Ji dayikan ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê

  • 09:01 8 Nîsan 2022
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Rewşa girtiyên nexweş roj bi bi roj ber bi xetereyê ve diçe û dayikên girtiyan jî banga hestiyariyê ji raya giştî dikin û dibêjin: "Li girtîgehan zilmê li girtiyan dikin û divê gel vî tîştî qebûl neke û rabe ser piyan." 
 
Tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe û bandorê li hemû girtîgehan dike. Malbatên girtiyan jî para xwe ji vê tecrîdê digirin. Li dijî tecrîdê girtî li hundir û malbat jî li dervê li ber xwe didin. Demek dirêje raya giştî li ser girtiyên nexweş radiweste û banga hestiyariyê dikin. 
 
Nurullah Acet û Adnan Kuramî 6 sal in girtî ne û nexweş in. Dayikên her du girtiyan ji ajansa me re axivîn û banga hestiyariyê kirin. 
 
‘Di hicreya yek kesî de tê girtin’
 
Nurullah Acet di tîrmeha 2016’an de hatiye girtin û cezayê muebet a girankirî lê hatiye birîn. Dayika wî Gulsum, diyar kir ku Nurullah sirgunê Girtîgeha Wanê hatiye kirin û got: "Kurê min ewilî li Girtîgeha Şirnexê bû û piştre ew şandin Wanê. Piştî ku ceza lê hat birîn ew xistin hicreya yek kesî. Em li dijî vê derketin lê bê feyde ma. Her wiha kurê min sê mehan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ma."
 
‘Zext û zordarî li zarokên me dikin' 
 
Gulsum, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser zext û zordariya li hemberî girtiyan: "Her hefteyê gardiyan bi ser qawişên wan de digirt û lêgerînê pêk dianîn. Di dema lêgerînê jî hemû alavên wan hatin belavkirin. Nameyên piştî çend meh şunde didin girtiyan. Em cil û berg bi rê dikin, an nadin an jî dereng didin. Her wiha li girtîgehan zarokên me tên tehdîtkirin. Her wiha ji ber vîrûsê piştî çend sal şûn de hevdîtina vekirî dest pê kir. Lê belê tenê kesên ji malbatê dikarin biçin hevdîtinê. Hefteyê carek jî 10 deqeyan bi telefonê em hevdîtinê pêk tînin." 
 
‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’
 
Gulsum, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Di serîde girtiyên nexweş û hemû girtî divê bên berdan. Em naxwazin zilmê li zarokên me bikin. Bila zarokên me berdin. Em naxwazin tiştek bi zarokên me bê.”
 
43 sal ceza li Adnan Kuramî birîn
 
Dayika Adnan Kuramî, Nerduş Kuramî jî destnîşan kir ku kurê wê di sibata 2016’an de hatiye girtin û 43 sal ceza lê hatiye birîn û wiha bi lêv kir: "Kurê min ji gurçikên xwe nexweş e û ligel rewşa xeter nayê tahliyekirin. Her wiha ne tenê kurê min zexê li hemû girtiyan dikin. Kurê min di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat girtin. Dema hat binçavkirin gelek îşkence lê hat kirin. Kurê min niha di girtîgeha Şirnexê de ye. Piştî ku hat girtin ev nexweşî pê re derket. Ji ber ku tedawiya wî li vir nayê kirin, wî birin girtîgeha Amedê. Ev sê meh in li wir e û ji ber nexweşiyê tedawiyê dibîne. Niha rewşa wê zêde nebaş e. Gurcikên wê diwerimin. Ev çend roj in ez benda kurê xwe me li min bigere, lê hîn negeriyaye.”
 
‘Hikûmet çav û guhên xwe girtiye’
 
Nerduş, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa girtîgehan: "Li girtîgehê xwarinên wan ne xweş e. Di kantîna girtîgehê de tişt gelek bûhane û girtî nikarin danûstandinê bikin. Heftê carekî saetek ava germ vedikin, ji bo ku girtî serê xwe bişon. Lê belê ji ber ku gelek girtî hene ev av têr nakê. Ji ber vê yekê bi ava sar serê xwe dişon. Gardiyan heftê carekî bi qawişên wan de digirin, lêgerînê dikin û alavên wan belav dikin. Alavên ku em ji wan re dişînin nadin wan."
 
'Bila hemû girtî bên berdan'
 
Nerduş, destnîşan kir ku zext û zordarî ji ber polîtîkayên hikûmetê pêk tê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga me ji hikûmetê ew e ku vê zilmê bi dawî bikin. Lê belê hikûmet çav û guhên xwe girtiye. Bila gel rabe li ser piyan. Ji ber zext û zilma girtîgehan girtî jiyana xwe ji dest didin. Bila hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan. Ne tenê kurê min bila hemû girtî bên berdan. Em qada navneteweyî jî li ser vê tiştê bisekinin û bêdeng nemîne. Bila êdî bes e dilê dayikan neşewite.”