Esengul Demîr: Newroza 2022’yan wê bibe Newroza azadiyê

  • 09:11 16 Adar 2022
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr da zanîn ku yek ji rojeva sereke ya Newroza 2022’yan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha vegot: “Newroza 2022’yan wê bibe Newroza herî bi heybet û wê tevlibûn pir zêde be.” 
 
Stenbol yek ji navnîşanên herî girîng a cihê pîrozkirina Newrozê tê zanîn û wek Baxçeyê Gelan tê pênasekirin. Bi pêşengiya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) wê bi dirûşma ‘Dem dema serkeftinê ye’ Newroza Stenbolê pêk bê û îsal di 20’ê Adarê de li Qada Yenîkapi pêk tê.
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr der barê Newroza 2022’yan de ji ajansa me re nirxandin kir. Esengulê Newroza 2022’yan de wek Newroza dîrokê venasî û wiha vegot: “Li aliyekê têkoşîna azadî, wekhevî, ziman, mafên sereke û li aliyê din jî li dijî têkoşîna li dijî tecrîdê heye. Li aliyê din jî li dijî zextên rejîma nîjadperest, totalîter, paşverû serhildan heye û ji vir jî pêvajoyek rizgariyê heye. Civaka ku bi her cureyê zextan re tê rû hev êdî astengî û zextan piştguh dikin û ne xema wan e.”
 
‘Werin em di Newrozê de îradeya xwe nîşan bidin’ 
 
Esengulê di berdewamiyê de destnîşan kir ku gel serî natewîne û têdikoşe û ev tişt anî ziman: “Gel li dijî zextan her tiştî dibin ber çavan û naxwazin xizan bijîn û di vê pêvajoyê de ji bo guherînek nû derdikevin qadan û ji bo mafên xwe têdikoşin. Ji ber vê jî Newroza 2022’yan hem ji bo gele kurd hem ji bo gelê Tirkiyeyê wê bi serkeftinê encam be. Wê hêviya nû ya pêşerojê biafire. Ez bang li hemû gelan dikin ku tevlî Newroza Stenbol, Îzmîr, Mersîn, Bursa, Tekîrdag û hemû bajarên din ên Tirkiyeyê bibin. Em bang li jin, ciwan, gundiyan û kedkaran dikin ku gotin û îradeya xwe li qadan nîşan bidin.”
 
‘Divê Birêz Ocalan azad be’
 
Esengulê her wiha daxuyand ku yek ji rojevên sereke ya Newroza 2022’yan tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ye û wiha daxuyand: “Ji bo rakirina tecrîdê têkoşînek cidî tê dayîn. Hem li Tirkiyeyê, hem li her derê cîhanê, li Başûrê Kurdistanê têkoşînên dîplomatîk û girseyî tên dayîn. Ji bo gelê kurd azad û wekhev bijî divê Abdullah Ocalan azad bibe”
 
‘Wê bibe Newroza herî bi heybet a salên dawî’
 
Esengulê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Newroza 2022’yan wê bibe Newroza herî bi heybet a salên dawî û wê tevlibûn gelek zêde be. Em bi vê bawer dikin. Ji niha de xebatên wê dest pê kirine. Em ji bo hemû gelên ji her reng, nasname û baweriyê re dibêjin; Em di bin siya şer de dikevin Newroza 2022’yan. Bi salane şerên li Rojhilata Navîn, Asya û Efrîkayê dimeşin li Ewropayê jî belav bûne. Divê hemû gel bi piştevanî û têkoşînek hevpar li dijî vî şerî rawestin. Maf wê bi têkoşîna hevpar bên qezenckirin.Em hemû gelan vedixwînin qadên Newrozê dikin.”