Bi dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

  • 13:25 4 Nîsan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Bi hezaran kes, ji bo tevlîbûna pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ber bi Amarayê ve herikin. Girseya ku li Xelfetiyê kom bûn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe” rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û MED TUHAD-FED'ê, bi hezaran kes ji bo pîrozbahiya 4'ê Nîsanê berê xwe da gundê Amarayê yê Xelfetiyê. Girseya ku ji bo pîrozbahiyê bi rêket li Xelfetiyê hatin rawestandin. 
 
Bêriya 4’ê Nîsanê gundê Amarayê hat dorpêç kirin. Her wiha gelek noqteyên lêgerînê di ketina navçeya Xelfetiyê de hatin bi cihkirin û li derdorê jî leşkerên nîşangir hatin bicîhkirin. 
 
Welatiyên ku ji Amed, Botan, Êlih, Riha û gelek bajarên din hatî li Xelfetiyê kom bûn, li dijî astengiyan dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” , “Cîhana bê Ocalan em ê xirabikin”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok” , “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kirin. Gengeşiya di navbera polîs û girseyê de demek dirêj dom kir. 
 
Hevserokê Giştî ya KCD'ê Berdan Ozturk li Xelfetiyê xitabî girseyê kir û got: "Îro 4 'ê Nîsanê roja jidayikbûna kurdan e. Di sala 2014 'an de Rêberê Gelê Kurd Ocalan wiha gotibû 'Ev ne rojbûna şexsekî ye, rojbûna Gelê Kurd e'. Ji ber vê yekê Gelê Kurd rojbûna wî pîroz dike. Ji ber vê yekê me xwest em biçin Amarayê. Lê belê bi hêzeke mezin dora me dorpêç kirin. Em careke din tînin ziman ku 4 'ê Nîsanê roja rizgariya ji koledarî, zext û polîtîkayên asîmîlasyonê ye. Ji bo vê em 4 'ê Nîsanê weke rojbûna Gelê Kurd dinirxînin."
 
Piştî daxuyaniyê bername bi dirûşme “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.