‘Abdullah Ocalan axa hezaran salî ya li ser jinê rakir’

  • 09:02 3 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Hîkmet Tunç
 
WAN - Ji Akademiya Jineolojiyê Civaknas Neslîhan Şedal der barê têkoşîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji îdeolojiya rizgariya jinê bigire heta jineolojiyê nirxand û da zanî ku Abdullah Ocalan axa hezaran salî ya li ser jinan rakiriye û wiha vegot: “4’ê Nîsanê roja jinûve vejînê ye û di alî jinan de pêşxistina rêbazên têkoşînê ye.”
 
4’ê Nîsanê ku Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ji bo Gelê Kurd tê wateya "Ji nûve vejîn" û gel bi çandina şitl û kulîlkan ve rojê pîroz dikin. Abdullah Ocalan bi paradîgma netewa demokratîk a pêş xistiye ne tenê rêberê Gelê Kurd yê hemû gelên Rojhilata Navîne. Bi îdeolojiya rizgariya jinê ya di 1998’an de pêş xist, li her qadê pêşiya rêxistinbûna jinê vekir û îro li deverên cuda yên cîhanê jineolojî tê nîqaşkirin û di têkşînan de pêngavek mezin hat avêtin.
 
Ji Atolya Jineolojiyê Civaknas Neslîhan Şedal der barê cihê Abdullah Ocalan ya di têkoşîna jinê de axivî.
 
‘Jineolojî li têkiliya heqîqetê ya bi jiyanê  re digere’
 
Neslîhanê daxuyakirin ku jineolojî di encama têkoşîn û berxwedana jinan a hezar salî de derketiye holê û jineolojiyê felsefa zanînê ava kiriye. Neslîhanê got div ê nokteyê de îdiaya lêkolînkirina têkiliya bi heqîqetê ya jiyanê ye û wiha anî ziman: “Jineolojî zanîn tê çi wateyê, kî hildiberîne, zanîn ji bo civakê fêdeya wê çiye, têkiliya wê ya bi heqîqetê re, derdê wan yê jiyane heye an na? ev pirsên wisa di çarçoveya zanîna felsefê deye û dîsa li pirsên van bersivan digerin.”
 
‘Derdê jiyanê yên zanînan nemaye’
 
Neslîhanê gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya wekê "Derdê jiyanê yên sazbûnên zanînê nemaye" bibîr xist û ev tişt bi lêv kir: “Di vê pêvajoyê de em dibînin ku her ku jîneolojî bê nîqaşkirin û pêşxistin wê zanîna jinê civakê û jiyanê ji nûve watedar bike. Dema em li rexneyên li djî zanistên civakî dinêrin, ger çareseriyên der barê berpirsyarî û pewyirên zanista civakî de bên pêşxistin, mirov dibînin ku ev xebatên çareserkirina pirsgirêkane. Lê di sedsala 21’ê de em dibînin ku zanistên civakî êdî di tengezariyê de ye û krîzekê dijî.”
 
‘Jİnolojî dikare bibe riya derketinê’
 
Neslîhanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku zanistên civakî yên heyî ji bo pirsgirêkên civakî û krîzên civakî nabe çareserî û Abdullah Ocalan bi gotina "Jineolojî dikare bibe riya ji vê derketinê", li ser vê nîqaş û lêkolînên girîng hatine jiyîn û wiha dirêjî dayê: “Bêguman ji bo pêşxistina jineolojiyê gelek sedem hene. Derdê me ev e ku em bikevin pey dîrk û zanîna jinê ya hatiye veşartinê tunekirinê. Li dijî şîdet, qetilkirina li ser jinan em di vê hişmendiyê de ne ku divê em jineolojiyê pêş bixînin. Jineolojî ji bo mêr û jinên azad  bên pêşxistin dibêje ev bi ‘kurama hevjiyana azad’ pêkane. Di mijara jiyana wekhev û azad de Abdullah Ocalan dibêje ‘Jin azad nebe civak jî azad nabe’. Divê em ji vê nirxandinê derkevin rê.  Jîneolojî dema kurama hevjiyana azad pêş dixîne, îdiaya wê ya esas ev e ku xwezabûna jin û mêr derxin holê û civaka xwezayî watedar bike.”
 
‘Di encama têkoşîna jina kurd de îdeolojiya rizgariyê ava bû’
 
Neslîhanê wiha berdewam kir: “Îdeolojiya rizgariya jinan li dijî jiyana koletiyê ya li jinan hatiye ferzkirin hatiye pêşxistin. Ji bo jin wek mal û milk neyê dîtin, wek alava ku welîdînê neyê dîtin alternatîfan dide. Ji bo me li vir teoriya qûtbûnê gelek girînge. Ji têkiliyên koletiyê qûtbûnê îfade dike. Ji bo pêşxistina hevjiyana azad tişta hewcedariya me pê heye rêgezên esas û îdeolojiya rizgariya jinê ye.”
 
‘Divê parastina cewherî bê pêşxistin’
 
Neslîhanê destnîşan kir ku jineolojiyê li dijî zayendperestiyê têkoşînek mezin dide û wiha daxuaynd: “Armanceke jîneolojiyê eve ku kodên zayendperst teşhîr bike û li dijî zayendperestiyê têbikoşe. Di heman demê de tespîtên jineolojiyê yên girîng yên derbarê ku divê jin parastina xwe ya cewherî pêk bînin de heye. Alternatîfên cidî pêşniyar dike. Ji bo me rê û rêbazan nîşan dide. Her wiha dikeve pey dîroka berxwedana bi hezaran salî ya jinê û dibêje ku divê kolandinên arkeolojîk bi nêrîna jinê bên dest girtin. Hebûna jinê jî bi jiyanê îfade dike. Jin rola pêşeng a jiyanê digirin ser xwe.”
 
‘Dîrok bi jinên berxwedêr tije ye’
 
Neslîhanê diyar kir k udi dîrokê de her tim jinên li dijî tunekirina jinê serî hildane û rolên li jinan hatine ferzkirin, red kirine hene û di dîrokê de jinên berxwedêk gelek zêde bûne. Neslîhanê got zemîna zanista jinê jînolojiyê ava kiriye û bi vî awayî jin ji nûve bi zanînê re hatiye gel hev.
 
‘4’ê Nîsanê roja ku jinan xwe ji nûve venasiye’ 
 
Neslîhanê balkişand ser 4’ê Nîsanê ku 73’emîn Rojbûna Abdullah Ocalan tê pîrozkirin û wiha dawî lê anî: “Rojbûna Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû jinên cîhanê ji welîdîna biyolojîk wêdetir; wek roja ku vejînê îfade dike, wek rewşa vejîna ji nûve îfade dike tê dîtin. Axa ji ser jinan hat avêtin. Jinan xwe ji nûve venasî û rêbazên têkoşîna xwe ji nûve diyar kirin. Divê ev pêvajo wisa bê nirxandin.”