Jinên êzidî: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye

  • 09:10 1 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Evîn Zenda
 
ŞENGAL - Bi pêşengiya TAJÊ, li Xanesorê ji hêla jinan ve 300 darên cur bi cur ên fêkiyan hatin çandin. Meyan Xidir a ku tevlî çalakiya darçandinê bû got: "Ez azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînim.”
 
Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî pêk hat û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. 23 sal in li hemberî Abdullah Ocalan, tecrîdeke giran a ku hatiye daîmîkirin tê berdewamkirin. Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertê giran de tê girtin, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin. Herî dawî di 25'ê adara 2021'ê de bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû û piştî demeke kurt telefona wî hatibû qutkirin. Ji vê rojê ve agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Her wiha Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re jî herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin pêk anî. 
 
Demek dirêje amadekariya pîrozkirina 73'yemîn salvegera rojbûna Abdullah Ocalan tê kirin. Her sal di 4'ê Nîsanê de çalakiyên cuda tên lidarxistin. Her wiha her sal bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve dar tên çandin. Îsal jî bi heman awayî jinên Şengalê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikin. Li Şengalê her jin û zarokek ji bo Abdullah Ocalan darek diçînin. 
 
Bi pêşengiya TAJÊ li Xanesorê ji hêla jinan ve 300 darên cur bi cur ên fêkiyan hatin çandin. Jinan dema dar çandin daxwaza xwe ya azadiya Abdullah Ocalan anîn ziman. Yek jî wan jinan Meyan Xidir e û ji ajansa me re axivî.  
 
Meyan, di destpêka axaftina xwe de 4'ê Nîsanê pîroz kir û got: “Em 4'ê Nîsanê li Rêber Apo, tevahî Gelê Azadîxwaz û tevahî şevanên xwe pîroz dikin. Em rojbûna Rêber Apo weke rojbûna xwe dibînin ji ber bi Rêbertiya wî em bûn xwedî vîn û me rêxistinbûna xwe pêş xist. Em hêvî dikin ku Rêber Apo ji girtigehê rizgar bibe û em bi hev re azad bijîn. Ronahiya fikrê Rêber Apo çawa jinên êzidî ronî kiriye. Rêber Apo jiyana nû diyarî li me jinan kir. Em weke jinên Êzidî ji nû ve jidayikbûn ji bo wê em azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin.”