Li ber Edliyeya Îzmîrê çalakiya xizmên girtiyan

  • 15:46 6 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ku li ber Edliyeya Îzmîrê çalakiya rûniştinê li dar xistin gotin, "Dawî li vê zilmê bînin."
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li ber Edliyeya Îzmîrê di roja 39'emîn de berdewam dike. Polîsên ku ber edliyeyê dorpêç kirin, nasnameya kesên li derdora edliyê jî di GBT'ê re derbas kirin. Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tîpa F2 a Tekîrdagê Medîne Kaymaz, diyar kir ku ew Dayika Aştiyê ye û ji bo her kesî aştiyê dixwaze. Medîne wiha berdewam kir, "Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin. Ev zilm êdî bes e. Zarokên me 30 - 40 sal e di girtîehan de tên girtin. Ên  ku cezayê wan qediya ye bila serbest berdin." 
 
'Bila dawî li zilmê bînin'
 
Medîne a ku daxwaza berdana zarokên xwe lir wiha dirêjî da axaftina xwe, " Em kurd in. Dema ku em zarokên xwe dişînin leşkeriyê wan qetil dikin, li girtîgehan qetil dikin, an zarokên me dikujin û yan jî digirin. Êdî bes e! Em dayik in. Zarokên me 30-40 sal e  digirtîgehê de tên girtin. Em jî mirov in. Zilma dewletê naqede, êdî bes e."
 
Piştî axaftinan xizmên girtiyan ji bo demekê çalakiya rûniştinê li dar xistin.