'Şerê Rûsya û Ûkraynayê dirûtiya kesên ji xwe re dibêjin em demokrat in nîşan da'

  • 09:04 16 Adar 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş têkildarî şerê Rûsya û Ûkraynayê diyar kir Rûsya dagir dike û wiha got:"Li Ûkraynayê pêlên koçberiyê dest pê dike, herkes deriyên xwe vedike. Tirkiyeyê bi armanca desteserkirinê êrişî Rojavayê Kurdistanê kir, deng ji kesî derneket. Ji Kurdistanê û Sûriyeyê pêlên koçberiyê dest pê kirin kesî deriyê xwe venekir. Li dijî wê Ewropayê bi Tirkiyeyê re bazariyên qirêj kir. Vî şerî dirûtiya kesên ji xwe re dibêjin em demokrat in nîşan da."
 
Di 24'ê Sibatê de Rûsya li dijî Ûkraynayê operesyona leşkerî da destpêkirin. Li gorî daneyên fermî di encama şerê pêk hat de heta niha 474 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 881 kes jî birîndar in. Her wiha zêdetirî milyonek û nîv kes jî neçarî koçberiyê bûne. Bi şerê pêk hatiye û koçberiyê re NY, Welatên Ewropayê û gelek pêkhateyên demokrat şerê Rûsyayê şermezar kirin û ji bo koçberan deriyên xwe vekirin. Ango peyamên piştgiriyê yên ji bo Ûkraynayê zêde dibin.
 
Têkildarî êrişa Rûsyayê ya desteserkirina Ûkraynayê, Seroka Komê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.
 
'Nêzîkatiya NATO'yê ya desthilatdariyê bû'
 
Meralê di destpêka axaftina xwe de eşkere kir ku şerê pêk tê pêwîst e di gelek aliyan de were temaşekirin ku nêzîkatiya hemû cîhanê jî balê dikşîne. Meralê wiha pê de çû: "Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de şerekî mezin rû da û niha di rojeva hemû cîhanê de ye. Em dikarin di gelek dîmenan de li şerê tê meşandin temaşe bikin. Divê yekemîn jî feraseta NATO'yê ya desthilatdar, hegemonîk û berfirehkirinê li aliyekî were nirxandin, li aliyê din êrişa Rûsyayê ya bi armanca desteseriya welatekî tê kirin divê were nirxandin. Li dijî vê êrişa desthilatdariyê ya Rûsyayê hemû gelên demokrat û aştîxwaz rabûn ser lingan. Her wiha gelê Rûsyayê bi xwe jî bertekek mezin nîşanî êrişan da. Me bi dilşadî li berteka gelê Rûsyayê temaşe kir. Bi hezaran welatî daketin qadan."
 
'Dirûtiya xwe eşkere kirin'
 
Meralê bal kişand ser geşedanên li Ûkraynayê rû didin û nêzîkatiya welatên derve û wiha got: "Li gel van bûyerên diqewimin jî  ji Ûkraynayê pêlên koçberan dest pê kir. Bi milyonan kes paytexta Ûkraynayê û derdora wê vala dikin. Bi vê yekê re jî em dikarin gelek tiştan binirxînin ku di destpêka wê de jî dirûtiya welatên Ewropayê tê. Ya yekem jî me dît welatên Ewropayê ji koçberên ji Ûkraynayê diçin re himbêza xwe vekirine. Heta niha ji bo koçberên ji Sûriyeyê diçin re bi heman rengî himbêza xwe venekirin. Li dijî wê bi Tirkiyeyê re bazarên gelek qirêj hatin meşandin. Ji bo ev koçber derbasî Ewropayê nebin û li Tirkiyeyê bimînin her tişt kirin. Ev jî li pêş kamerayan kirin. Bi vê yekê nîşan dan ku li hemû koçberên cîhanê bi heman çavî nayê nihêrtin."
 
'Em li dijî şer aştiyê diparêzin'
 
Meralê êrişa DAÎŞ'ê bi bîr anî û wiha qala demê kir: "Di wan pêvajoyên şer de car din gelek kurd û alîgirên aştî û demokrasiyê bertek nîşanî şer dan. Gelek kes û di serî de jî rayedarên Tirkiyeyê aştîxwazî û demokrasî weke sûc dîtîn û nirxandin. Wan kesên aştî dixwestin jî sûcdar kirin û girtin. Lewra di şerê Ûkrayna û Rûsyayê de weke hewariyên aştiyê xwe nîşan dan. Lê ya girîng jî ew e ku pêwîst e mirov ji şerê li ber serê xwe çêdibe bêje na. Em weke partiya Demokratîk a Gelan, her tim li dijî şer û pevçûnan in. Me her tim li dijî şer, ji bo aştî û demokrasiyê siyaset da meşandin. Çawa ku me li dijî êrişên li ser xaka Kurdistanê pêk hatine bertek nîşan da, em li dijî êrişa Rûsyayê jî berteka xwe eşkere nîşan didin."
 
'Wê şer bandorek mezin li ser Tirkiyeyê bike'
 
Meralê da zanîn ku encax pirsgirêk bi rûniştina li ser masê, bêyî şer were çareserkirin û wiha berdewam kir: "Em qala şerekî ku bandora xwe li ser hemû cîhanê û bi taybetî jî li Tirkiyeyê dike, dikin. Wê di gelek aliyan de bi taybetî jî di aliyê aborîyê de bandoreke mezin bike. Wê ji ber neftê, gaza xwezayî, îxracatê pirsgirêkên mezin rû bidin. Em dikarin gelek bandorên wê yên bi vî rengî rêz bikin."
 
'Em di serî de li welatê xwe rêyên aştiyê vekin'
 
Meralê herî dawî jî bi van gotinan dawî li nirxnadina xwe anî: "Em dubare bi lêv dikin ku em li dijî hemû êrişan in. Ji derveyî şer pêwîst e em li çareseriyan bigerin. Ango em weke partiya HDP'ê jî, ne wek partiyên din tenê vê aştiyê ji bo herdu welatan dixwazin. Em vê pêşniyariya xwe ya rûniştina li ser maseyê bi wir ve sînordar nahêlin. Ev pêşniyariya me ji bo pirsgirêka kurdan û Rojhilata Navîn jî derbasdar e. Divê em di serî de li welatê xwe rêyên aşitiyê vekin. Divê êrişên Tirkiyeyê yên ji derveyî sînor û di hundirê sînor de tên kirin werin rawestandin û li dijî wê bi rûniştina li ser masê re pirsgirêk werin çareserkirin."