Polîs Enes Aydemîr ê tecawizî jina ciwan S.S. kiribû gefên xwe didomîne

  • 11:20 11 Nîsan 2022
  • Rojane
Safiye Alagaş -Derya Ren
 
AMED - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 8’ê hezîrana 2021’ê de polîs Enes Aydemîr, hem tundî li jina bi navê S.S. kiribû û hem jî tecawizî wê kiribû. Piştî doza li Enes Aydemîr hatibû vekirin betal kirin, careke din li S.S. gefan dixwe.  S.S. ji jinan piştgirî xwest û anî ziman ku peywirdarên dewletê yên bi unîforma ên li herêmê bi rêya polîtîkayên şerê taybet hewl didin wan bixapînin.
 
Di demên dawî de li Bakurê Kurdistanê di encama polîtîkayên şerê taybet de bûyerên tacîz û tecawizê zêdetir bûne. Li herêmê peywirdarên dewletê yên bi unîforma bi rê û rêbazên polîtîkayên şerê taybet dest dirêjiyê li zarok û jinan dikin. Jinên ku mêrên bi unîforma tundîyê li wan dikin, dema serî li saziyên dewletê didin, dibin hedefa êrîşan û di warê derûnî de tundî li wna tê kirin.   
 
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîs Enes Aydemîr ku parastina Amîrê Asayîşa Midûriyeta Eminiyeta Navçeyê dikir, di 8’ê Nîsana 2021’ê de tecawizî jina bi navê S.S. kiribû. Berîya çend mehan S.S. ji ajansa me re axivî û bûyera hatibû serê wê vegotibû. S.S. diyar kiribû ku polîs tundî lê kiriye, tecwizî wê kiriye û li mala xwe ew epis kiriye.
 
Piştî S.S. ji destê Enes Aydemîr difilitê giliyê wî dike. Le ji ber ku polîsan îfadeya wê baş negirtibû, delîlên tecawizê kom nekiribûn. Her wiha bijîşk jî ew baş muayene nekirîbû û repor nedabiyê. Ji ber wê jî derbarê giliyê ku S.S. kiribû de biryara neşopandinê hatibû dayîn. Lê S.S. bi parêzerê xwe re îtîrazî biryara neşopandinê kir û carek din gilîyê Enes Aydemîr kirin.
 
Pêvajoya dozê ya di derbarê bûyerê de berdewam dike, lê S.S. ya diyar kir ku Enes Aydemîr hîna jî gefan lê dixwê û herî dawiyê di 4’ê Nîsanê de bi rêya telefonê dubarê gef lî wê xwariye.
 
‘Ji ber gefên wî min nimreya telefona xwe guhert’
 
S.S. diyar kir ku Enes Aydemîr di 4’ê Nîsanê de wextê paşivê bi rêya telefonê peyam jê re şandiye û piştre jî lê geriyayê û gef lê xwariyê. S.S. di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li ser telefonê dengê mêrekî, din jî  dihat. Diyarbû ku hevalekî wî li gel wî bû. Pişre hevalê wî dengên ecep derdixist. Ji min re digot: ‘tu nexweşî, şîzofrenî.’ Bi vî awayî tûndîya derûnî li min kirin. Dema min ji wan re got ez ê li we gilî bikim, telefon girtin. Piştre min jî pê li KADES’ê kir. Wê gavê derûniya min pir xirab bû. Min ne zanî ez çi bikim. Ji ber ku ji min re gotin: ‘Malbata te terorîst e, hûn alikariyê didin terorîstan.’ Carek din jî dema Enes Aydemîr li min geriya ji min re got: ‘Te ez dame televizyonan, rojnameyan’ û gef li min xwar. Li ser vê yekê min jî nimreya telefona xwe guher.”
 
‘Ez piştgiriyê dixwazim’
 
S.S. destnîşan kir ku dema pê li KADES’ê kiriye polîs hatine, çuye li midûriyeta polîsan a Navçeya Kayapinarê gilî li Enes Aydemîr û hevalê wî kiriye. Li ser giliyê di derbarê Enes Aydemîr de derbarê wî de biryara dûrxistinê hatiye dayîn û got: “Enes sûcê xwe dizane û dizane wê ji ber vî sûcî ceza bixwe. Ji ber vê yekê tûndiya derûnî li min dike. An jî gilî li min dike û bi vî awayî dixwaze hêza desthilatdariyê bigire pişt xwe.  Ji ber giliyê ku min li Enes Aydemîr kiriyê di der barê wî de 4 dozên îdarî hatine vekirin. Enes Aydemîr tevî vana jî xwe digihîne min û gef û hekareta xwe didomîne. Ez dixwazim her kes û bi taybetî jî rêxistinên jinan piştgiriyê bidin min. Eger li hemberî tişta hatî serî min bêdeng bi mînin dê li Tirkiyeyê bûyerên wisa zêde bibin.”
 
‘Tundî û tecawiz kir’
 
S.S. bi bîr xist ku dema bûyer di çapemeniyê de hate weşandin Enes Aydemîr di Meha mijdara 2021’ê de lê geriyayê û gef lê xwariyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji min re got: ‘Ez ê tişta pêğwîst li te bikim. Te ez dame çapemeniyê. Ez ê te bikim girtîgehê. Tû terorîst î. Tû piştgiriyê didî terorîstan. Kesên ku li wê çapemeniyê dixebitin hemû kurd in.’ Hem gotinên wisa digot hem jî ji min re digot dêrûniya te xira bûye. Lê wî ez xistim vî halî û derûniya min xira bû. Ez niha rravma dijîm.”
 
‘Nekevin kemînên zilamên bi unîforma’
 
S.S. diyar kir ku piştî bûyera hatiye serê wê li Enes Aydemîr gilî kiriyê, lê derbarê giliyê kiriye de biryara neşopandinê hatiye dayîn. S.S. got ku ew ji ber ku ji hiqûqê fam nake nizanê ji ber çi biryara neşopandinê derbarê giliyê wê de hatiyê dayîn û axivî: “Piştî piryara neşopandinê Enes Aydemîr gilî li min kiriye û dibibêje, 'bêbextî li min kiriye'. Doz wê di 8’ê Hezîranê de bê dîtin. Lê piştî biryara neşopandinê min û parêzerê xwe îtiraz kir û me careke din gilî lê kir. Ez çûm Adlî Tibê ya stenbolê li wir bi awayekî berfireh miayene bûm. Ez niha li benda repora Edlî Tibê me. Dîsa bi piştgiriya rêxistinên jinan alîkariya dêrûnî digirim. Bila jin hişyar bin nekevin kemînên mêrên bi unîforma. Bi taybetî jî jinên kurd bila hişyar bin. Dema mirov li bajarên Tirkiyeyê dinêre mirov dibîne ku bûyerên wisa naqewimîn. Ger biqewimîn jî ceza digirin.”