Daxwaza kesên li qada Newrozê zelal e: Ji Ocalan re azadî

  • 09:04 23 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên tevli Newroza Stenbolê ya li Yenîkapiyê bûn diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadan bûne û gotin: “Gelê kurd li gel serokatiyê ne.”
 
Newroza Stenbolê ya 2022’yan bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma ‘Dem dema serkeftinê ye’ li Qada Yenîkapiyê hat pîrozkirin. Bi sedhezaran kesên tevli Newrozê bûn daxwaza wan a hevpar azadî û hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bû. Tevî hemû astengiyên polîsan beşeke mezin a gel ket qada Yenîkapiyê û peyameke xurt a hevpar dan.
 
‘Ji bo Birêz Ocalan me qad tije kirin’
 
Jina bi navê Sureyya Çelîk a tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn, da zanîn ku Newroz ji bo gelê kurd gelek girîng û taybet e. Sureyyayê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Me ji bo Birêz Ocalan û azadiya gelê kurd û girtiyan qad tije kirin. Em aştî, azadî û wekheviyê dixwazin. Divê ev xwîn êdî raweste. Ev saleke malbat û parêzer nikarin bi serokatiyê re hevdîtinê bikin. Ji bo aştî, azadî û  rawestîna vê xwînê divê hevdîtin bên kirin. Yên li çiyan jî, polîs û cenderme jî zarokên me ne. Em dayik in. Em naxwazin tu zarok bimirin.”
 
‘Em serokatiya xwe dixwazin’
 
Jina bi navê Şukruye Ozturk jî Newroza gelê kurd pîroz kir û wiha bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan: “Divê hevdîtina parêzeran pêk bê. Em dixwazin serokatî û Selahattîn Demîrtaş bên berdan. Divê êdî gelê kurd jî bibe yek. Êdî bes e. Wê gel heta ku derê bi pakêtek meqerne zikê xwe têr bike. Bila gelê me hişê xwe bide serê xwe û xwedî li hev derketin. Em serokatiya xwe dixwazin.”
 
‘Gelê kurd ligel serokatiyê ye’
 
Jina bi navê Fehîme Konî jî daxuyakirin ku gelê kurd bi daxwaza aştiyê qada Newrozê tije kirine û wiha bi lêv kir: “Her ku em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Em şer naxwazin. Ew bila ji xwe re şer bikin. Divê hevdîtinên bi serokatiyê re pêk bên. Gelê kurd ligel serokatiyê ye. Bila Erdogan û hemû cîhan bizanibe ku heta serokatî azad nebe gelê kurd jî azad nabe. Îro gelê kurd tevî hemû sar û sermayê berf û baranê li ser piya bûn. Ji bo serokatiya xwe ji bo gelê xwe azadî xwestin. Ji 7’an heta 70’ê li qadan bûn. Heta serokatî azad nebe em ê di malên xwe de rûnên.”
 
‘Me ji bo aştiyê qad tije kir’
 
Zekiye Îlmek jî ev nirxandin kir: “Me ji bo aştî, wekhevî û mirovahiyê qada Newrozê tije kir, êdî bila ev şer bi dawî bibe, bila zarokên me bên berdan. Aştî her tiştî watedar dike. Bila aştî bê. Mirov birçî ne, bila êdî bikaribin zikê xwe têr bikin. Gel ji bîrçîna dimire. Êdî mirov nikarin rûn bigirin. Ev hemû ji ber şer pêk tên. Êdî bes e. Mala me xera kirin. Em talan kirin. Em koçber bûn. Mafê wan tune vê bikin.”
 
‘Newroz berxwedan e’
 
Jina bi navê Fîkriye Turgut jî bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha bi lêv kir: “Newroz serhildan e, berxwedan e, kurd û Kurdistan e. Gelê kurd ji bo mafên xwe li kolanan bûn. Gelo wê ev zilm û zext heta ku derê bidome? Bijî gelê kurd û Kurdistan. Em amade ne xwe di vê rê de feda bikin. Ev Newroz ji bo Abdullah Ocalan û gelê kurd pêk hat.”
 
‘Niha dema azadî û aştiyê ye’
 
Hevseroka HDP’ê ya Kuçukçekmeceyê Gulsum Ozturk jî Newroza hemû gelan pîroz kir û wiha dirêjî dayê: “Dengê ji Newrozê bilind bû wê bandorê li ser hilbijartinên 2023’yan jî bike. Kes nikare bêje ‘HDP tune bûye’. Girseya herikî qada Yenîkapiyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Lê tevî her tiştî gel ket qadê. Çi dibe bila bibe gel ket qadê. Ji ber ji gelê kurd ditirsin, zextê dikin. Kurd, elewî, ermenî û suryanî hene. Çi dibe bibe wê yekîtî pêk bê. Em ê wisa biçin meclîsê.”
 
‘Bêyî azadiya Abdullah Ocalan jiyan pêş nakeve’
 
Gulsumê destnîşan kir ku saleke agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha dawî lê anî: “Em tu car serokatiya xwe ji bîr nakin. Em li berxwe didin. Bêyî azadiya Birêz Ocalan jiyan pêş nakeve. Jiyana me girêdayê hev e. Bila her kes vê bizanibe. Em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Heta dilopek xwîna me bimîne em ê ji bo serokatiyê bixebitin û em ê vê di sindoqê de nîşan bidin.”