'Netewa Demokratîk wekî felsefeya jiyanî derketiye pêş'

  • 09:07 6 Nîsan 2022
  • Rojane
Sîdra Mamo 
 
ŞEHBA  -  Endama TEV-DEM'ê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Zelal Ceger têkildarî pergala Netewa Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û ev tişt anî ziman: "Sîstema Rêveberiya Xweser xwe li ser  Netewa Demokratîk ava kiriye. Projeya  Rêveberiya Xweser hemû gelên azadîxwaz hembêz dike. Netewa Demokratîk wekî felsefeya jiyanî derketiye pêş."
 
Zihniyeta desthilatdar a ku 5 hezar sal li ser civakê û bi taybet li ser jinê her tişt ferz kiriye, mafê her kesî binpê kiriye. Civak rojane di kirîzên her mezin re derbas dibin, hemû karê gel dikeve xizmeta dewletê û desthilatdaran. Li Rojava li dijî vê zihniyetê şoreşek pêk hat. Piştî şoreşa Rojava ya ku çirûska wê li Kobanê dest pê kir, heya roja îro li ser bingeha proja Netewa Demokatîk dewam dike. Pirojeya Netewa Demokratîk ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve bi armanca avakirina civakek exlaqî û polîtîk derketiye pêş. Pirojeya Netewa Demokratîk xwe li ser sê şaxan ava dike. Şaxên wê, Azadiya Jinê, Ekolojî û Demokrasî ye. Herî zêde ev piroje li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Zelal Ceger ji ajansa me re axivî û nirxandin kir.  
 
'Gelê Rojavayê Kurdistanê xwe li ser felsefeya Rêber Apo perwerde kiriye'
 
Zelal Ceger di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser avakirina komîn û meclîsan ên li herêmê û wiha got: "Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2011'an ve me pirojeya xwe ya Netewa Demokratîk dest pê kiriye. Ji ber ku Rêber Apo 20 salan li Rojavayê Kurdistanê maye, gelê Rojavayê Kurdistanê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kiriye. Ev felsefe li Rojavayê Kurdistanê gelek li pêş e. Sîstema komîn û meclîsan ji salên 1990'î de hatine avakirin, ev jî xeleka biçûk bû da ku gel xwe bi rêxistin bikin. Piştre hêdî hêdî gelek partiyên siyaysî, Kongreya Star, Tevgera Ciwanan û gelek saziyên din di bin sîwana TEV-DEM'ê de xwe bi rêxistin kirin. Rêber Apo Sîstema Netewa Demokratîk li pêş xist û li ser esasê Rêveberiya Xweser ava kir. Ji ber vê yekê pêwîstî bi hin guhertinan hat dîtin. Di nav civakê de komîn ango em dikarin bêjin dendika civakê hat avakirin. Komîn şaxa herî biçûk û girîng a xwerêvebirinê ye." 
 
'Sîstema Netewa Demokratîk civakbûnê esas digire'
 
Zelal Ceger diyar kir ku di sîstema Netewa Demokratîk de wekhevî û xwişk û biratiya gelan xalek girîng e û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di hundir sîstema me ya Netewa Demokratîk de komîn, meclîs û kanton hatine avakirin, ev sîstem li ser kantonan tê meşandin. Li kêleka wê jî ne tenê weke gelê kurd me xwe bi rêxistin kir, ji ber ku heya beriya şoreşê me tenê gelê kurd girtibû dest, piştre li ser bingeha wekhevî û xwişk û biratiya gelan di hemû komîteyana de rengê pêkhateyan hat nîşandan. Sîstema Netewa Demokratîk ji jêr ber bi jor ve ye, bi kurtasî berovajî sîstema dewletên hegemonîk e. Xala ku sîstema me ji sîstema desthilatdaran cuda dike, ew e ku dewlet yek kes digire dest lê em civakbûnê esas digirin. Her kes di vê piroja Netewa Demokratîk de nûnertiya xwe dike, çi di komîn de be û çi di meclîsan de be. Ji ber vê yekê pirojeya me hemû gelan hembêz dike."
 
 
'Komîteyên me li ser pîvana demokrasiyê tev digerin'
 
Zelal Ceger di gotinên xwe de behsa erka kesên ku di komîn û meclîsan de cih digirin, kir û wiha vegot: "Li ser bingeha sîstema Hevserokatiyê ya Netewa Demokratîk me komînên xwe ava kirine. Piştre ji komînan derbasî meclîsên navçeyan dibin, di wir de kesên di komîteya komînan de cih digirin, li meclîsa navçeyê nûnerê xwe dibînin. Ji meclîsa navçeyan derbasî meclîsa kantonê ango desteyan dibin, li wê derê jî nûnertiya navçeyan dikin. Bi vî awayî em digihêjin Rêveberiya ku bi rê ve dibe. Êdî rojane bi awayê piratîk hemû komîte di xizmeta civakê de kar û xebatên xwe dimeşînin." 
 
'Li şûna zagonên dewletê em li ser pîvanên exlaqî xwe bi rêxistin dikin'
 
Zelal Ceger di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Sîstema Netewa Demokratîk li şûna zagonên dewletê pîvanên civaka exlaqî û polîtîk digire dest û wiha pê de çû: "Di Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de gelek pêkhate hene, li gor wê jî her kes di sîstema me de bi deng û rengê xwe cih digire. Ev yek jî her kesî razî dike, em dikarin jê re bêjin jiyana hevbeş di navbera pêkhate û herdu zayendan de. Dema ku em behsa pîvan û exlaqê dikin, em behsa pîvanên jiyanî û nirxên sîstema Neolîtîkê dikin. Serdema zihniyeta baviksalarî ya ku 5 hezar sal dewam kiriye valatiyek mezin di aliyê exlaqê de çêkiriye. Di heman demê de sîstema me zagonsaz e, ji ber vê yekê me edaleta civakî daye avakirin."
 
'Sîstema edaleta civakî pîvanên civaka Neolîtîk e'
 
Zelal Ceger di gotinên xwe de bal kişand ser sîstema edaleta civakî û wiha dom kir: "Sîstema edaleta civakî di sîtema dewletê de tune ye, di dewletê de tenê zagon û ceza heye. Di sîstema me de edaleta civakî heye mînak; ger di navbera du aliyan de pirsgirêkek çêbibe li gor pîvanên civaka exlaqî û polîtîk edalet tê meşandin. Ji bo ku tevlihevî di nava civakê de zêde dernekevin me pêwîstî bi edaletê dît, ev yek jî di her qadê de tê meşandin. Herî zêde ên ku di komîn û meclîsê de bi edaleta civakî re têkildar dibin komîteya lihevhatinê ye. Ev pîvan ji civaka xwezayî hatiye, di wê serdemê de wexta ku kesek derveyî pîvana komînê derdiket hesab jê dixwestin."
 
'Netewa Deokratîk weke felsefeya jiyanî derketiye pêş'
 
Zelal Ceger wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sîstema Netewa Demokratîk ne navendî ye, ji ber vê jî mafê her herêmekê ye ku li gor rewş û derfetên xwe biryaran derheqê xwe de bistînin. Sîstema Netewa Demokratîk di sedsala 21'ê de weke felsefa jiyanî derdikeve pêş. Niha em dibînin ku pirtûkên Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûne û mînakan ji xwe re derdixin pêş, pêşengtiya vê yekê Rojavayê Kurdistanê ye. Di heman wextê de di Sîstema Netewa Demokratîk de mafê jin, ciwan, zarok û hemû pêkhateyan tê parastin. Li gor dewletê ji sedî 5 an jî 10 mafê jinê ye, lê li gor sîstema me mafê jin û mêr ji sedî 50 ye. Herdu zayend wek hevdu ne. Li ser vê esasê em ê ber bi hevjiyana azad û wekhev ve xwe bi rêxistin bikin."
 
'Cîhanê yê sêyemîn navenda xwe kiriye Rojhilata Navîn'
 
Zelal Ceger da xuyakirin ku dijmin êrîşî civakbûnê dike û dixwaze perçebûnê di nava civakê de ava bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber ku Netewa Demokratîk civakbûnê dide pêş her tim dewletên hegemon û desthilatdar êrîşî civakê dikin. Şerê esasî yê ku di sedala 20'an de dest pê kir û berdewamiya wê sedsala 21'ê ye, şerê desthilatdaran û hegemonan li dijî civakbûna gelên me yên Bakur û Rojhilatê Suriyê ye. Ji ber vê sedemê şerê cîhanê yê sêyemîn navenda xwe kiriye Rojhilata Navîn. Ji bo vêya îro sîstema me ya Netewa Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bala her kesî dikşîne, her kesî ji xwe re mînak girtiye. Em ê di pêşerojê de Sûriyeke Demokratîk ne navendî ava bikin."