ÎHD'ê derbarê Silîvriyê de daxuyanî da: Bila berpirs bên cezakirin

  • 11:18 12 Nîsan 2022
  • Rojane

STENBOL - Derbarê 2 girtiyên ku li Girtîgeha Sîlîvriyê ji aliyê gardiyanan ve hatine îşkencekirin, jiyana xwe ji dest dan, de ÎHD'a Stenbolê daxuyaniyek da û got: "Em ji Wezareta Edaletê dixwazin ku bila heqîqetê derxînin holê û kesên tevlî êrişê bûne û rayedarên girtîgehê yên ku çavê xwe ji vê êrişê re girtine jî werin cezakirin û ji peywirê werin stendin."

 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li ser êrişa li Girtîgeha Nimreya 5’an a Sîlîvriyê li avahiya xwe ya komeleyê daxuyanî da. Li Girtîgeha Sîlîvriyê 60 gardiyanan girtibûn ser qawîşan û êşkence li girtiyan hatibû kirin. 6 girtiyan xwestibûn xwe bikujin. Serhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehate zanîn jiyana xwe ji dest dabûn.
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Em bang li Wezareda Dadê dikin! Li Girtîgeha Tîpa L a 5'an a Sîlîvrî ye çi dibe?" vekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn, dayika Coşkûn Agca Fatma Agca û dayika Abdulmenal  Çetîn Avniye Çetîn tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn diyar kir ku zextên li girtîgehan gelekî zêde bûye û got “Di hefteya borî tê îddîakirin ku êşkence li girtiyan hatiye kirin. Di vê êrişê de Hasan Kaymaz a niha di nexweşxaneyê de di beşa nihêrîna kûr de ye û girtiyê bi navê Serhan Yilmaz jî jiyana xwe ji dest daye. Divê Wezareta Edaletê û hemû rayedarên wê ji bo parastina mafên girtiyan tevdîran bistînin û heqîqetê ji raya giştî re eşkere bikin.”
 
Mehmet diyar kir ku girtiyekî di hevdîtina telefonê de ji malbata xwe re ev tişt ragihandiye û got “Cenazeyê Serhan Yilmaz bêyî ku nîşanî malbata wî were kirin hatiye veşartin û ev jî rewşê bi awayekî zelal radixe ber çavan. Di 6’ê nîsanê de di dema hejmartinê de peywirdarên hejmartinê bêyî ku sedemek hebe li hevalên wan dane û heqaret kirine. Ji ber ku wan îtîrazî vê rewşê kirine li girtiyan jî hatiye xistin, li baxçe êşkence û heqaret li wan hatine kirin. Girtiyên bi navê Coşkûn Agca, Abdulmenav Çetîn, T. Okçû, O. Hacioglû, H. Masal û Alî li hemberî vê êşkenceyê xwestine xwe bikujin ji Wezareta Edaletê xwest ku bila heqîqetê derxînin holê û kesên tevlî êrişê bûne û rayedarên girtîgehê yên ku çavê xwe ji vê êrişê re girtine jî werin cezakirin û ji peywirê werin stendin."
 
Avniye Çetîn diyar kir ku herî dawîn roja înê kurê wê telefonî wê kiriye û got “5 roj in ez nikarim agahiyan ji kurê xwe bistînim. Ji bo dîtina kurê xwe çûm girtîgehê lê destûr nedan min ku ez biçim hundir.”
 
Fatma Agca ya ku kurê wê Coşkûn Agca jî li hemberî êşkence û heqaretê xwestiye xwe bikuje got “Herî dawîn roja înê telefonî min kir û diyar kiriye ewlehiya canê wan tune.”
 
Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum diyar kir ji ber êşkenceya gardiyanan girtî dixwazin xwe bikujin û got “Ligel giliyên sûc jî lêpirsîn û doz nayên vekirin. Malbatan jî diyar kir derbarê gilîkirinê tu gav nehatiye avêtin. Ev bêcezatî rê li ber zext û binpêkirinên rêveberiya girtîgehê vedike.”