Li Wanê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

  • 12:34 20 Adar 2022
  • Rojane
 
WAN - Bi hezaran kesên ku herikîn quntarê Keleha Wanê qad dagirtin. Pîrozbahiya Newrozê ku bi rêzgirtinê destpê kir,  bi dirûşm û govendê berdewam dike.
 
Bi hezaran kes li gel barîna berfê li qadê ne
 
Pîrozbahiya Newroza ku îsal bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" tê kirin li Wanê dest pê kir. Lê gel barîna berfê gel qad dagirt û herîkîna ber bi qadê ve hîna jî berdewam e. Piraniya kesên li qadê ciwan in û Waniyên ku guh nedan şert û mercên hewayê bi cil û bergên xwe yên kurdî qad veguherandin baxçeyê kulîlkên biharê. Li qadê bê naveber dirûşmên "Bijî Serok Apo" tên berzkirin.
 
Spas ji gelê wanê re
 
Piştî rêzgitinê bi hezaran kesî dirûşma "Şehîd Namirin" berz kirin.
 
Serokê Komîteya Amadekar a Neworza Wanê Ahmet Guven, ji ber sekna gel spas kir. Piştre Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun axivî û got, "Newroz berxwedan û têkoşîn e", Hevserok Fîkret Dogan jî got, "Bi bedelên giran em hatine vê rojê û hûn xwedî li van bedelan derketin .Em spasiya we dikin."
 
Piştre Hûnermend Ayfer Duzdaş derket ser dikê.