Hevdîtina bi Ayselê re kirin vegotin: Kesan nas nake

  • 09:04 10 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL -  Aysel Tugluk ku teşîsa demansê lê hat kirin û nexweşa giranv e hevpîşeyên wê çûn serdana wê û diyar kirin ku nexweşiya wê pêş ketiye, di axaftin û meşê de zehmetiyan dikşîne û kesan nas nake.
 
Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ya li girtîgeha Tipa F ya Hejmar Yek a Kandirayê ya Kocaeliyê dîmîne teşîsa demansê lê hatibû danîn û rewşa wê her diçe giran dibe. Di rojên borî de jinên hiqûqnas bi wesîleya Roja Parêzeran çûn serdana Ayselê. Hiqûqnasan ku bi Ayselê re hevdîtin kirin, der barê rewşa wê ya dawî de agahî dan ajansa me.
 
‘Ji bo piştgiriya her kesî spas kir’
 
Endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Arzu Kayaoglu  diyar kir ku ji bo piştgirî û ji bo dengê Ayselê bilind bikin bi gelek parêzeran re çûne girtîgehê û wiha dirêjî dayê: “Ji ber tenduristiya Aysel Tugluk pir caran astengî ji bo hevdîtina pê re tê derxistin. Ji ber vê destpêkê em bi hevala wê ya ku bi hev re li hucreyê dimînin Gultan Kişanak re axivîn. Gultanê got rewşa Ayselê hinek din baştire û dikare derkeve hevdîtina parêzeran. Piştre me bi Ayselê re hevdîtin kir. Di nav me de hevalên parêzer yên bi salan bi Ayselê re hevaltî kiribûn hebûn. Tevî vê Ayselê ew nas nekirin. Nas nake di axaftinê de jî zehmetiyan dikşîne. Me got em ji bo roja parêzeran hatine û me got em ji bo te daxuyaniyê didin. Spasiyên xwe kir û gelek hestiyar bû. Got ‘her kes ji bo min diweste, min çi kiriye’.Ji bo her kesî hezkirin û silavên xwe şand. Dema xwe îfade dike gelek zehmetiyan dikşîne. Her wiha got li derve rewş çawa ye.”
 
‘Mafê jiyanê tê binpêkirin’
 
Endama OHD’ê parêzer Elîf Taşdogen jî got bi pêkanînên li hember girtiyên nexweş dixwazin peyamê bidin civakê û Ev tişt got: “Ez bang li baroyan dikim, bila berpirsyariyên xwe bînin cih.  Aysel dema hat gel me, pêlêka li odeyê ya her tim tê re derbas dibû nedît. Gardiyan ew hişyar kir. Axaftinê pir dirêj çênabin ji ber gelek kesan nas nake û hevok nayên bîra wê. Bala xwe nikare bide ser her kesî. Dema radibe û rudine pirsgirêka hevsengiyê dijî. Di hevdîtinên girtî de nikare telefonê bide ahîzeyê. Di serî de Aysel mafê tenduristiya hemû girtiyan tê astengkirin. Bi binpêkirina mafê tenduristiyê re mafê jiyanê tê binpêkirin. Divê Yekitiya Baroya Tirkiyeyê, Baroya Stenbol û hemû baroyên din, saziyên civaka sivîl di vê mijarê de xebatek bi bandor bimeşînin.”
 
‘Em bi pêkanînek bêwijdan re rû bi rû ne’
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî bi lêv kir ku li girtîgehê gelek êş bi Ayselê hatine kişandin û ev tişt anî ziman: “Sedema nexweşiya Ayselê tiştên pê hatine kirin e. Rewşa Ayselê roj bi roj giran dibe. Tevî ATK’a Kocaeliyê rapora ‘nikare girtî bimîne’ da jî  ji ber biryarên siyasî Aysel girtî tê hiştin. Ev pêkanîna li hember Ayselê di hiqûqa dijmin de jî tune ye. Bi rastî em bi pêkanînek ji etîka hiqûqê dur ji etîka tipê dur, wijdanê bêpar re rû bi rû ne. Dema mijar dibe kurd, jin, çepgirt, LGBTÎ bi tu awayî nabin rojev. Lê çûyîna parêzeran ji bo wê piştevanî û hêz bû. Em ê vê piştevaniyê heta dawî bimeşînin.  Di van şert û mercên em têde ne de her kes dikare bê girtin ji ber vê divê em bi hesta empatiyê nêz bibin.”
 
‘ATK girtiyê nexweş dikuje’
 
Hevseroka OHD’a Stenbolê Esra Erîn jî destnîşan kir ku her hefte agahiyên mirinên ji girtîgehan digirin û wiha berteka xwe anî ziman: “ATK ji bo piranî girtiyên jiyana xwe ji dest dane rapora ‘dikare girtî bimîne’ dide. ATK ya girêdayê otorîteya siyasî ye der barê Ayselê de jî rapora dikare bimîne da. Biryarên ATK’ê  girtiyên nexweş dikuje. Biryarên wan ji zanistê dur in. Em ji bo hevala xwe Aysel Tugluk hatin vir.”
 
‘Pêkanîn ji navendê pêk tên’
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî wiha balkişand ser rewşa Ayselê: “Nexweşiya wê pir giran e û pêş dikeve.  Şertên girtîgehê mirovên normal jî nexweş dike. Girtî ji hemû mafan bêpar in. Girtîgeh veguherîne malên mirinê. Li hember girtiyan hiqûqa dijminahiyê tê meşandin. ATK sûc dike. Ne girtîgeh ne jî ATK serbixwe tevnagerin.  Divê her kes li dijî pêkanînên li girtîgehan dengê xwe bilind bike û bê hestiyar nemînin.”