Ji xizma girtiyan bo 'Nobetên Edeletê' banga piştgiriyê

  • 09:01 25 Adar 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Abdurrahman Yildirim ê ku 17 salî hatiye girtin ev 26 sale girtî ye.  Dayika wî Vesîle Yildirim diyar kir ku wê ji bo kurê xwe tevli Nobeta Edeletê bibe û bang li hemû xizmên girtiyan û welatiyên xwedî wijdan kir ku pişgiriyê bidin çalakiya wan.
 
Nobeta Edeletê ya Baroya Îzmîrê bi armanca tahliyekirina girtiyên nexweş dabû destpêkirin mehek li pey xwe hişt. Yek ji kesên ku piştgiriyê dide nobedê, dayika girtiyê nexweş Abdurrahman Yildirim, Vesîle Yildirim e.  Vesîleyê banga hestiyariyê li hemû welatiyan û xizmên girtiyan kir ku piştgiriyê bidin çalakiyê.
 
Vesîleyê daxuyakirin ku kurê wê niha li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 3 a Şakranê ye û ji ber parçeyê şarapnelê yê di serê wî de ev 26 sal e bi rîska mirinê re rû bir û ye û divê demildest bê tahliyekirin. Vesîleyê wiha daxuyand: “Li Dêrsîmê birîndar hat girtin û birin Elbîstanê. Du mehan îşkence lê kirin. Dema hat binçavkirin zarokekî 17 salî bû. Dema ez çûm dîtina wî ser û çavên wî hemû werimandibûn. Zarokên me tenê mafên xwe xwestin. Gotin bila nasnameya me hebe.
 
Tiştekî din nexwestin. Bila êdî zarokên me derxin.”
 
‘Hişê wî diçe’
 
Vesîleyê anî ziman ku kurê wê 26 sal e girtî ye û li girtîgehên wekê Konya, Bolu û Enqereyê maye û wiha bi lêv kir: “Dema li Elbîstanê bû 4 heb parçeyên mayînê serê wî de ma. Du heban derdixin yê din dimînin. Yek pir nêzî mêjiye. Kurê min pir nexweşe. Carna dilê wî digere, hişê wî diçe. 26 sale têkoşîna jiyanê dide. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.”
 
Dermankirin nîvco hiştin’
 
Vesîleyê her wiha anî ziman ku 10 sal berê dema kurê wê dibin Enqereyê qezaya trafîkê derbas dikin û mehekê kurê wê di komayê de dimîne û di vê mijarê de jî wiha vegot: “Rapora wî hebû lê em nizanin çi bû. Di wir de digot nayê dermankirin. Dermankirin nîvco ma. Yanî zilmek mezin li ser me heye.”
 
‘Nobeta edeletê ji bo zarokên me ye’
 
Vesîleyê balkişand ser Nobetên edeletê û ev diyar kir: “Em ji bo zarokên xwe li wirin. Em dixwazin aştî pêk bê û zarokên me bên berdan. Bila yek ciwanek nemire. Ji bo vê em hewl didin. Bila zarokên me êdî nemirin. Bila bên berdan. Lê nexweş bi kêfî nayên berdan.”
 
‘Divê her kes piştgiriyê bide’
 
Vesîleyê di dawiyê de ev bang li hemû kesî kir: “Divê malbatên hemû girtiyan zêdetir piştgiriyê bidin nobetên edeletê. Çalakî wê ancax bi vî awayî encamê bide. Em dixwazin hemû xizmên girtiyan bên. Hemû kesên kezeba wan şewitîne divê bên piştgiriyê bidin çalakiyê.”