Jinên bi hinceta tevli 8’ê Adarê bûne tên sûcdarkirin: Rêya Sakîneyê rêya me ye

  • 09:06 31 Adar 2022
  • Rojane
 
Oznur Değer
 
ENQERE - Emniyetê li malbatê jinên ku tevlî 8’ê Adarê bûne geriyan û gotin ‘keça we tevli 8’ê Adarê bûye agahiya we jê heye?’ Yek ji van jinan Yagmur Demîrel da zanîn ku wê li dijî polîtîkayên dijminê jinê têbikoşin û got: “Gotinên Sara û Rozayan rê û gotinên me ne. Em tu car dest jê bernadin.”
 
8’ê Adarê ku bi coşek mezin hat pîrozkirin, tevî hemû zext û şîdetê jinan berê xwe dan qadan. Li Enqereyê piştî pîrozbahiyan emniyet li malbatê jinên ku tevli 8’ê Adarê bûne geriyan û bi tehdîdê xwestin wan biçewisînin. Jinan da zanîn ku ew li dijî van polîtîkayan serî natewînin û wê şûnde gavê navêjin.
 
Endamên Piştevaniya Mor û Tora Parastina Jinan diyar kirin ku polîs li wan û malbatên wan geriyane.
 
'Hûn di rêya şaş de ne!'
 
Endama Piştevaniya Mor Yagmur Demîrel da zanîn jineke ku gotiye ew li emniyeta Enqereyê polîs e lê geriyaye û da zanîn ku di 8’ê Adarê de li her çar alî welat jin li kolanan bûne û wê kolanan terk nekin. Yagmurê wiha vegot: “Emniyeta Enqereyê bi salane polîtîkaya zext û zilmê dimeşîne. Li jinên tevli 8’ê Adarê bûne û malbatê wan bi rêbaza tacîz û şîdetê geriyan. Ne bi hejmareke fermî bi hejmareke şexsî geriyan. Kesa geriya got ew polîsek jin e û vexwendiye vexwarina qehweyê. Piştre got hûn di rêxistinek şaş de ne, di rêyek şaş de ne, rûyê rêxistina hûn tê de ne ne ev rû ye.”
 
‘Ji AKP’ê hêzê digirin û dest dirêjî jinan dikin’
 
Yagmurê her wiha destnîşan kir ku di hevdîtina hatiye kirin de şerê psîkolojîk hatiye kirin û kesa ku geriyaye xwedî agahiyên ku jin li ku dixebitin, çi karî dikin bûye û ev tişt berdewam kir: “Hevalên ku li malbatên wan geriyane, dizanin ku tirsa wan zexta malbatî ye. Her wiha di vê pêvajoyê de dizanin ku faktora herî girîng karên me ye. Lê min got ev ne rêbazek hiqûqî ye û ez ê her tim li kolanan bim. Emniyeta Enqereyê bi salane ji ber rêbaza bêcezahiştina AKP’ê  jinan tacîz  dike lê jin li her derê wê gotina xwe bêjin.”
 
‘Gotina Sakîne û Rozayan rê û gotina me  ye’
 
Yagmurê anî ziman ku du jinên di rê de bi hev re dimeşin jî çavên wan ditirsîne û wiha daxuyand: “Di 6’ê Adarê de çalakiya jinê û di 8’ê Adarê de meşa şevê pêk hat. Emniyeta Enqereyê carek din ji tirsa windakirinê şerê psîkolojîk da destpêkirin. Bi zext û zilm, tacîza dikin carek din nefreta li hember jinan nîşan dan. Em ê jin her tim têkoşîna xwe bidomînin û li hember zextên wan bin. Soza Sakîne û Rozayan rê û gotina me ye. Di rewşa ev lêgerîn bidomin de wê hewldanên me yên hiqûqî pêk bên. Em ê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bidin. Ger jin azad bin wê civak jî azad be. Em li vir in naçin cihekî. Em azad bin û aştiyê bînin vî welatî.”
 
Li 10 malbatan geriyan
 
Endama Tora Parastina Jinê Aysun Gençtanir jî destnîşan kir ku li 10 malbatên hevalên wan yên jin geriyane û  piştî 8’ê Adarê emniyet li malbatan geriyane. Aysunê nirxandina xwe wiha domand: “Li malbatên 10 endamên Tora Parastina Jinan û Kolektîfa Zanîngehê ya Femînîst geriyan. Di 5 salê dawî de piştî her 8’ê Adar û 25’ê Mijarê ev pêvajo tê jiyîn. Ji aliyê emniyeta Enqereyê ve li hember jinan êrîşek mijara gotinê ye. Têkoşîna jinê li her qadê hedef tê girtin. Dixwazin li her derê welat pêşî li mafên me û tevgera jinan bigirin. Di bin çavan de şîdeta psîkolojîk pêk tê. Hewl didin peyama ‘hûn wisa bikin wê ev bibe’ bidin jinan.”
 
‘Em dewletê nas dikin’
 
Aysunê bi lêv kir ku têkoşîna wan têkoşîna der barê jiyana wan de ye û ji bo mafê jiyana xwe têdikoşin û wiha balkişand ser lêgerînên emniyetê yên li malbatan: “Li malbatan geriyane û pirsên ‘Keça we tevli 8’ê Adarê bûye, agahiya we heye?’ ‘Keça we diçe Mor Mekan agahiya we heye?’. Bi awayekî ku Komeleya Mor Mekan, Tora Parastina Jinan hedef bigirin agahî dane. Em pêvajoyeke şîdeta psîkolojîk dibînin. Lê em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
‘Em xwe bigihînin hev û hev biparêzin’
 
Aysunê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku der barê mijarê de serlêdana sûc kirine û wiha dawî lê anî: “Em ji bîr nakin ku em çima têkoşînê dimeşînin. Em ê têkoşîna li dijî feraset û şîdeta mêr bidomînin. Em ê ji sûcdar re bêjin sûcdar e, bêyî tirs li kolanan bin. Em tu car ne tenê ne û ne bêçare ne. Em bigihêjin hev û hev biparêzin.”