Newroza Nisêbînê bi rengên keskesorê xemilî

  • 11:19 21 Adar 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Serê sibê ve gel bi cilên xwe yên kurdewarî û rengê kes, sor û zer herikin qadê û qada pîrozbahiyê bi rengên keskesorê xemilandin. 
 
Li Nisêbîna Mêrdînê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. Gel serê sibê ve berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Bi taybetî hatina ciwanan balê dikişîne ser xwe. Li qadê alên ku li ser "Newroz Pîroz be" hatine nivîsin hatin hildan û her wiha gel bi cilên xwe yên kurdewarî û bi rengên kesk, sor û zer herikin qadê. 
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Ebrû Gunay, Pero Dundar, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistina HDP’ê li qadê amade ne.
 
Ciwanan Ala Kurdistanê rakir
 
Ciwanan govenda yekem di pêşengiya dirûşmeyên “Newroz Pîroz be”, “Bijî Serok Apo” de gerandin. Ciwanan ala Kurdistana Federal rakirin û xwestin daleqînin. Lewera polîsên ku hatine qadê xwestin wan ciwanan binçav bikin. Lê girseyê polîsan derxist. Polîsên ku xwestin pîrozbahiyê proveke bikin ji aliye girseyê ve hate astengkirin.
 
Tê hêvî kirin ku di seetên pêşiya me de Parlementer Ebru Gunay û Pero Dundar biaxivin û hunermendên  Murat Demîr, Mikail Aslan, Koma Sorjiyan herî dawî li ser dîkê stranên xwe berz bikin.