EGE TÛHAY-DER'ê mirinên bi guman ên li girtîgehan şermezar kir

  • 14:42 29 Adar 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - EGE TÛHAYDER'ê mirinên bi guman ên li girtîgehan şermezar kir û ji raya giştî re banga hestiyariyê kir. 
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (EGE TÛHAYDER) a Egeyê, ji bo berdana girtiyên nexweş li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji girtiyên nexweş re azadî bila mirinên li girtîgehan rawestin" hat vekirin û dovîzên "Deng bide zindanan" , "Deng Bide dengê mirovahiyê" , "Ji şewitandina înfazan re bes e" hatin hilgirtin. Dema daxuyaniyê tim dirûşma "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" hat berzkirin. Endam û rêveberên HDP'a Îzmîrê, Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, Meclisa HDK'ê ya Îzmîrê û ANYAKAYDER'ê piştgirî dan daxuyaniyê. 
 
Hevseroka EGE TÛHAYDER'ê Nîlay Gulser, diyar kir ku pirgirêkên li girtîgehan her diçin zêdetir dibin û wiha got: "Girtiyên nexweş rexmî raporên "nikarin li girtîgehê bimîne" jî li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Girtiyên ku dema berdana wan tê înfaza wan tê şewitandin û nayên berdan. Hevkarî li girtiyan tê ferzkirin. Girtî zehmetiyê dikişînin pêwistiyên xwe yên bingehîn bînin cih. Girtina pirtûkan bi sînor bûye. Sirgûnên kêfî didomin û bi taybetî jî girtiyan sirgûnî bajarên dûrî malbatên wan dikin."
 
'Tiştên ku dikin li dijî mafê mirovan e'
 
Di berdewamiyê de Gulser, bal kişand ser mirina girtiyên nexweş û derbarê mijarê de ev tişt got: "Em herî dawî girtî Şervan Can Guder û Abdullah Boran ku jiyana xwe ji dan bi rêzdarî bi bîr tînin. Zextên li Girtîgeha Bunyan a Qayseriyê û Aksarayê girtiyên siyasî gelek aciz dikin û girtiyan ji bo bihîstina dengê xwe serî li rêbazên cuda dane. Di serîde birêz Abdullah Ocalan em dengê hemû girtiyên siyasî ne. Tiştên ku dikin li dijî mafê mirovan e û îxaneta li mirovahiyê ye."
 
'Heta ku edalet bê em ê têbikoşin'
 
Piştî Gulser çalakgera Nobeda Edaletê Hanim Sever axivî û daxwaza berdana girtiyên nexweş kir û ev tişt anî ziman: "Girtiyên nexweş li girtîgehan nayên tedawîkirin. Heta ku edalet bê em ê têbikoşin. Em dayikên aştiyê ne, em naxwazin tu kes bimire. Em naxwazin dayikên polis û eskeran jî bigirîn. Ji niha şûn ve em ê li qadan bin. Em mirovî û edaletê dixwazin. Em vê helwestê qebûl nakin."
 
Herî dawî çalakgera Nobeda Edaletê Medîne Kaymaz axivî û ev tişt gotin: "Bila bizanibin ku em ê heta berdana Rêberê kurdan ku li Îmraliyê girtî ye têkoşîna xwe bidomînin. Bila bizanibin ku em kurd in. Êdî ji vê zilm û heqaretê re bes e."