Li Îdirê jin bi rengên xwe li qada Newrozê ne

  • 11:47 19 Adar 2022
  • Rojane
ÎDIR - Pîrozbahiya Newroza Îdirê ya bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" dest pê kir bi dîmenên rengo rengo bala gel kişand. Jin bi cilên xwe yên kurdî derketin qadê. 
 
Bi hezaran kes bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" heriqîn qada Newrozê ya Îdirê. Di saetên serê sibehê de jin bi kincên xwe yên kurdî herikîn qada Kiliçlar a Newrozê ya Îdirê. Tevî berfê jî bi def û zirneyê gel govend gerand. Pankartên "Dem dema serkeftinê ye" û "Newroz pîroz be" li qada Newrozê hatin daliqandin. 
 
Koma Dengê Meyman, Servet Kocakaya wê derkevin ser dikê û wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Sezai Temelli jî biaxive.