'Ji bo azadiyê yekitiya neteweyî pêwist e'

  • 09:01 28 Adar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak - Derya Ren
 
AMED -  Jinên kurd banga avakirina yekitiya neteweyî kirin û gotin: "Me gelek bedel da û ev ax bi xwînê hatiye avdan. Heke em kurd nebin yek em ê winda bikin. Ji bo azadiyê divê yekitî pêk bê." 
 
Newroza 2022’yan bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li bajarên herêmê û Tirkiyeyê hate pîrozkirin. Starta Newrozê di 15’ê adarê de li Elkê û ya fînalê jî di 21’ê Adarê de li Amedê hate dayîn. Tevî hemû astengî, êriş û hewldanên provakatîf  bi milyonan kes herikin qadên Newrozê. Di qadên pîrozbahiyê de pêwistiya avakirina yekitiya neteweyî bêtir derket holê. Jinên ku tevlî Newroza Amedê bûn bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî. 
 
‘Li dijî êş û janê yekitiyê xwe ava bikin' 
 
Azîze Polat diyar kir ku Gelê Kurd gelek bedelên giran dane û destnîşan kir ku divê yekitiya neteweyî hertim rojeva yekser be û got: “Em kurd hertim bi tenê bûn. Heya ku em nebin yek, dê em ê windabikin. Me gelek şehîd dan, ev xak bi xwînê hatiye avdan. Bes êdî ji parçebûyînê re. Ji bo ku em bikaribin pêşiya vê êş û janê bigirin divê yekitiya xwe ava bikin. Abdullah Ocalan 23 sal in li girtîgehê li ber xwe dide. Heke em bibin yek, dikarin wî azad bikin. Azadiya Ocalan wê aştiyê bîne.”
 
‘Avakirina yekitiyê pêwistiyek bingehîn e' 
 
Sayîme Denîz jî gotina Cigerxwinê ya “Kurdîno bibin yek, heke hûn nebin yek wê herîn yek bi yek” bibîr xist û wiha bi lêv kir: "Avakirina yekitiya neteweyî serketina Gelê Kurd e. Em wek dayik, hertim ji aliyê aştî û wekheviyê bûn. Em naxwazin xwîn birije. Her wiha divê bi Abdullah Ocalan re jî hevdîtin were kirin. Lewra avakirina yekitiya neteweyî pêwistiyek bingehîn e.”
 
‘Em êdî azadiyê dixwazin' 
 
Seher Aykan jî daxuyand ku daxwaza hemû kurdan yekitî ye û wiha axivî: “Em êdî naxwazin kurd bimirin. Em ditirsin ku televîzyonê vekin û xeberek nebaş bibîhîsin. Her roj bûyerek nebaş pêk tê. Êdî bila ciwanên me neyên kuştin. Em aştî, yekitî û azadiyê dixwazin.”
 
'Em ê aştiyê bînin vî welatî'
Sîtîye Akyol, anî ziman ku dayik tim ji bo ku aştîyek mayînde pêk were û yekitî ava bibe têdikoşin û wiha nêrinê xwe anî ziman: "Em ê bibin yek û aştiyê bînin vî welatî. Bila kurd nebin dijminê hevdû. Bes êdî bila ji me kes nemirin.”
 
 
‘Divê kurd tîfaq bin' 
 
Yaşar Kurd jî derbarê yekitiyê de wiha nêrinê xwe anî ziman: "Divê Abdullah Ocalan azad bibe. Heke kurd di nav hev de tîfaqa xwe ava bikin û bibin yek wê pêşî li vê zilmê bigirin. Rêbaza xelasbûyîna ji vê bindestiyê avak
irina yekitiya neteweyî ye û azadkirina Serok Apo ye. Armanca Newroza îsal jî ew bûn.