‘Li dijî îxanetê divê yekîtî pêk bê'

  • 09:02 31 Adar 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Jinên li Şirnexê, bertek nîşanî plansaziya hevpar a Enqerê û Hewlerê dan û gotin: "PDK, bila dijminatiya gelê xwe neke. Îro li dora me be, sibê li dora wî ye. Êdî li dijî xiyanetê yekitiya kurdan hewce dike." 
 
Bi coşek mezin Newroza 2022'yan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de herî zêde peyama avakirina yekitiya neteweyî derketin pêş. Ligel peyamên ku hat dayîn, planên hevpar ên Enqerê û Hewlerê jî diyar bûn. Li gorî agahiyên medyaya Herêma Federal a Kurdistanê û çavkaniyên herêmî, Artêşa Tirk bi beşdariya hêzên leşkerî yên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) êrişeke nû plan dike. Ev plansaziya ku tê kirin di nav raya giştî de tê nîqaşkirin û her wiha ev plan bû cihê fikar û nerazîbûnan. Sazî û rêxistinên sivîl û partiyên siyasî bi çalakiyên xwe fikarên xwe tînin ziman. Jinên li Şirnexê jî bertek nîşanî vê yekê dan û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin û bal kişandin ser hewcedariya avakirina yekitiyê. 
 
'Divê kurd bêdeng nebin'
 
Halîme Temel, di destpêka axaftina xwe de bang li gel kir ku li hemberî îxanetê bibin yek û got: "Em nêzîkatiya PDK’ê Barzanî tu carî qebûl nakin. Barzanî ji bo menfeatê xwe li pişt dewleta tirk disekine. Barzanî piştgiriyê nade kurdên xwe, dijminatiya gelê xwe dike. Barzanî bi xwe jî kurd e. Em nizanin çima vê dijminatiyê li xwişk û birayê xwe dike. Divê demildest ji vê rêya şaş vegerin. Divê xwedî nasnameya xwe ya kurdewariyê derbikeve. Kezeba dayikan dişewite. Dayik her tim alîgirê edalet, aştî û wekheviyê bû. Dilê me dayikan dişewite. Divê Gelê Kurd bêdeng nemînin û li ser piyan bin. Divê em rê li pêşiya Barzanî bigirin û destûrê nedin ku îxanetê li me kurdan bike.”
 
'Bila dijminatiya xwişk û birayê xwe neke'
 
Hatûn Borak, di axaftina xwe de bertek nîşanî helwesta PDK'ê de û wiha nêrînê xwe anî ziman: "PDK'ê îxanetê Gelê Kurd dike û her wiha ez vê dijminatiya Barzanî ya li hemberî kurdan şermezar dikim. Barzanî çima piştgiriya dijmin dike. Barzanî baweriya xwe li Erdogan tîne. Gelo Barzanî çima dijminatiya kurdan dike? Dema Saddam de dema êrîşê li wan hat kirin, dîsa kurd xwedî li wan derket. Gelo Barzanî îro çima birayê xwe difroşe. Barzanî îro vê tiştê li me dike, dewlet jî dê bîne serê wan. PDK, bila dev ji dijminatiya gelê xwe berde. Barzanî bi destên xwe birayên xwe dikuje. Barzanî îxanetê Gelê Kurd dike. Dayik bi berxwedanê dikare vê şerê bide sekinandin. Dewleta tirk, PDK'ê dixapîne. KDP jî tê êrîşê gelê xwe dike û cenazeyê gelê xwe radestî malbatan nake. Em kurd şer, dijminatî û kuştinê naxwazin. Divê em kurd yekitiya xwe ava bikin. Êdî bes e, bila dayik negirîn.”
 
'PDK bila îxanetê gelê xwe neke'
 
Halîme Dursun jî, destnîşan kir ku di şer de bêtir dilê dayikan dişewite û wiha axivî: "Dilê me dayikan her roj dişewite. Em dayik tim aştî û azadiyê dixwazin. Daxwaza me ew e ku ev şer û zilm bi dawî bin. PDK îxanetê gelê xwe dike. Bi dijminê kurdan re ketiye nav hevkariyê. Divê em kurd hevdû biparêzin. Ger ku em piştgiriya xwe nekin, dê tu kes piştgiriya me neke. Dema Saddam de ew tiştên ku hatin jiyîn dayik û bavên me digiriyan. Em hîn jî di bin bandora wê tiştê de ne. Ji ber vê yekê ev tiştê ku îro Barzanî dike dilê me dişewitîne. Kurdên me yên Iraqê bila wan rojan bînin bîra xwe."
 
'Îro li dora me sibê li doro wî ye..!'
 
Halîme, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî: "Bi serkeşiya PDK'ê, dewleta tirk çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrîş dike û dişewitîne. Dixwazin ax û çiyayê gelê me tune bikin. Mafê tu kesî tuneye ku bi kîmyasalê êrîş bikin. Ez carek din li vir bang dikim ku bila Barzanî demildest dev ji vê dijminatiyê berde. Barzanî bila bîne bîra xwe ku ew jî kurd e. Îro dora me, sibê dora wî ye. Divê em kurd û dayik bibin yek û li dijî şer rabin li ser piyan.”