Li Pirsûsê pîrozbahî dest pê kir

  • 12:33 19 Adar 2022
  • Rojane
RIHA - Li Pirsûsa Rihayê Newroz bi coşek mezin tê pîrozkirin. 
 
Li navçeya Pirsûsa Rihayê agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek rêyên diçin qada Newrozê ji aliyê polîsan û leşkeran ve hatine girtin. Bi hezaran welatiyên li qadê kom bûne li ber stranan govendê digirin. 
 
Li qada Newrozê wêneyê Denîz Poyraz û wêneyên 33 ciwanên di êrişa DAIŞ’ê de di tîrmeha 2015’an de hatin qetilkirin û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” û Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Polîsan destûr neda pankarta “Ji her kesî re edalet” ku çalakiya Emîne Şenyaşar bi bîr dixe, bibin qadê. Bi hêceta “pankart têkildarî Newrozê nîne” hat astengkirin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi silavkirin dest pê kir û deqîqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axaftin hat kirin. Pişt re jî Hevserokên HDP’a Pirsûsê derbarê girîngiya Newrozê axivîn. 
 
Pişt re agirê Newrozê bi coşek mezin hat vêxistin. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û têkoşîna Gelê Kurd. Pîrozbahî didome.