Naîme Dag: Bila kelecana Mustafa ya 4’ê Nîsanê neyê jibîrkirin

  • 09:02 29 Adar 2022
  • Rojane
 
Medya Uren - Şîrîn Çinar
 
RIHA - Dayika Mustafa Dag, Naîme Dag diyar kir ku Mustafa ji bo pîrozbahiya rojbûna PKK’ê Abdullah Ocalan her tim bi kelecaneke mezin diçû Amarayê û got: "Lê di rêwitiya 3'yem de Mustafa hat qetilkirin. Piştî wî, ez û du zarokên wî me berê xwe da Amarayê. Ez dixwazim bila kelecana Mustafa ya 4’ê Nîsanê tu carî neyê jibîrkirin." 
 
Bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di sala 2009’an de bi dirûşma "Rêwîtiya ber bi ROJ’ê ve" meşek ber bi gundê Amarayê ve hat lidarxistin. Li hemberî meşê êrişeke mezin pêk hat. Di encama êrişê de Mahsun Karaoglan (21) û Mustafa Dag (27) hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. 13 sal li ser qetilkirinê re derbas bû. 
 
Malbatên Mustafa û Mahsûn bi caran serî li serdozgeriya serokkomariya Bîrecîka Rihayê dan. Lê her carî bi hinceta "Di dosyayê de kêmasî hene" îdaname nehat amadekirin. Lêpirsîna ku ji sala 2009’an ve berdewam dike de tenê navê kesên ku wê rojê xebitîne û bombeya gaz bikaranîne hene. Di lîsteyê de navê 85 kesan derbas dibe û her carî jî tê gotin ku nayê zanîn bombeya gaz ji aliyê kî ve hatiye bikaranîn. 
 
Dayika Mustafa Dag, Naîme Dag bi wesîleya hatina 4’ê Nîsanê û salvegera qetilkirina kurê xwe ji ajansa me re axivî. Naîme diyar kir ku Mustafa bavê 2 zarokan bû û got: "Ev 13 sal in edalet pêk nehatiye û heqê me li erde ma. Mustafa hertim di rêya welatparêzî bû û heskirina wî ya kurdewarî her tim li pêş bû. Lewra tu zirera wî negihişt kesî. Ew jî weke gelek kurd xwest ji bo pîrozbahiyê here Amarayê."
 
'Cenazeyê wî li me vegeriya'
 
Naîme, wiha qala roja çûyîna Mustafa ya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê kir: “Ew 3 sal bû Mustafa diçû Amarayê. Her sal jî bi kelecanek mezin diçû. Beriya bi rojan amadekariya xwe dikir. Ji Pirsûsê ber bi Xelfetiyê ve û ji wir jî bi meşê re derbasî Amarayê dibe. Çûyina wî ya 3’yem de jî pir bi kelecan û kêyfxweş bû. Mixabin me ne dizanî ew cara dawî bû. Wî ji bo pîrozbahiyê çû û cenazeyê wî li me vegeriya."
 
'Mustafa ji bo welatê xwe bi rêket...'
 
Naîme, destnîşan kir ku Mustafa ji bo hevalên xwe û welatê xwe derket rê û got: "Bi hezaran kurdên li Şengalê, li Kobanê hatine qetilkirin. Em ne ji wan çêtirin. Bila em ji teva wan bin. Li derdora me şehîd pir in. Xwedê sebrê bide dayikan. Em ji aramiyê dixwazin, zimanê xwe û çanda xwe dixwazin. Armanca me jî tenê aştiye."
 
Bi zarokên Mustafayê re diçin Amarayê
 
Naîme, da zanîn ku zarokên me bê sebep tên qetilkirin û wiha wiha bi lêv kir: "Mustafa her tim digot ez ê di rêya serokatiyê de jiyana xwe ji dest bidim. Bi rastî ji wisa bû. Piştî Mustafayê min zarokên wî jî dibir Amarayê. Em ne bi xemgînî, bi keyfxweşî diçûn. Niha çûyîna li Amarayê qedexeye û em nikarin biçin. Hek li vir pîrozbahiyek pêk bê ez ê cardin bi zarokan re biçim." 
 
‘Bila tim bijîn’
 
Naîme bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bila Mustafa tu carî neyê ji bîrkirin. Bila ev roj jî neyê ji bîrkirin. Bila ciwan cardin di 4’ê Nîsanê de rabin û pîrozbahiya li dar bixin. Em dixwazin ku şehîdên me jî bi vê minasebetê werin bi bîranîn û tim bijîn. Bila kelecana Mustafa ya 4’ê Nîsanê neyê jibîrkirin.”