Li Agiriyê Newroz bi vêxistina agir geş bû

  • 13:10 21 Adar 2022
  • Rojane
 
AGIR - Gelê Agiriyê ku li ber muzîkê li qadê govend gerand, bi dirûşman agirê vêxist.
 
Navnîşaneke din a Newroza ku bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye"  hat pîrozkirin jî Bajarê Agirî bû. Di newroza ku li kêleka stadyûma bajêr hat pîrozkirin de gelek kes kom bûn. Gelê Agiriyê ku bi dirûşmên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" hat qadê, li ber def û zurneyê govend gerand. Li qadê pankarta bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" hat daliqanin.
 
Piştî nêzgirtinê pîrozbahiyê dest pê kir, Parlamenterê HDP'ê Cemal Aktar, got, "Newroz berxwedan, aştî û azadî ye. Em kurd çi dibe bila bibe em paşve gavê navêjin û em ê li ber xwe bidin."
 
'Tecrîd divê bi dawî bibe'
 
Piştre parlamenterê Agiriyê Abdullah Koç jî got, "AKP dibêje 'pirsgirêka kurd tune ye'. Ger ku li ser zimanê kurdan tundî hebe li wê pirsgirêk heye. Bi hezaran kes jî ji ber siyasetê di girtîghê de ne. 
 
Parlamentera DHP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, jî got, "Bi hezaran sal e kurd li hemberî zilimkaran bi geşkirina Agirê Newrozê li ber xwe da. Kesên ku kurdan tune dihesibînin bila li vê qadê binêrin. Agirê Newrozê tucarî li hemberî tarîtîyê venemirî ye. Dê tecrîd bi bi berxwedanê bê rakirin."
 
'Ger ku hûn kurd bin li herderê zilm wê li we bê kirin'
 
Hevserokê HDP'ê yê Giştî yê berê Sezaî Temellî jî got, "Kurdan li hemberî zilmê li ber xwe dane û hatine qada Newrozê. Bila zilm bi dawî bibe. Ger ku hûn kurd bin hûn diçin ku biçin wê li her derê zilm we bibîne." Herwiha Sezaî got ku rêya Aştiyê Birêz Ocalan e û divê pê re muzaker bê kirin."