Ebru Gunay: Dê gelê kurd li peyamên Newrozê xwedî derkevin

  • 12:05 7 Nîsan 2022
  • Rojane
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di civîna çapemeniyê de geşedanên rojevê nirxand. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya avahiya navenda HDP'ê de geşedanên rojevê nirxand. 
 
'Dê gelê kurd li peyamên Newrozê xwedî derkevin'
 
Ebruyê bal kişand ser peyama di Newrozê de hatiye dayin û wiha pê de çû:"Çapemeniya hêja weke hûn jî dizanin me Newrozeke pir xurt derbas kir. Di Newrozê de peyameke xurt ji aliyê gelê kurd ve hate dayin. Rêya 3'yemîn di Newrozê de hîn şênber bû. Ev rêya 3'yemîn tecridê naxwaze, şer naxwaze yekîtî û tifaqa gelê kurd dixwaze. Peyama Newrozê di heman demê de berxwedan bû. AKP û MHP'ê ev peyam nedît û li hemberî kesên ku ev pîrozbahî kirin êriş da destpêkirin. Binçavkirin berdewam dikin. Li gelek deveran kesên ku beşdarî Newrozê bûne yê ku daxwazên xwe li qada Newrozê diyar kirine hatin binçavkirin. Ev jî bêtahamuliya li hemberî daxwaz û îdradeya gelê kurd a ku di Newrozê de derketiye holê ye. Çi dibe bila bibe dê gelê kurd bi dost û hogirên xwe re xwedî li îradeya xwe û peyamên ku di Newrozê de daye derkevin. "
 
'Tirkiye ji çareseriyê dûrtir dikeve'
 
Ebru, bi lêv kir ku serlêdanên malbata Ocalan ên ji bo hevdîtinê bi hinceta cezayê disiplînê tên redkirin û wiha domand: "Di 4’ê Nîsanê de bi sedan kesan xwest biçe Amarayê. Lê hatin astengkirin. Her ku polîtîkaya tecrîdê kûr dikin, Tirkiye ji çareseriyê dûrtir dikeve û krîza heyî girantir dibe. Heke birêz Ocalan bikeve dewrê, ne tenê zêdebûna îxtîmala çareserkirina pirsgirêka kurd lê dê îxtîmala demokratîkbûna Tirkiyeyê jî zêdetir bibe. Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Heta ku aştî tê û deriyên Îmraliyê tên vekirin jî dê têkoşîna gelê kurd bidome."
 
'Em jî dê nehêlin vê dozê ji bo ranta siyasî bi kar bînin'
 
Ebru bal kişand ser Doza Kompasê ya Kobanê û ev tişt anî ziman: “Di her danişînê de derew û kompasên nû derdikevin. Serokê dadgehê yê berê ku bi endamtiya çeteyan tê sûcdarkirin Bahtiyar Çolak, derheqê hevalên me de bi dehan caran biryara girtinê da. Dema biryar didan, tiliya xwe li hevalên me dihejand lê derket holê bê ka hêza xwe ji kîjan hêzên tarî digire. Xwestin vê kompasê bi destê endamên çeteyan bidomînin. Niha jî bi heman rêbazê bi hinek kesên din didin domandin. Mîna hevalên me, em jî dê nehêlin vê dozê ji bo ranta siyasî bi kar bînin. Hêj hevalên me parastina xwe nekirin, niha li şahidan guhdarî dikin û hewl didin bi derewan delîlan çê bikin. Yek ji lingên kompasê jî îfadeyên li Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê hatine çêkirin e. Xuyaye ku kompasê li korîdorên emniyetê organîze dikin. Dê ev doz weke lekeyeke hiqûqê di dîrokê de cihê xwe bigire. Lê helwesta hevalên me jî weke dîrokeke berxwedanê tê nivîsandin.” 
 
'Bêyî ku şerm û fêdî bikin hewl didin sûcdaran peyda bikin'
 
Ebru bal kişand ser krîza aborî û ev tişt anî ziman: “Serokomar niha dibêje; ‘em ê dilê xwe nehêlin bi kesên ku çav berdayîna pariyê nan.’ Serokomar Erdogan dibêje ku dê dilê xwe nehêle bi Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ve ku digot faîz sedem û enflasyon encam e. Her ku Serokomar Erdogan faîze dadixîne, xwe ji Serokê Giştî yê AKP’ê aciz dike ku hem faîza reel û enflasyonê zêde dike. Ji ber ku yên li vî welatî herî zêde qezenc dikin, AKP’î ne. Yên ku çav berdayîn pariyê nanê gel, alîgirên AKP’ê ne. Heke Erdogan bi niyet be ku xwe ji hinek kesan aciz bike, wê demê em navnîşanê nîşan didin. Bila ji kesên li qesrê dixebitin bipirse bê ka her yek ji wan çiqas mûçeyan digirin. Wê demê dê bizane bê ka divê dilê xwe bi kê ve nehêle. Bêyî ku şerm û fêdî bikin hewl didin sûcdaran peyda bikin. Hewce nake hûn li sûcdaran bigerin. Hema bila Erdogan û koma xwe li eynikê binêre bes e.” 
 
Herî dawî Ebru bang li Meclisê kir ku di zûtirin dem de bicive, KDV’yên li ser hemû pêdiviyên jiyanî rakin û OTV’ê ji jiyana xelkê derxînin.