Li Cizîrê êrîş şermezar kirin: Em serî natewînin

  • 14:48 11 Nîsan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê, têkildarî serdegirtina avahiya partiya xwe daxuyaniyek da û çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de Nuran Îmîr a HDP’yî anî ziman ku gel li hember zextan her tim li ber xwe dide, serî natewîne û got: “Em li vir in û em dibêjin hodrî meydan.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) a Cizîra Şirnexê, têkildarî serdegirtina partiya xwe de li ber avahiya xwe daxuyaniyek da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên ku derî û paceyên avahiya HDP’ê hatin şikandin  “Dîmenê Wehşetê” hat temaşekirin û dovîz hatin bilindkirin.
 
‘Ev gel paşde gavê navêje’
 
Di daxuyaniyê de di serî de Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Abdullah, diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê îro danê sibê bi polîtîqayên xwe ve rûyê xwe yê qirêj careke din nîşan dan û wiha got: “Serê sibê bi awayekî hovane avêtin ser avahiya partiya me û lêrîn kirin. Di partiya me de derî û pace hatin şikandin û pêkanînên bêexlaqî hatin kirin. Ev êrîşa hatiye kirin em şermezar dikin. Di serdegirtina malan de hevserokê me Mesut Nar tevî 8 hevalên me hat binçavkirin.  Li Botanê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê bi tevlûbûna bi hezaran kesî û bi  coş hatin pîrozkirin. Vê jî ew aciz kirin û ji ber wê bêtehamûliya xwe nîşan dan. Bedela demokrasî û azadiyê çi dibe bila bibe, ev gel paşde gav navêje.”
 
‘Em li vir in û  em dibêjin hodrî meydan’
 
Nuran Îmîr a HDP’yî jî da xuyakirin ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bi êrîşên li ser gel  hewl didin xwe rewa bikin û wiha domand: “Wan tiştek ji bîr kirine. Her êrîşa ku tê kirin me xurttir û mezintir dike. Ev êrîşa hovane ya li ser avahiya partiya me bi tenê polîtîqaya dijminatiya li hemberî kurdan e, wêneyê bêtehemûliya li hemberî Gelê Kurd e. Em kurd bi sedan sal in li van xakan hene, îro jî hene û dê sibê jî hebin. Tu polîtîqa, zext û gefên we nikarin bi me. Ez bang li serokkomar dikim; Me li dijî her zihniyeta mêtînger li ber xwe da, em li ser piyan man û roj bi roj mezintir bûn. Ev êrîş û zext dê vegerin û we bibînin. Yên ku dê zirarê bibînin hûn û îqtîdara we ye.  Heta ku partiya AKP’ê li Botanê bibe partiya tabeleyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.  Em li her derê ne. Em ê bibin kabûsa we. Ev êrîş wê me netirsînin. Heta ku HDP û Botan hebin wê hêza we ser û bin bibe.  Em li vir in û  em dibêjin hodrî meydan.”
 
‘Em bi kuştinê zêde dibin’
 
Herî dawî Hasan Ozguneş ê HDP’yî axivî. Hasan jî destnîşan kir ku kesên behsa olê dikin di vê Meha Remezanê de îro bi ser avahiya wan de girtine û wiha pêl da axaftina xwe: “Ev durûtî û bêhiqûqî ye. Newroz, 8’ê Adarê û kelecana kongreya me zikê hîn kesan êşandiye. Dibêjin wey; me li Cizîrê nêzî 300 kesî di jêrzemînan de şewitandin. Evqas zilm û îşkence hat kirin, lê ev gel hîn li berxwe dide û li ser piyan e.  Em bi kuştinê zêde dibin. Em aliyê başî, azadî, aştî û demokrasiyêne. Lê êrîşên di bin zihniyeta AKP û MHP’ê de tên kirin nûnerên tarîtî û terorê ne. Ew xizmetkarên fetoyêne. Bi êrîş û gefan nikarin moralê me xira- bikin. Ev berxwedan dê vê pergal û îQtîdara AKP û MHP’ê bişîne gelaşxaneya dîrokê.”
 
Daxuyanî  bi çalakiya rûniştinê û dirûşmên “Berxwedan jiyane”, “HDP gel e, gel li vir e” û “Bijî berxwedana Botanê” bi dawî bû.