Malbatên girtiyan bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' li dijî dorpêçe derketin

  • 14:34 16 Adar 2022
  • Rojane
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan îro li ber ATK’ê pêk hat. Malbatan li dijî astengiya polîsan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan li Baroya Amedê dabûn destpekirin di roja 121’emîn de berdewam kir. 
 
Malbatan ji bo ku girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin, li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) çalakiya xwe domandin. Malbatên girtiyan xwestin ku li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê polîsan daxuyanî asteng kir. Malbatên girtiyan li ser astengkirina daxuyaniyê, çalakiya rûniştine li dar xistin. Rêveberê û endamên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER , DBP, OHD û MED-DER’ê piştgirî dan malbatan. 
 
Polîsên ku çalakiya malbatan dorpêç kir, destûr nedan rojnamevan dîmen û wêneyan bigirin. Malbatan di nav dorpêça polîsan de çalakiya xwe domandin û dûrişmayên, "Bijî berxwedena zindanan" û "Haq, hûqûq, edalet" berz kirin. 
 
Malbatan lêdana çepikan û berzkirina dirûşman dawî li çalakiya xwe ya îro anîn.