'Ev Newroz wê bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan'

  • 09:05 27 Adar 2022
  • Rojane
Sema Çaglak - Şîrîn Çinar
 
 AMED - Jinên ku beşdarî Newroza Amedê bûn bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku heta  Abdullah Ocalan azad nebe wê gelê kurd nesekine.
 
Newroza îsal bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" hate pîrozkirin. Li qadên Newrozê ku ji aliyê bi mîlyonan kesan ve hate dagirtin peyama herî şênber şikandina tecrîd û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a fîzîkî bû. Jinên ku beşdarî Newroza Amedê bûn diyar kirin ku aştî û azadî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.
 
'Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe em ê li kolanan bin'
 
Behîye Sevîm destnîşan kir ku heta ku Abdullah Ocalan azad nebe ew ê têkoşîna xwe ranewestînin û wiha axivî: "Heta ku serokê me azad nekin, deriyê zindanan venekin wê gelê kurd nesekine. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe jî em ê têbikoşin û serokê xwe azad bikin. Em ê li kolanan bin û doza mafê xwe bikin. Em aştiyek mayinde û mirovahiyê dixwazin. Em dibêjin ku bi kuştin û girtinê kurd naqedin. Heta ku em sax bin em ê li pey doza xwe herin. Em ê li pey vî zimanî bin, li pey vê xwînê bin. Em naxwazin tu kes bimire. Kîjan nîjad bibe jî em kuştina mirovan naxwazin. Daxwaza me rawestandina vê xwînê û aştiyek mayînde ye. Em wan gotinan dibêjin lê ew ji ber wan daxwazan êrîşên me dikin û me diavêjin kolanan. Em dayikên kurdan mirinê naxwazin."
 
'Bila tecrîdê rakin û deriyê Îmraliyê vekin'
 
Hamdiye Tekîn jî daxuyand ku aştî û azadî bi azadkirina Abdullah Ocalan pêkan e û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Em aştiyê dixwazin. Hemû kes jî dizane ku aştî û demokrasî bi azadkirina Serok pêkan e. Bila tecrîdê rakin û deriyê Îmraliyê vekin. Her wiha bila girtiyên sîyasî azad bibin û zext û zordestiya li ser gel were şikandin."
 
'Gelê kurd li hemberî wan serî natewîne'
 
Mensûre Gorkî jî bal kişand ser astengkirrina Newroza Amedê û diyar kir ku ew hewildan hemû tên wateya tecrîda gel. Mensûre, got: "Tiştê ku li me kirin zilm û heqaret e. Bi hincetên cûrbecûr me asteng kirin. Gelek caran li me lêgerîn ferz kirin. Ev muamele nayê qebûlkirin. Bi sedan welatî bi vê nêzikatiyê hatin tacîzkirin. Lê ew çiqas êrîş bikin jî bila baş bizanibin gelê kurd li hemberî wan serî natewîne! Girtiyên me jixwe di bin tecrîdek giran de ne. Lê em bi xwe jî tecrîdê dijîn. Zilma ku di Newrozê de hate kirin tecrîda herî mezin bû. Heta ku derê ev ê wiha berdewam bike? Bi zanebûn ev nêzîkatî hate kirin."
 
'Ev Newroz wê bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan'
 
Herî dawî jî Sudiye Toprak axivî û destnîşan kir ku gelê kurd dixwaze ji Abdullah Ocalan agahiyê bigire û got: "Ev 23 sal in Abdullah Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Em derheqê rewşa wî de tu agahiyê nikarin bistînin. Malbat û parezerê wî jî nikare tu agahiyê bigirin. Gelê kurd dixwaze ji Serokê xwe agahiyê bigire. Ev Newroz wê bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan. Çima vê zilm û heqaretê li me dikin? Bes e êdî ku vê zilmê li me dikin. Bila Selehattîn Demîrtaş jî berdin. Bê sûc û bê sedem hemû sîyasetmedarên me girtin."