'Newroza îsal dilê dostan xweş kir, dilê dijminan jî reş kir'

  • 09:01 5 Nîsan 2022
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Şîroveyên li ser peyamên ku di pîrozbahiya Newrozê de derketin holê didomin. Siyasetmedarên jin ên li Botanê da zanîn ku gel bi ruhê salên 90'î daketin qadan û gotin: "Kurd di Newrozê de bersiva herî xurt da dost û dijminên xwe. Gel xwedî li hebûn û nasnameya xwe derket."
 
Nirxandinên li ser pîrozbahiya Newroza 2022’yan a bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hatî lidarxistin didome. Li Tirkiye û Kurdistanê bi milyonan welatî daketin qadan, bi coş û kelecaneke mezin peyamên xwe anîn ziman. Di peyamên pîrozbahiyê de azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û avakirina yekitiya neteweyî derketin pêş. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiyê Asûman Kulter û Hevseroka Şaredariya Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu ji ajansa me re behsa peyamên ku di pîrozbahiyên Newrozê de derketin holê kirin. 
 
‘Gel yekitî û azadiyê dixwaze' 
 
Asûman, anî ziman ku Newroza îsal li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê bi girseyî hat pîrozkirin û got: “Ew coşa Newroza îsal pîrozbahiyên Newroza salên 90’î anî bîra me. Ev coş û kelecana îsal me gelek kêfxweş kir. Gel carekedin bersivek da Suleyman Soylû. Ji ber ku Suleyman Soylû digot mecalên wan nemane êdî mitîngan li dar bixin. Gel bersivek xûrt da îktîdara faşîst a AKP  û MHP’ê. Gel bi rihê serhildan û 90’an bersiv da ku kurd hene, xwedî li nirx û doza xwe derketin. Bi taybetî Botanê jî bi sed hezaran kes tevlî Newrozê bûn û bersivek xurt dan. Gelê Botanê carekedin nîşan da ku gel ji hovîtî û êrîşên dewletê natirse. Ev jî aşkere kir ku kurd xwedî biryar û nirxin. Gelê Kurd tu carî ji kesan natirse û xwedî doza xwe derdikeve. Em ê heta kengî bitirsin? Çi nema nehat serê me kurdan. Êdî kêr gihiştiye hestî. Gel êdî bêdeng nabîne û radibe serhildanê. Gel êdî ji ber zilma dewletê fetisiye. Ji ber vê yekê jî di Newrozê de peyama xwe nîşan da. Newroz bû wesîleya gel dîrok û nasnameya xwe derdikeve. Gelê Kurd azadî, aştî û yekitiyê dixwaze.”
 
‘Bi rihê 90’î carekedin rabûn serhildanê’
 
Asûman, bal kişand ser baran û berfa ku di Newrozê de barî û bi lêv kir ku vê yekê jî gel dev ji qada Newrozê berneda û wiha dom kir: “Ji heft salî heta heftê salî li qadan bûn û dev ji qadê bernedan. Gel xwedî çanda xwe derketin û bi rihê 90’î carekedin rabûn serhildanê. Di Newrozê de ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, zilma li ser girtîgehan bi dawî bibe û avakirina yekitiyê peyam hatin dayîn. Me carekedin dît ku gel hîn jî xwedî biryarin û xwedî dîroka xwe derdikevin. Em ê vê şûnde jî bi rihê Newrozê xebatên xwe bênavber bidomînin û di nava gelê xwe de bin. Bi rihê Newrozê em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”
 
‘Bi rihê salên 90'î daketin qadan' 
 
Bêrîvan, jî daxuyakirin ku coş û rihê vê salê, li gor salên borî cudatir bû û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di Newroza 50 salî de peyamên ku hatin dayîn zelal bûn. Rihê salên 90’î ya serhildanê îsal carek din derket holê. Gel bi rihê serhildanê herikîn qadan. Li hemberî êrişên qirêj ên li ser Gelê Kurd, li ser siyaseta kurd, girtîgeh û jiyanê bi serhildanê bersivek hat dayîn. Li qadê bi taybetî azadiya Birêz Ocalan û azadiya hemû girtiyên siyasî hat xwestin. Daxwaza azadiya Birêz Ocalan di esasê xwe de tê wateya azadiya civakê û Rojhilata Navîn."
 
‘Îqtîdar naxwaze peyama gel guhdar bike' 
 
Bêrîvan, destnîşan kir ku îqtîdar peyamên ku li qadan hatî dayîn naxwaze bibîne û wiha bi lêv kir: “Li dijî êrîşên li ser HDP’ê jî gel bersiveke xurt da. Îqtîdara AKP’ê li dijî HDP’ê peyamên wek gel êdî jê sar bûye û hilbijêrên wan deng nadin wan da. Li dijî van gotinan me di pratîkê de bersiva xwe da nîşandan. Gelê Kurd di Newrozê de bersiva herî xurt da dost û dijminan. Gel dilê dosta xweş kir, dilê dijminan jî reş kir. Gel xwedî li hebûn û nasnameya xwe derket. Gelê Kurd gotinên dijminan vala derxist.”
 
‘Gel xwedî li Newrozê derket' 
 
Bêrîvan, diyar kir ku gel bi rihê serhildanê qadên Newrozê xemiland wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me Newrozên îsal de jî dît ku Gelê Kurd çawa xwedî bi biryar in. Wek salên 90'î êrişê li gel kirin, binçav kirin û girtin. Ev tişt her tim ji bo kurdan dubare pêk tên. Di sala 2015’an de di jêrzemînan de bi sedan kes bi zindî hatin şewitandin. Bi sedan ciwan bi vê rengî hatin qetilkirin. Lê tevî van zilmê gel her tim xwedî li nixên xwe derdikevin. Ji Elkê heta Cizîrê bi hezaran kes xwedî li Newrozê derket. Gel carekedin got ku tu tişt nikare pêşiya wan bigire. Em ê jî vê rojê şûnde bi rihê serhildanê xebatên xwe bidomînin. Coşa gel weke deryayekê ye. Divê em jî xwedî li vê deryaya gel derkevin."