Pero Dundar: Bêyî Ocalan aştî ne pêkan e

  • 09:13 4 Nîsan 2022
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got tecrîd ne tenê rewşeke der barê cihekî de ye û li ser hemû gelê kurd pêk tê. Pero her wiha daxuyand ku wê daxwaza mîlyonan kesên li Newerozê esas bigirin.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û tevî serlêdanên malbat û parêzeran tu bersiveke erênî nayê girtin û hevdîtin nayên kirin. Parêzeran di 28'ê Adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan lê bi hinceta cezayê dîsîplînê heye hat redkirin. 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Mêjiyê dewletê neguherî’
 
Pero di berdewamiyê de da zanîn ku cezayên dîsîplînê yên nû li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine birîn tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye û wiha got: “Li Îmraliyê girtina wî bi tena serê xwe tecrîd e. Ji roja Birêz Ocalan anîne Tirkiyeyê, di şerekî îdeolojîk de ne. Pirsgirêka kurd veguhertine mijara tolgirtinê. Her desthilatdariyê li gorî xwe helwest û nêzîkatiyek diyar kir. Mejiyê dewletê neguherî. Tecrîd demek dirêj e di navbera şer û aştiyê de diçe û tê. Dema tecrîd rabû aştî zêdetir hat axaftin. Desthilatdariya xwe bi şer heyî dike wê aştiyê jî tune bike. Yanî hêza xwe ya mîlîtarîst derdixe holê û xwe heyî dike.”
 
‘Komploya navneteweyî vala hat derxistin’
 
Pero bal kişand ser komploya navneteweyî ya li hember Abdullah Ocalan û got komploya navneteweyî vala hatiye derxistin û wiha vegot: “Lîstika xera bû ne li gorî desthilatdariyê bû. Wê demê xwest welat ber bi şerê naxweyî ve bibe. Tirkiyeyê xwest li Rojhilata Navîn serdest be. Xwestin kurdan tune bikin. Lê ew pêvajo vala hat derxistin.”
 
‘Neçareserî girantir kir’
 
Pero bal kişand ser pêvajoya muzakereya 3 salan berdewam kiriye û wiha daxuyand: “Di wê pêvajoyê de civakê xwe ji nûve ava dikir. Hem siyasî, hem aborî, hem civakî, hem psîkolojîk û hem jî ruhî, pêvajoyek avakirinê hat jiyîn. Ev pêvajo yek alî bû. Divê em wisa binêrin. Bi hewldana Birêz Ocalan û tevgera kurd hat meşandin. Nêzîkatiya destilatdariyê jî piranî ji bo qutkirina hinek tiştan bû. Ji ber vê mutabakata dolmabahçeyê nas nekir. Ji ber daxwaza desthilatdariyê şer bû. Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan jî  neçareserî girantir kir. Divê ew pêvajo wisa bê destgirtin. Tecrîd tenê ji cihekî ne pêkan e. Li ser hemû civakê tecrîd tê meşandin.”
 
‘Aştî û çareserî hat ziman’
 
Pero destnîşan kir ku di Newrozê de paradîgmaya ku Birêz Ocalan daniye holê baş tîne ziman û wiha dirêjî dayê: “Tirkiye vê fêm nake. Newroz di esasê de fînal bû. Hem di alî aştî hem di alî pirsgirêka kurd de. Fînala daxwazkirina azadiya Birêz Ocalan bû. Newroz manîfestoya hebûna ji nû ve ye û divê ev wisa bê destgirtin. Jinan xwe di 8’ê Adarê de bi rêxistin kirin û hatin Newrozê. Jinên kurd ev nîşan dan. Jinan di 8’ê Adarê de tevî êrîşan li berxwe dan û 8’ê Adarê pîroz kirin. Di Newrozê de jî aştî û çareserî hat ziman.”
 
‘Newrozê rêya sêyem xêz kir’
 
Pero anî ziman ku gelan di Newrozê de ji Tirkiye û Kurdistanê du peyam dane û ji Tirkiyeyê peyama ‘Tirkiyeyek bi kurdan re dijî’ û ji Kurdistanê jî peyama ‘Yekîtiya neteweyî û bi kurdan re tevgera hevpar’ hatiye dayîn û got di her du peyaman de jî yekîtiya kurdan tê ziman û bêyî yekîtî demokratîkbûna Tirkiyeyê jî ne pêkan e tê gotin. Pero her wiha da zanîn ku di Newrozê de rêya sêyem hatiye xêzkirin.
 
'4’ê Nîsanê vejîn e'
 
Pero bal kişand ser 4’ê Nîsanê û destnîşan kir ku divê tenê wek vejîna Abdullah Ocalan neyê destgirtin û wiha berdewam kir: "4’ê Nisanê vejînek fikir û ramanî ye. Divê hem paradîgmal û hem jî wek çareserî bê destgirtin. Vejîna gelekî ku nayê nasîn e. Ne ji bo kurdan tenê ji bo hemû cîhanê wisa bû. Ji bo felsefe, azadî, civaknasiyê venasînên nû anîn. Ji bo beşên zanistê venasînên nû anî. Daxwaza me ya herî esas ev e. Bêyî Ocalan aştî ne pêkan e. Ev peyama gel e û em jî vê peyamê esas digirin."