'Rojbûna Rêber Apo rojbûna hemû jinên bindest e'

  • 09:01 31 Adar 2022
  • Rojane
 
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Jinên Efrînî yên koç kirin û niha li Şehbayê dimînin têkildarî roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan de axivîn û ev tişt anîn ziman: "Roja 4'ê Nîsanê ji bo me rojek pir pîroz û girîng e, ji ber ku rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye. Em li pey fikir û felsefa Rêberê xwe ne û em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Sekin û hêza jinê bersiva herî xurt a ji dijimin re."
 
Di 4'ê Nîsana 1949'an de Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan li Gundê Amarayê yê Rihayê ji dayik bûye. Abdulah Ocalan şoreşa azadiya jin û gelê kurd da meşandin. Abdulah Ocalan fikir û felsefa xwe li tevahî cîhanê belav kir. Her wiha ji bo mafê jinan bang kir û li dijî desthilatdaran têkoşîn kir. Ji ber vê yekê derbasî 24 salan bûye ku Abdulah Ocalan di zindana Îmraliyê de dîl hatiye girtin û ev nêzî salekê ye tu agahî jê nehatiye girtin. Têkildarî mijarê jinên Efrînî yên ku li Kantona Şehbayê dimînin ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
'Rêber Apo jinê weke jiyanê pênase dike'
 
Esume Îsmayîl a ji navçeya Recoyê ya Efrînê derbarê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan de axivî û wiha anî ziman: "Di destpêkê de em roja 4'ê Nîsanê li hemû jinan pîroz dikin. Bi hezaran salan em hemû jin bindest, kole, dibin zilm û zora desthilatdaran de bûn, lê îro bi saya fikir û felsefa Rêber Apo em ji xewa giran şiyar bûne. Desthilatdaran her tim jin ji cewher û koka wê bi dûr xistine. Desthilatdaran her tim di bin navê şermê de ji bo jinê sînorên bêdengiyê danîbûn û rola jinê çewisandibûn. Ji ber vê jî Rêber Apo li pêşiya çavên cîhanê teqez kir ku jin ne tenê ya mal û zarokan e, jin di her qadê de dikare kar û xebatê bimeşîne. Di Şoreşa Rojava de jinên kurd ji cîhanê re bûn mînakên hêz û berxedanê yên pir mezin. Ev jî bi keda Rêberê me ye. Dijmin her tim jinê hedef digire ji ber ku Rêber Apo jinê weke jiyanê bi xwe pênase dike."
 
'Rojbûna Rêber Apo rojbûna hemû jinên bindest e'
 
Esumê diyar ku ew ê wek jinek Efrînî li ser rêya fikir û felsefa Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan tekoşîna xwe bidomîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rojbûna Rêber Apo rojbûna hemû jinên bindest e. Em li ser rêya Rêberê xwe ne û em ê zarokên xwe jî li ser vê felsefeyê perwede bikin. Em weke jinên Efrînî yên koçber li Wargeha Berxwedanê, ji bo ku em vegerin ser axa xwe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin, em ê tekoşîn û xebatên xwe yên xweser mezin bikin."
 
'Êdî em serî ji desthilatdaran re natewînin'
 
Aras Elî ya ji gundê Çiyê yê navçeya Mabetaya Efrînê têkildarî heman mijarê axivî û wiha bi lêv kir: "Roja rojbûna Rêber Apo li hemû gelê kurd û jinên bindest pîroz dikim. Rêber Apo rastî diyarî me kir, yekem car a ku bi mafê jinê bang kiriye Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê ev roj ji bo me jinan pir girîng û bi wate ye. Êdî em koletiyê qebûl nakin û em serî ji desthilatdaran re natewînin. Em ê deng û rengê jinê li hemû cîhanê bi fikir û felsefa Rêber Apo bilind bikin. Asta ku jin îro gihaştiyê û li ser lingên xwe sekiniye bi saya Rêber Apo ye. Sekin û vîna jinê bersiva herî xurt a ji dijmin re ye, ji ber vê yekê dixwazin di şexsê jinê de civakê bikin kole."
 
'Em girêdayî Rêberê xwe ne'
 
Roşîn Xelîl a ji gundê Qenterê yê navçeya Mabetaya Efrînê derbarê roja 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan de axivî û wiha got: "Em jin rojbûna Rêber Apo weke roja jidayikbûyina ji nû ve pênase dikin. Ji ber ku Serokatî hişt ku jin ji nû ve li ser xwe bisekinin û xwe ji nû ve ava bikin. Di dîrokê de Serokatî behsa mafê jinê kiriye û bal kişandiye ser wateya rast a jinê. Ji ber vê yekê em weke jin girêdayî fikir û felsefa Rêber Apo ne."
 
'Em ê zindana Îmraliyê bi ser dijimin de hilweşînin'
 
Roşînê da xuyakirin ku ew ê zindana Îmraliyê bi ser serê dijmin de hilweşînin û Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan fîzîkî azad bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Derbasî 5 salan dibe em li vê derê koçber in, lê dîsa jî tu tişt li pêşiya me nabe asteng. Xeta berxwedanê wê her tim berdewam bike. Jin hêz û bingeha civakê ye, ji ber vê yekê dijmin ji jinê ditirse û êrîşî jinê dike. Em weke jinên Efrînî li ser şopa Rêberê xwe ne û em tu caran ranawestin. Em ê zindana Îmraliyê bi ser serê dagirkeriyê de hilweşînin."