Xizmên girtiyan li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan

  • 14:10 7 Nîsan 2022
  • Rojane
 
AMED - Xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" de li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan.
 
"Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin  di roja 143'emîn de berdewam dike.  Xizmên girtiyan îro di çarçoveya çalakiya xwe ya berdewam dikin de li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. 
 
Bi armanca ku piştgiriyê bidin malbatan, Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY -DER) , Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) jî bi armanca piştgiriyê bidin malbatan çûn ber edliyê.
 
'Em dixwazin zarokên me bên berdan'
 
Ji xizma girtiyan Nuray Abay got ku ew aştî û wekheviyê dixwazin lê bi meha ye ev dawazên nan nayên bicihanîn. Nuray wiha berdewam kir, "Em edaletê dixwazin. Em dixwazin ku zarokên me serbest bên berdan."
 
Ji xizma girtiyan Herdema Merwanî jî bal kişand ser mirina bi gûman a Mehmet Sevînç ê li gitîgeha Akhîsara Manîsayê û got ku ev mirin gûmanên wan zêde dike. Herdemê wiha berdewam kir, "Îro dora kê ye?  Wê hîna çend kes jiyana xwe ji dest bidin?  Dibe ku hejmara me kêm be lê em yek kes jî bimînin em ê xwedî li gitiyan derkevin. Em ê ji bo wan lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Em her roj di şînê de ne. Ev ne rewşeke ji rêzê ye. Îro girtiyekî din jiyana xwe ji dest da. Bila her kes destê xwe bide ser wicdanê xwe û êşa wê malbatê hîs bike. Bila kes li bendê nemîne ku em ê hînî vê rewşê bibin. Em ê herdem jiyanê biparêzin."
 
Xizma girtiyekî din Încî Guler jî diyar kir ku ew li dijî mirinê di "Nobeda Edaletê" de ne û ev tişt got, "Bila partiyên siyasî bêyî ku girtî jiyana xwe ji dest bidin wan bikin rojeva xwe. Meclisê jî mijar anî rojeva xwe. Girtiyên me ên nexweş serbest berdin."
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.