Jinên Amedî: Wê îsal Newroz bibe wesîleya yekîtî û azadiyê

  • 09:07 18 Adar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Jinên Amedê diyar kirin ku wê îsal Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê û bang kirin ku herkes li dora agirê Newrozê kom bibe û agir gûr bikin. 
 
Bi hatina meha Adarê re coşa Gelê Kurd zêdetir dibe. Di destpêka mehê de jinan dest bi kar û xebatên 8'ê Adarê kirin û bi girseyî 8'ê Adarê li qadan hat pêşwazîkriin. Jina bi vê coşa xwe vê carê jî dest bi xebatên 21'ê Adarê Cejna Newrozê ku ji bo Gelê Kurd gelek girîng û sembola serhildana li hemberî zilmê ye.  Li gel xebatên Newrozê ku bi coş û kelecaneke mezin û bi dirûşma "Dem dema Serkeftinê ye" berdewam dikin jinên Amedî jî derbarê vê roja girîng 21'ê Adarê de hest û ramanên xwe anîn ziman. 
 
'Newroz ji bo min Azadî ye'
 
Esnaf Huriye Sapkan: Gava dibêjin Newroz azadî tê bîra min. Gelek kes ji bo coş û kelecanê diçin qada Newrozê. Lê ji bo min çûyîna Newrozê azadî ye. Di nav gelan de gelek cudakarî tê kirin. Em dixwazin êdî ew cudayazî bê rakirin.  Ez her sal diçim Newrozê. Gava ez zarok bûm jî çûbûm Newrozê lê di rê de winda bibûm. Ew Newroz jî qet ji bîra min naçe. Her wiha Newrozasala 2013 an  gelek xweş bû.
 
‘Ji bo Newroza Amedê ji Mêrsînê hatim’
 
Zehra Yilmaz: Newroz hebûna Gelê Kurd e. Min tim li Mersînê Newroz pîroz dikir lê îsal ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê hatim. Ji ber ku Newroza li Amedê tê pîrozkirin  gelek bi nav û deng e. Hêvî dikim ku Newroz bi girseyî bê pîrozkirin.  
 
‘Em cil û bergên xwe amade dikin’
 
Xwendevan Alev Sungur: Gava Newroz destpê dike em kiras û fistanên xwe yên kurdî amade dikin. Her wiha ji bo wê solê jî dikirin. Bi van amadekariyan re coşa me zêdetir dibe. Newroz her salê bi coşek mezin û xweş derbas dibe. Lê bi ya min newroza 2017'an xweştir bû. 
 
‘Em xwe bi rengên kes, sor û zerê dixemilînin’
 
Kedkara malê Sevda Ugrak: Em ji Newrozê pir hez dikin. Gava Newroz nêz dibe em bê sebir dibin û yeqîn nakin ku were. Em bi kelecaneke mezin li bendê dimînin. Em bêriya Newrozê amadekariyên xwe dikin, li malê şêrînahî û xwarinê amade dikin. Piştre em diçin li qadê govendê digerînin û newroza xwe pîroz dikin. Em xwe bi rengên kesk û sor û zere dixemilînin. Newroz her daîm ji bo me rojeke xweş e.
 
‘Newroz gulevîna biharê ye’
 
Kedkara malê Sebahat Altun: 21'ê Adarê gulevîna biharê ye. Em ê herin qadê û Newrozê geş bikin. Em bi çar çavan li bendê nê ne. Dema ku ew roj bê em ê cil û bergên xwe yên kurdî li xwe bikin û biçin. Di Newrozê de her kes dibe yek. Newroz di heman demê de ji bo kurdan yekitî ye. Em li bendê ne ku xizmên me jî ji gund werin û em bi hev re biçin qada Newrozê.
 
Xwendevan Seçîl Şîn: Newroz hatina biharê ye û ji bo me cejna kurda ye. Newroz kulîlkeke li ser axa kurdistanê ya herî xweşik e. Kurd di Newrozê de bi her awayî hêza xwe didin nîşan.
 
Kedkara malê Nesrîn Erdogan: Newroz her sal bi coşekê mezin tê pîrozkirin. Ew çend sal in ji ber şewba Koronayê Newroz bi girseyî nehatibû pîrozkirin. Lê îsal bawer im ku em ê bi coş û kelecaniyek mezin Newroza xwe bi girseyî pîroz bikin.
 
‘Wê Newroza îsal bibe wesîleya Aştiyê’
 
Sayîme Atli: Newroz tê wateya aştî û kelecanê. Îsal Newroz wê bibe wesîleya aştiyê ye. Ji ber ku rewşa welat gelek xirabe pêdiviya welêt bi aştiyeke mayînde heye.
 
Gulbîn: Newroz ji bo me pîroz û cejna me ye beriya ku em biçin qadê em ji xwe re cûr bi cûr xwarinê li malê çêdikin. Lê Îsal j iber qeyrana aborî em di vî warî de zahmetiyan dikişînin.
 
‘Newroz, yekitiya kurdan e’
 
Nuray Ruzgar: Newroz şahiya biharê ye. Newroz wek sembolek aştiyê ye ku di dilê gel de bi cih bûye.  Em ji bo Newrozê bi malbatî xwe amade dikin. Newrozên di salên 90'î de  gelek bi kelecan û coş bûn.  Ez ji pîrozbahiyên Newrozê yên wan salan gelek bi bandor bûm.  Gava hemû kes dihatin gel hev, siyasetmedaran jî li gel wan cih digirt.  Ew jî kêfxweşiyek dide. Merîv li qada Newrozê hemû hest û fikrên xwe yên di hundirê x we de nîşan dide.  Newroz yekitiya kurdan e.  Newroza her sal xwe ji Newrozên berê pêk hatine xwedî dike. Berê jî di Newrozan de gelek astengi û qedexekirin çêdibû. Lê belê tevî wan zext û qedexekirinan dîsa jî gel diherîkî qadan. Niha rewş hinekî cudatir e lê dîsa jî ew coş û kelecana ji bo Newrozê wek agirê wê tu carî venemiriye. Gava dibêjn meha Adarê Newroz tê bîra me. Hêvi û daxwaziya min ew e ku jiyanek wekhev û aştî pêk were. Wê Gelê Kurd careke din li Newrozê bibe yek.