Li dijî polîtîkayên surgunê bertek: Em li dijî zilmê serî netewînin

  • 09:05 12 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û girtiyan surgunê bajarên ji malbatên wan dûr. Mehsîma Yaşar ya ku du zarokên wê surgunê bajarên bi kîlometreyan dûr kirin, diyar kirin ku bi surgunan dixwazin malbatan ceza bikin, lê wê serî li dijî zilmê netewînin.
 
Tecrîda 23 sale li Îmraliyê berdewam dike, bandor li hemû girtîgehan dike. Xizmên girtiyan bi  mehane bi taybet ji bo girtiyên nexweş li edeletê digerin. Lê bihêlin bersivek bê dayîn, li girtîgehan her roj mirin tên jiyîn. Li gorî daneyên ÎHD’ê  di 5 salên dawî de 255 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Yek ji pirsgirêkên sereke yên li girtîgehan jî surgune.
 
Mehsîma Yaşar ya li Gever a Colemêrgê dijî diyar kir ku du zarokên wê yên girtî hatine surgunkirin. Yek ji zarokek Mehsîmayê hevşardara Geverê Remziye Yaşar e. Remziye Yaşar di 2019’an de hat girtin û hefteyek li Wanê girtî ma û piştre surgunê girtîgeha jinan a Elezîzê kirin. Kurê wê Dilgeş jî bi mehan li Wanê girtî ma û piştre ew surgunê Tekîrdagê, du sal şunde jî surgunê girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzu ya Trabzonê hat kirin. Remziye ji 2019’an de, Dilgeş jî ji 2016’an heta niha girtiye.
 
Mehsîmayê da zanîn ku kurê xwe Dilgeş sê sal in ji ber pandemiyê û riya dûr nedîtiye, keça xwe jî di bin şert û mercên zehmet de dîtiye.
 
‘Divê hiqûq ji bo girtiyan pêk bê’
 
Mehsîmayê daxuyakirin ku ji ber riya dûr nikare biçe cem zarokên xwe û wiha vegot: “Ji ber pandemiyê hevdîtinên vekirî hatin qedexekirin, nû destpêkirine. Saetên hevdîtinê daxistine nîv saetê. Ez 24 saet rê diçim ji bo nîv saetê zarokên xwe bibînim. Kurê min ji ber rê nehişt ez biçim. Cihê her du zarokên min jî dur e. Carna roja hevdîtinê dikeve heman rojê. Ez nikarim biçim cem her duyan. Ji dewletê bendewarî û hêviya me tune. Ger maf û hiqûq hebe bila ji bo girtîgehan pêk bîne.”
 
‘Em serî natewînin’ 
 
Mehsîmayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Dewlet bi surgunkirinan girtiyan û malbatên wan carek din ceza dikin. Em li dijî zilmê wê serî netewînin. Keça min hevşaredar bû. Sê sal in girtiye. Tu sûcê wê tunebû. 17 sal ceza dan keça min. Ez çûm hevdîtina Remziyeyê, gardiyan her tim dihatin gel me deng derdixistin ku dengê me neçe hev. Zarokên me bi kelepçeyan dibin nexweşxanê. Dema ji nexweşxanê vedigerin 25 rojan di koxuşa karantînayê de dimînin. Em dayik in. Canê me dişewite. Her roj zilmê li  me dikin.”
 
Ji bo girtiyên nexweş bang
 
Mehsîmayê di dawiya axaftina xwe de wiha balkişand ser rewşa girtiyên nexweş: “Pirsgirêkên tenduristiyê yên Aysel Tugluk roj bi roj giran dibin. Tevî vê hîna jî girtiye. Divê girtiyên nexweş bên dermankirin, bên berdan. Qe nebe malbatên wan wê derman bikin. Em dixwazin demildest nexweş bên berdan. Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin. Kezeba me dişewite. Hemû zarokên me ne. Bila zarokên me bînin nêzî me.”