Çîçek Cengîz: Bi lêkirina dîwaran kurdan ji hevdu qut dikin

  • 09:05 8 Nîsan 2022
  • Rojane
Bêrivan Tunç - Qeder Kar 
 
MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Çîçek Cengîz li ser lêkirina diwarê di navbera Şengal û Rojava de axivî û got: “Bi lêkirina dîwar dixwazin kurdan ji hevdû qut bikin. Em bang li raya giştî û hêzên navneteweyî dikin ku pêşî li ber wan plansazî û êrişan bigirin." 
 
Di 9’ê Cotmeha 2020’an de derbarê Şengalê de hikûmeta Îraq û Herêma Federal a Kurdistanê de hevpeymanek hat imzekirin. Niha jî di navbera Şengal û Rojava de dîwar tê danîn. Plansaziya hevpar a Enqere, Bexda û Hewlêrê di nav raya giştî ya kurdan de hat rexnekirin. Bi taybetî jî hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) tê şermezar kirin. Derbarê plansazî û hevkariya ku tê kirin de Endama Koardînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Çîçek Cengîz ji ajansa me re axivî.
 
‘Kurd her tim bi planên qirêj re rûbirû mane'
 
Çîçek, di destpêkê de rojbûna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan pîroz kir û wiha dest bi axiftina xwe kir: “Beriya her tiştî rojbûna Rêber Apo li hemû şervanên li serê çiyan li ber xwe didin li hemû girtiyên zindanan li hemberi tecrîdê li ber xwe didin û li tevahi Gelê Kurdê ku di nava berxwedanê de ye pîroz dikin. Wek tê zanin di dîroka Gelê Kurd de hertim komplo û dek û dolabên ku ji bo tunekirina Gelê Kurd bi dawi ne bune. Li ser vî esasi ji dîrokê heya niha di kesayeta Rêbertî û Gelê Kurd de hertim planên qîrêj yên ku tunekirina Gelê Kurd kirin hedef. Tecrida girankiri ya li ser Rêber Apo di kesayeta wî de ku li ser Gelê Kurd, ciwan û jinan de tê meşandin timî berdewamin û bi dawi nebune."
 
‘Ji bo Dewleta Osmaniyan PDK serkêşiyê dike’
 
Derbarê planên Enqere, Hewlêr û Bexdayê de Çîçek wiha nêrînên xwe anî ziman: “Hevkariya Enqere, Hewlêr û Bexdayê, berdewamiya komploya 15’ê Sibatê ye. Hewkariya zindîkirina DAIŞ'ê ye ku carek din êrişê êzidî û Mexmûrê bikin. Îxaneta ku tê kirin mirov dikare bêje ku êdi PDK’ê mohra xwe li dîrokê xistiye. PDK, têkiliyên xwe yên bi Tirkiye û Iraqê bi dek û dolaban didomîne. Her wiha bi dek û dolaban dixwaze wek malbatî û eşirtî hebûna xwe bide berdewam kirin, desthilatdarî û hikûmraniya xwe ya li ser civake bide meşandin."
 
'Dixwaze xeyalên xwe pêk bîne...' 
 
Çîçek destnîşan kir ku bi salan li hemberî Mexmûrê polîtîkayeke taybet tê meşandin û got: "Ji destpêka penabertiyê heta niha di her pêngavê de Mexmûr bi îxaneta PDK’ê re rûbirû maye. Ji rejîma Baasê bigire heta niha Mexmûr bûye şahîdê gelek pêngavan. Herî dawiyê jî DAIŞ derket holê û êrişê li Mexmûr, Şengal û Rojava kir. Tirkiye ji bo avakirina xeyalên xwe ya Dewleta Osmaniyan hewl dide. Ji bo pêkanîn wê jî PDK serkêşiyê dike. Her wiha hevpeymana wan a herî dawiyê ya di navbera Bexda, Hewlêr û Enqerê de danîna baregehên leşkerî ya li ser sînorê Şengalê ye. Ligel Şengal di sala 2014’an de fermana 73’yemîn jiya niha jî bi rêbazek din re rûbûrûye." 
 
‘Şengal û Rojava ji hevdû qut dikin' 
 
Çîçek Cengîz, derbarê rewşa Şengalê de wiha axivî: "Şengal bi demê re li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe li ser piyan girtî ye û xwe bi rêxistin kiriye. Îro bi arteşa xwe dikare xwe biparêze û muxtacê hikûmeta Iraqê û PDK’ê nîne. Tehemûlê vî yekî nakin û hewldana fermaneke din dikin. Bi danîna baregehên leşkerî ya li ser zînor dixwazin Şengal û Rojava ji hevdû qut bikin. Beriya fermanê amadekariyê dikin û tevahiya êzidiyên li Şengalê ji holê rakin."
 
‘Li hemberî Mexmûrê dek û dolab...'
 
Endama koordînasyonê Çîçek, destnîşan kir ku êrişê li Mexmûrê jî dikin û wiha bi lêv kir: "Êrişên li hember wargehê bi taybet piştî sala 2014’an wirde zêde bûn. Êrişên DAIŞ'ê, êrişên psîkolojîk ên DAIŞ'ê, êrişên Arteşa Tirk, heta roja îro jî berdewam dike. Dek û dolab bê navber heta îro didomin. Di hevpeymana wan ya dawî de wek sêgoşeyekî çawa ku li ser Şengalê hatiye kirin di heman demê de li ser wargeha meye jî. Ji bo vê ji bi salane gelê wargeha me li ber xwe dide. 
 
‘Em banga hestiyariyê dikin' 
 
Çîçek, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû êrişên hewayî û bejahî yên li hemberî Şengal, Mexmûr û Rojava pêk tên hikûmeta PDK, hikûmeta Iraqê berpirse. Wargeha Mexmûrê di bin siwana Neteweyên Yekbuyî de ye, ji êrişan Neteweyên Yekbûyî jî berpirs e. Beriya ku ev plansaziya êrişan pêk bê em bang li raya giştî û hêzên navneteweyî dikin ku pêşî li ber wan êrişan bigirin. Em vê komployê şermezar dikin."