Li gelek navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

  • 11:38 20 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza 2022'yan bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin. Li gelek bajaran bi hezaran kes diherikin qadên Newrozê. 
 
Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Starta ewil a pîrozbahiya Newrozê di 15’ê adarê de li navçeya Elkê ya Şirnexê hatibû dayîn. Duh jî li 19 navendan agirê Newrozê hat vêxistin. Tevî hewa sar û barîna berfî gel bi cilên xwe yên kurdewarî duh herikin qadên Newrozê û qadan tije kirin. 
 
Îro jî bi dehan navendan pîrozbahî bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin. Serê sibê bi hezaran kes bi cilên xwe yên kurdewarî li gel hewaya sar berê xwe didin qada Newrozê.  
 
Newroz dê li navçeya Farqîna Amedê, navçeya Bazîda Agiriyê, Êlih, navçeya Silopî ya Şirnexê, Edene, Îzmîr, Stenbol, Colemêrg, navçeya Kop a Mûşê, Wan, Dîlok û Rihayê û bi tevahî li 36 navendan bê pîroz kirin.