Sûzan Uzpak: Li dijî tecrîdê divê kurd bibin yek

  • 09:03 8 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
DÎLOK - Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dîlokê Sûzan Uzpak, diyar kir ku tecîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe li civakê belav dibe û got ku divê li dijî tecrîdê kurd bibin yek û dawî li tecrîdê bînin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ji 25’ê Adara 2021'ê heta niha bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Disa ji Omer Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî agahî nayê girtin. Her wiha daxwaza Parêzêrên Buroya Hiqûqê ya Asrînê jî bi mebesta hevdîtina bi miwekîlên xwe re ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve tên redkirin.
 
Ji aliyek din ve jî ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxuyanî tên dayîn û çalakî tên lidarxistin. Di Newroza îsal de jî ku di hêla peyamên gel de bû xwedî taybetmendiyek girîng, peyamên herî zêde ku derketin pêş; şikandina tecrîdê, azadiya Abdullah Ocalan û azadiya girtiyên sîyasî bû.
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dîlokê Sûzan Uzpak derbarê mijarê de axivî 
 
‘Tecrîd li hemû qadên jiyanê xwe dide der’
 
Sûzan diyar kir ku bi tîfaqîya AKP-MHP'ê tecrîd her ku diçe di nav civakê de jî belav dibe û li hemû qadên jiyanê xwe dide der.  Suzan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthîlatdariya AKP-MHP'ê di her derfeta ku bi dest xist de, civak jî tecrîd kir. Tecrîd mudaxeleya li jiyanê ye. Heke li cihekî bêyî daxwaza mirov mudaxele li jiyana mirov bê kird ew jî tecrîd e. Di pêvajoya pandemiyê de jî bi hinceta îzolasyonê gel ji jiyanê hate dûrxistin û civak hat tecrîdkirin. Polîtîkayek bi navê yên 'ne ji me ne' li civakê ferz kirin. Vê di pêvajoya pandemiyê de jî bi kongre û çalakiyên AKP'ê xwe dabû der.  Li aliyekî din jî tecrîdê herî zêde li girtîgehan û li ser jinan xwe da der. Di şexsê Aysel Tûglûkê de li dijî girtîyên nexweş tecrîdek girankirî tê meşandin.”
 
‘Kurd hêza diyarker in’
 
Sûzan, bal kişand ser mutakabata Dolmahçeyê û destnîşan kir ku piştî qulipandina maseya pêvajoya çareseriyê desthîlatdarî ket lêgerîneke cuda. Suzan, got: “Di şexsê Abdullah Ocalan de tecrîdê gel xistiye bin kontrola xwe. Ev tecrîd tenê li ser Abdullah Ocalan nayê meşandin. Têkiliya di navbera Gelê Kurd û Tirk de bûye wekî neynûk û goşt. Lê gava neynûk dirêj dibe dixwazin ku ji wê neynûkê xelas bibin. Rewşa kurdan jî bi vî rengî ye û xwestine kurd di aste ku dixwazin de bimînin. Ji ber vê jî her ku diçe tecrîdê girantir dikin. Baş tê zanîn ku Gelê Kurd li Tirkiyê hêza herî mûxalîf e. Di sîyaseta Tirkiyê de Gelê Kurd hêza diyarker e. Ji ber vê yekê bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re dixwazin rewşa Gelê Kurd biguherin. Ev di heman demê de peyama ji bo gelê kurd a piştî hilbijartina Hezîranê pêk hatiye.”
 
‘Divê li dijî tecrîdê kurd bibin yek’
 
Sûzan, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku her dema têkoşîna azadiyê mezin dibe îqtîdar jî tecrîdê girantir dike Suzan, got: “Mafê hemû girtiyan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Lê mafê Abdullah Ocalan ê bi vî awayî tê binpêkirin. Bi vê re dixwazin peyameke bidin. Her ku têkoşîna azadiyê ya Gelê Kurd mezin dibe ew jî tecrîdê giran dikin. Bi girankirina tecrîdê re li dijî siyaseta kurd polîtîkayên taybet tên meşandin.  Li dijî van pêkanînan ger ku kurd bibin yek wê hem bikaribin tecrîdê bi dawî bikin û hem jî polîtîkayên taybet ên li dijî siyaseta kurd pûç bikin. Kurd divê peyamên li dijî tecrîdê tên dayîn rast bixwînin ku ji pêvajoyê re bibin bersiv. Bêdengiya dewletên netew, sazî û rêxistinên ewropayê yên li hemberê tecrîdê nayê qebûlkirin.”
 
‘Di peyamên Newrozê de daxwaza aştiyê hebû’
 
Sûzan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser peyamên di Newrozê de hatin dayîn jî û wiha axivî: “Coşa 8'ê Adarê xwe gihand Newrozê û Newrozê bi awayekî şênber coş û peyamên 8'ê Adarê gihandin cihê pêwist. Newroza îsal di vî warî de bû xwedî taybetmendiyek. Peyamên di Newrozê de li dijî desthilatdariyê bûn. Bi taybetî peyam ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya girtiyên siyasî bû. Gel nerazîbûna xwe aşkera anî ziman.  Daxwazên Gelê Kurd ên di warê bidawîkirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan li qada Newrozê şênber bûn.  Her wiha li dijî şer daxwaza pêvajoya aştiyê bûn. Amadekirina şert û mercên aştiyê jî ji azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên sîyasî derbas dibe. Ev peyamên ku hatin dayîn xwedî taybetmendiyekê girîng bûn.”