Li xebatkara Yenî Yaşamê sîxurtî hat ferzkirin

  • 10:46 29 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Besna Daşçî a ku du polîsan wê şopandiye hat diyrkirin ku sîxurtî lê hatiye ferzkirin.   
 
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Besna Daşçî di 26'ê Adarê de ji hêla du polîsan ve hatiye şopandin û bi tehdîtên wan re rûbirû maye. Her wiha hat diyarkirin ku polîsan di heman demê de li Besnayê sîxurtî jî ferz kirine. Besna têkîldarî mijarê axivî.
 
‘Gef li min xwarin û sîxurtî li min ferz kirin’
 
Besna, daxuyand ku nêzî saetekê ji aliyê polîsan ve hatiye şopandin û tişta hatiye serê wê wiha vegto: “ Du roj berê gava min rojname belav dikir, polîsan min şopand. Çawa ku min ferq ez têm şopandin, 2 polîsan rêya min girtin. Bêyî destûr rojname ji destê min girtin û tinazê xwe bi min kirin. Piştre min birin aliyê kolana hunerê. Li cihê ku min birinê jî çend polîsên din hebûn. Ji min dayika min pirsîn û gotin ku dayika te çi karî dke. Piştre di ser dayika min re gef li min xwarin. Ez nêzî du saetan bi gerxarina wan re rûbirû mam û sîxurî li min ferz kirin.”
 
‘Ez ê gilî bikim’
 
Besna, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku polîsan wêne û dîmenê wê girtine û got: “Polîsan got; tu çawa karê xwe dikî em jî wiha karê xwe dikin. Bi saetan zextên xwe berdewam kirin. Ji min re gotin: “Heke em bixwazin em dikarin li te jî bixin û zextan jî li te bikin. Karê me ev e.”  Besna diyar kir ku ew zextên wan qebûl nake û ew ê li wan polîsan gilî bike.”