Bertekên li hemberî serdegirtina HDP'ê ya Cizîrê: Dê berxwedan bidome

  • 09:04 12 Nîsan 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin bertek nîşanî serdagirtina avahiya HDP‘ê ya Cizîrê dan û gotin: “Îqtîdar bêtehemûliya xwe ya li hemberê Newrozê duh di serdagirtina avahiya partiyê de nîşan da. Kurd çawa duh li ber xwe da dê îro jî li ber xwe dide.”
 
Duh di saetên serê sibehê de polîsan bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê de girt. Lêgerîna ku serê sibehê dest pê kir, piştî çend saetan bi dawî bibû. Di serdegirtina avahiya HDP’ê de derî û pace hatin şikandin. Her wiha çarçoveya wêneya Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hat qetilkirin jî hat şikandin û wêne hat çirandin. 
 
Ji aliyekî din jî polîsan bi ser gelek malan de girt û di serda girtinê de dayika Yasemîn Çikmaz a ku di sala 2015-2016’an de di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest da Esmer Çikmaz, Zelîha Yardak, Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Mesut Nart, Rêvebirên HDP’ên yên Cizîrê Maruf Elîş, Osman Kuçuk, Şerîf Elçîoglu, Ahmet Benzer, Burhan Dalmiş û Alî Ogun hatin binçavkirin.
 
Her wiha Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû di Lijneya Giştî ya Meclîsê de HDP’ê hedef nîşan da û di 11’ê kanûna 2021’an de bi ser avahiya partiyê de hatibû girtin. Di serdegirtina malan de gelek kes hatibû binçavkirin û girtin. 
 
Siyasetmedarên jin nêrazîbûn û bertekên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
 
‘Çawa duh serî netewand dê îro jî netewîne’
 
 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag, operasyona ku duh li ser avahiya wan a Cizîrê hat kirin şermezar kir û got: “Bi ser avahiya me ya partiyê de girtin û bi avayeke hovane lêgerîn pêk anîn. Di lêgerîna ku hat kirin de carekedin wêneyê faşîzmê hat nîşandan. Her wiha me carekedin dijminatiya li hemberî kurdan dît. Ev êrîş ne care yekem e ku tê kirin. Ji berê heta îro ev êrîş hene û em dizanin ku dê ev êrîş berdewam jî bike. Lê bila ew jî baş bizanibin ku li hember van êrîş û hovîtiyan êm ê tu carî serî netewînin. Gelê Cizîrê çawa ku duh serî netewand, dê îro jî serî natewîne. Li vir her tim êrîş û zilm heye û bi van êrîşan dixwazin me bitirsînin. Lê belê îktîdar bi taybetî li ser Cizîrê disekine û hemî polîtîqayên xwe yên qirêj li vir dide meşandin. Gelê Kurd sedsal in li hember van êrîşan li ber xwe dide û îro ev berxwedana wan berdewam dike. Li dijî zilmê tu carî çok daneynîn. Em tu carî gav paşde navêjin.”
 
‘Em xwedî li partiya xwe derkevin’
 
Rêvebera HDP’ê ya Cizîrê Songul Kuçuk, destnîşan kir ku bi êrişan dixwazin Gelê Kurd xilas bikin û wiha bi lêv kir: “Lê kurd bi girtin, binçavkirin û kuştinê xilas nabin. Tehamûliya wan tuneye û bi ser avahiya me de girtin. Hevserok û hemû rêvebirên me girtin binçavan. Derî û paceyên me şikandin. Bi awayek hovane êrîş kirin. Di nava 4 mehan de du caran bi ser avahiya me de girtin û lêgerîn kirin. Her wiha wêneyê Denîz Poyraz a ku li Îzmîrê hatibû  qetilkirin çarçoveya wê hatibû şikandin û wêne çirandine. Bi sala ne em tên kuştin, tên girtin û binçavkirin. Li ser Cizîrê polîtîkayên taybet tên meşandin. Cizîr tu carî serî netewand û lewma hedef tê girtin. Armanca hikûmetê tunekirina kurdan e. Hemû kes jî dizane em xilas nabin. Li dijî zext û zilmê gel di Newrozê de bersivek xurta dijmin. Ji ber ku tehemûlê Newroz, 8’ê Adarê û kongreya me nekirin û êriş kirin. Li dijî êrîşan em ê bi hev re bin, deriyê partiya me vekiriye û dê hertim jî vekirî be. Banga me ji gel ew e ku çawa xwedî li Newrozê derketin, werin xwedî li partiya xwe jî derbikevin. Werin em li dora partiya xwe bibin xelek.”
 
‘Em natirsin’
 
Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Şirnexê Mevlude Gungen jî da wiha bal kişand ser êrişên ku pêk hatî: “Em van êrîşan tu carî qebûl nakin. Bi girtin û binçavkirinan dixwazin gel ji partiyê dûr bixin. Partiya me ne partiyeke qedexeye. Hem di aliyê fîzîkî û hem jî di aliyê derûniyê de êrîşê gelê me dikin. Bi awayek hovane ev du car in bi ser partiya me de digirin. Lê belê heta ku em saxbin em ê li ser şopa doza xwe bin. Em tu carî ji partiya xwe dûr nasekinin. Ew ji gelê kurd ditirsin. Lewma ev êrîşan dikin. Li hember êrîşan em xurttir dibin û em zêde dibin. Di Newroza Cizîrê de bi hezaran kes berê xwe dan qadê. Îqtîdar li hember vê yekê bêtehembûliya xwe îro nîşanê me da. Kurd çawa duh li ber xwe da dê îro jî li ber xwe dide. Em ê hertim xwedî li partiya xwe derkevin. Gelê me ji partiya xwe dûr nakeve. Ew çi dikin bila bikin em ê li vê derê bin. Daxwaza me ew e ku bila gelê me piştgiriya hevdû bikin û li hember vê zilmê hertim serî rakin. Li hember van êrîş, zext û gefan divê em bibin yek û tifaqa xwe ava bikin. Em natirsin.”