lê tevî vê Aysel nayê berdan. Em van pêkanînan qebûl nakin. Em tiştekî naxwazin. Bila hiqûqê pêk bînin.”
 
‘Em naxwazin cenaze derkevin’
 
Sevgiyê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha dawî lê anî: “Sebra me nameye ku cenazeyek din ji girtîgehê derkeve. Em vê qebûl nakin. Em banga piştgiriyê li hemû aliyan dikin.”